Ger Çîn êdî deynê Amerîka’yê nekirre wê çi bibe?

Gefeke dijwar ya aborî ku bi tayê sipî hatiye dûrûtin
Translator

Ji salekê vir ve, li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, tansiyona aboriyê bilind dibe. Çîn ji politikaya derve ya Serok Barack Obama ne razî ye, lewma bi armanca bersîveke dijber bide vê polîtîkayê biryar da ku êdî bonoya xezineya Amerîka’yê nekire. Li gorî texmînên neyînî yên gelek analîstan eger rewş wisa berdewam bike û Çîn vê helwesta xwe neguherîne dibe ku di pêşerojê de Amerîka felaketeke finansî ya wisa mezin bijî ku dikare aboriya Amerika’yê bîne ser çokan. Gefa Çîn’ê xwedî delîl û argumanên maqûl in. Armanc ew e ku di mijara bac û bihayê pere de, qesra sipî teşwiqê rê û biryarên nû bike. Beri niha rêvebiriya Obama hewldida zorê bide ser Çîn’ê da ku bihayê perê xwe yuan li hemberî dolar bilindtir bike. Çîn jî bi vê biryara xwe bersîveke dijber dide Amerika’yê da ku dev ji van hewldanên xwe berde.

Bi vê biryarê ji Amerîka’yê tê hêvîkirin ku bernameya alîkariya ji bo xizanan ku dabû sekinandin dîsa bidomîne û herwiha projeya plansaziya xanenîşîniyê jî bi awayeke erênî bigîne encamekê. Eger Çîn bi wê hilberîna xwe ya mezin ya aborî deynê Amerika’yê nekire, rêvebiriya Obama wê bi çi awayî karibe valahiya xwe ya aborî dagire û ewê çawa karibe ji vê qeyrana aborî bifilite?

Ev gefa Çîn’ê ku weke bersîveke dijber tê nirxandin, îro di qada guftûgoyên polîtîk yên Amerika’yê de cîhekî navendî digire. Ev mijareke wisa girîng e ku dişibe xetera felaketa nûkleerî ya di dema şerê sar de. Çi dibe bila bibe, di her şert û mercî de, her alî ji bo polîtîkaya xwe ya muhafazakar li ser yê din ferz bike, potê sor li ba dike.

Di navbera rewşa îro û ya dema şerê sar de cudahiyeke mezin heye. Wê demê tirsa derketina şerekî nûkleerî pir hat mubalexe kirin, (aliyên gefkar ti caran dijberên xwe bi şerekî germ Gef nekirin), yanî tirs û fikara derketina şerekî germ ji rastiyê dûr bû. Lê belê îro rewş cuda ye. Ez di wê baweriyê de me ku ev helwesta Çîn’ê bi armanca heyf û tol sitendinê ye. Wan ev rewşa finansê ku weke felaketa aborî tê nîşandan, ji ber xwe derxistine û di çarçoveya planekê de bi temamî ji dozekî re xizmetê dike. Di rastiyê de, eger bonoyên xezîne yên Amerîkî li Pekîn’ê muşterî nebînin, Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê pir zirar û ziyan nabîne. Heta em dikarin şert bigirin ku tiştike wisa ji bo faydeya ekonomiya Amerika’ye. Ji bo em di vî warî de xwe îqna bikin, îcab nake pir dûr biçin, tenê hin prensibên bingehîn yên aboriyê bînin bîra xwe bes e.

Aboriya Amerîka’yê xwediyê du aktorên sereke ne, yek ji wan Rezerva Fêdêral ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, ya din jî Banqe ya Navendî ya Çîn’ê ye. Ev herdûyên weke kilît di eynî giraniyê de rol dileyîzin. Karê wan yê esasî ewe ku bi kirrîna hebûnên demên kurt û demên dirêj, dixwazin qismekî rezervên mezin yên pereyê likid ku di tirafika aboriyê de ye, bikişînin. Rezerva Federal ya Amerîka’yê bi giranî bazara dema kurt tercîh dikir. Lê belê ji vê qeyrana dawî vir ve, wê jî awayê xebata xwe guherand û bi vekirina imkanên kiredi dayînê, biryar da ku li ser demên dirêj razandinên aborî bike. Ev biryara ji nûve plansaziya aborî, bi taybetî jî di warê bonoya xezîne û qezenca hîpotek de, faydeyên mezin bi xwe re anîn.
Banqe ya Navendî ya Çîn’ê jî ji aliyê xwe ve, bi kirrîna hebûnên demên kurt û demên dirêj, hêjmareke mezin perê lîkîd xist piyasayê. Di vê qeyrana dawî de, dema ku valahiya butçeya Amerîka’yê gihîşt qada herî jor, Çîn xwe li ser piyan girt û ji bo bonoyên xezîne ji bo deh salan bikire bi Amerika’yê re ket nava bazariyê.

