Girtîbûna rizgarker

Meksîko, di girtîgeha jinan a Santa Martha Acatitlayê de
Translator

Di girtîgeha jinan a Santa Martha Acatitlayê, 1 900 girtî bi şiddeta dîsîplînî ya zindanan re rûbirû dimînin. Lê belê atolyeyeke nivîsandinê, ku di tîrmeha 2009ê de hat avakirin, dîyar dike ku tunebûna mêran li vê derdorê, weha dike ku hin girtî nasnameya xwe baştir nas bikin, dîroka xwe bêhtir fêm bikin û hindik jî be, piçekî azad bibin.

Navenda veguncîna civakî ya jinan a li Santa Martha Acatitlayê, ku di 29ê adara 2004ê de hat îlan kirin, dikeve taxa bi heman navî, nêzî Delegacion de Iztapalapa, taxa herî xizan û aloz ya paytexta Meksîkayê, Meksîko. Sazî hem weke navenda binçavkirinê, hem jî weke zindana ewlehîya bilind li kar e; binesazîya wê jî 1 600 şûnan dihewîne. Anuha, 1 900 jinên girtî tê de hene.

Dirûvê heştgoşeyî ya kozên wê, îlhama xwe ji projeya panoptîk a feylesofê sûdperestîyê Jeremy Bentham ya sala 1791ê de sazbûyî digire. Wî xwest dahatê zêde bike û mesrefan kêm bike û lewre jî mîmarîyeke weha pêşnîyaz kiribû ku ji birceke navendî, çavdêrîya daîmî ya avahîyên ronahîgir lê di wan re alîyê din dîyar nîne, mumkin be. Bi vî rengî, çembera Santa Martha Acatitlayê ji derbasgehên helezon yên ji dîwarên ronîkirî pêk tê: girtî hertim di bin çavan de ne. Ew nizanin ka kes li wan dinihêre yan na, lê ew misoger in ku çavê kesekî li wan e. Ev "pergala-sîxûrane" jî weha dike ku girtî li hev û dû binihêrin, bêyî ku çavdêr were dîtin. Weha zemîneke dîsîplîner belav dibe, ku Michel Foucault wê weke "noqteya bicihanîna cezayî" (1) bi nav dike.

Mirov ji ku û bi ku de here, hemû rê wekhev in. Qulên dirêjkî yên li dîwarên beton yên salonan hatine kolan hesteke xapînok a firehîyê didin. Ji van qulan hucre, meydanên piçûk ên basketbolê û hewşên gulover tên dîtin. Ev tengesalon yek li pey yekê, guloverkî û zîkzakî dirêj dibin; meşa yekî ji hêz dixin, yekî gêj dikin û weke narkotîkê tesîrê li ser her tevgera yekî dikin. Mekanîzmayeke ortopedîk a hişk, tevgera girtîyan bi rêk û pêk dike û li pêş kesayetîyên xwîngerm û aloz dibe asteng.

Dengên girtîyan di van rehan re, tên bihîstin. Di zindanê de, divê tona dengî bilind be da ku deng dirûvekî xurt bigrin; lewra ku tenêtî ya li vî warî serdest e jî, di bêdengîyeke sohbetan de, aloz û nearam pêk tê. Dengekî neahengdar û parçekirî li her derî belav dibe û di xelekên avahîyê re tê û diçe: ev mûzîk e, ya ku ji her du hewşên hundir belav dibe û rîtma komên "amazonan", ku cumbia an hîp-hopê direqisin, lê dixe; ev heyhê û ken in, protestoyên ku di maça basketbolê de bilind dibin; ev qîrîn in, ku di nêzîkatîya ne bi dil de difetisin û bê bersiv dimînin, gazincên van kesên ku êdî tenê dikarin biqîrin, bi hêvîya ku dengê wan bê bihîstin; ev qerebalixa leyistikên zarokan e (2); ev dengê pêpikên kursîyan e, ku di odeyên atolyeyan de li erdê dixin; ev xirecira mezin a dengên girtîyên ku di zaboqên pêpelokên ber bi zindana mêran de, xeberên malbatê, gotinên evînê, dijûn, şor û sohbetên şehwetî, peymanên karên qaçax ên her şêwazî bi derveyeke din a bi xwe jî girtî, bi nêrîtîyeke dûr re, ku bedenên wan bêrîya wê dikin, pev diguherînin. Qerebalixa daîmî ya girseyê, tişt û miştên li hev xistî, lihevkirina dengên şad û gazincker, bê navber di zemîna girtî de diseyirin û olan didin; bi vî rengî jî, guhdarîyeke bê dawî vedibe û nayê zeft kirin.

Belavbûna bêhnên cihêreng li vê xirecira daîmî zêde dibe. Tevî ku di zindana Santa Marthayê de, hilmeke bê mîqrobîyê ya ji henaseyên ava klorê barkirî belav dibe jî, digel bêhneke madenî û ji pîsatîya avdestxaneyên asêkirî û pêlên xwêdanê yên di derbasokan de pêk hatî, yanî tevahîyeke sergêjker a ku dilê mirov dixelîne û kincên mirov qirêj dike, hewayekî tevlihev û bi tahma xwarinên cihêreng ku bi xêra pereyê li zindanê bidestxistî yan jî pereyê xizman hatîn çêkirin, digihîje kepûyê mirovî. Di vê henaseya jîyanên zindankirî de, hilmên tortillayên biraştî, şorbeyên tûj, birinc, parçeyên goştê soskirî û bi îsotan, atmosfera malên gelî tînin bîra mirov, her weha bêhna xwarinan zêde tê ku li bazarên kolanên labîrentî yên navenda dîrokî ya Meksîkoyê, ji hêla ticarên seyyar ve tên firotin. Zindîtîyeke bêhnî ku tamsarîya xwarinên girtîgehê - ji ber nebûna pere û demê - dide ji bîr kirin.