Em wisa bihesibînin ku Banqe ya Navendî ya Çîn’ê ji nişka ve hemû razandinên xwe yên ji bo kirrîna deynên Amerîka’yê bide rawestandin. Sedemê wî çi dibe bila bibe, ha ji bo rêvebiriya Obama bikişîne ser xeta xwe, ha ji ber sedemeke din, firq nake.
Li gorî qêrîn û hawara çapemeniyê, ev rewş wê li Amerîka’yê bibe sedemê bilind bûna bêkontrol ya rêjeya faîzan. Ev jî hêviyên ji bo ji nûh ve pêşxistina aboriyê dikuje. Ya rast ew e ku ev senaryoya felaketê detayeke hêsan ji nedîtî ve tê: Rezerva Federal jî dikare xwe bixe şûna Banqe ya Navendî ya Çîn’ê û bi kirrîna nirxên aborî weke wê tevgere.

Herwiha gelek pirsporên ku li ser vê mijarê ketine nava guftûgoyên dûr û dirêj, di wê baweriyê de ne ku mudaxaleyeke li ser Banqe ya Navendî ya Amerîka’yê dikare bibe sedemê înflasyoneke berdewam û dîsa çapxaneyên pereyan wê li hev zêdebin. Tirs û fikareke wisa ne li cîh e û bi tememî bê bingeh e. Tendurustiya abori ya Amerîka’yê girêdayî hêjmara perê lîkîdite ye. Ne girîng e ev pere ji ku derê hatibe. Dîsa hîç ne muhîm e ka serê kaniyê di destê Rezerva Federal ya Amerîka’yê de be, yan jî di destê Banqe ya Navendî ya Çîn’ê de be. Ya herî girîng û hewce ewe ku kaniya pereyan tim vekirî be. Çîn dema ku bonoyên Xezîna Amerika’yê dikire, herwiha rêjeya faîzan jî di asteyeke maqûl de digire, ev yek jî nabe sedemê enflasiyonê. Eger rojekê Banqe ya navendî ya Amerîka’yê û ya Çîn’ê li hev nekin, ti sedemê ku mirov ji înflasyonê bitirse tine.

Serkêşên ‘gefên Çîn’ê’ garantî didin ku Pekîn ji bo bihayê perê xwe di asteyeke maqûl de bigire, ewê bi perê dolar, kirrîna hebûnên Amerîka’yê berdewam bikin. Ji me re jî dimîne ku em pirsekê bikin. Edî pirsgirêk çiye?
Eger rojekê ev pêşditinên wan pêk werin jî, bila Rezerva Federal ya Amerîka’yê û Banqe ya Nevendî ya Çîn’ê wezifeyên xwe li hev buguherînin: Dema yek razandinên dem kurt dike, bila yê din berê xwe bide razandinên demdirej.

Helbet ti garatiya ku Çîn bi vî awayî tevgere tine. Dikare bi hêsanî hebûn û kirrînên xwe yên bi dolar kêm bike. Heta niha Çîn bi kirrîna bonoya xezîne ya Amerîka’yê, dikaribû bihayê perê xwe yuan di rêjeyeke jêr de bigire. Raste ku Pekîn ji ber zêdehiya ticareta xwe gelek devîz bi destxistine. Eger Çîn ji vê yekê cesaret bigire û dev ji kirrîna bonoya xezîne berde û hebûnên bi dolar nekire, dibe ku di demeke kin de bihayê yuan li hemberî dolar qîmet bigire. Ev jî ne li gor daxwaza wan e.

Di encamê de, ‘gefa Çîn’ê’ ji bilî bilindkirina bihayê yuan nayê ti wateyekê Ji xwe ev rewş jî daxwaza Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ye. Ev bi salan e, hem di dema Serokatiya Barack Obama de hem jî di dema George W. Bush de, rêvebiriya Amerîka’yê tim ji Çîn’ê xwestiye ku bihayê perê xwe bilind bike. Serokwezîrê Çin’ê Wen Jiabao ku li ser mijarê pirs jê hatin kirin roja 13ê adarê bi awayeke bi xwe bawer wiha gotibû: ‘’ Ez hin welatên ku dixwazin derfirotina xwe zêde bikin fem dikim, le tistek heye ku fêmkirina wî zehmete, ew jî hin dewlet hen in zorê li ser yên din dikin da ku perê wan biecibînin.Li gorî min ev yek parazvaniya berbi xwe ye.’ Eger Pekin hemû daxwazên Washington’ê bi cîh bîne, ti wateya ‘gefê’ namîne.

Raste ku bilindbûna bihayê yuan dikare li Dewletên Yekgirtî bibe sedemê înflasyonê. Lê dema mirov bi çaveke demdirêjî li mijarê binêre, dibîne ku ev pirgirêkeke ewqas ne mezin e. Erzaniya bihayê yuan derfet û îmkan dide Çîn’ê da ku bi hêsanî hem derfirotina xwe ya berbi Amerîka’yê û hem jî ya li seranserê cîhanê zêdetir bike. Ev sitratejiya Çîn’ê tesîr ne tenê li dolor heriwha li hemû pereyên biyanî dike. Eger Pekîn dev ji kirrîna bonoya xezîneya Amerîka’yê berde neçar dimîne bihayê perê xwe bilind bike. Ev yek jî dibe dawiya sîstema wî ya derfirotin ê. Di rewşeke wisa de, hilberînên Çîn’ê ku îro li Amerîka’yê bi erzanî tên firotin wê bihatir bibin. Herwiha li hemû welatên ku tekiliya wan bi yuan re heye, tesîreke xirab li firotina malên Çîn’ê dikeve.

Helbet bihabûn dibe sedemê înflasyonê, lê belê encameke wisa xirab ku karibe zirareke cidî bide aboriya welêt, dernakeve. Eger hilberînên Çîn’ê bi bihayeke bilind bikevin piyasayê, Dewletên Yekgirtî dikare ji vê yekê îstifade bike û eyara valahiya butçeya xwe ku roj bi roj girantir dibe, bixe dengeyekî.
Derfirotina berbi Amerîka’yê ya ji Çîn’ê û ya ji hemû welatên ku perê wan girêdayî bihayê yuan e, tev dike tenê ji % 4’ê hilberîna brut ya navxweyî ya Amerîka’yê. Eger rêjeya vê îthalatê ji % 30 zêde bibe, rêjeya înflasyona li Amerîka’yê tenê ji % 1,2 bilind dibe. Helbet ev rêjeyeke ne kêm e, lê belê ji hîper-enflationa weke ya Zimbabwe ku mirovan dilerizîne, gelek dûr e. Eger mirov bide ber hev û qiyasekî bike, di sala 2008’an de, bihayê petrolê ewqas bilind bû ku ji nişka ve di nava salekê de, bihayê barîlê ji 70 dolaran derket 150 dolaran. Ev jî dikir ji %2’ê hilberîna brut ya navxweyî ya Amerîka’yê. Di demeke wisa kirîtîk de jî kes neketibû nava tirs û fikara rîska hîper-înflasyonê.

Dema ku hilberîn û malên çînî biha bibe, reqabeta endustriya amerîkî di gelek sektoran de zêde dibe, hêjmara bêkaran kêm dibe, rêjeya îthalatê hindik be jî dadikeve. Wê demê emê bibin şahidê dengeyeke erênî ya tîcaretê. Dema ku derfirotin Amerîka’yê zêde be, ev dikare hemû aliyên xirab û neyînî yên bilindbûna rêjeya faîzê telafî bike.
Weke gotina dawî, ti sedemê ku mirov ji boykota Çîn’ê ya kirrîna bonoyên xezîna Amerîka’yê bitirse û bike qêrîn û hawar tine. Berovajiyê wê. Ev gef û bersîva dijber ya Çîn’ê dikare fayde bîne ji dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê re ku Çîn dixwaze wî bixe qurban…

Wergera ji fransî:
Bedran Dere

Çavkanî

Dean Baker
Aborîzan, Hev-Dîrektorê Navenda Aborî û Enstîtûya Lêkolînê, Washington

  1. Di 1’ê Kanûna 2010'an de Çîn bi 889 milyar dolaran, welatê ku herî zêde deynê Amerîka’yê stendiye ye. Japonya bi 765 milyar dolaran li pey Çin'ê tê.
  2. Martine Bular, '’Fînans, hêz,... dinya diqelibe’’, Le Monde diplomatique, Mijdar 2008.
  3. Civîna çapemeniyê ya di girtina parlamenê de.
  4. Bi hesabê sedane ku di sala 2008’an bi qasî 231 milyar tê texmînkirin.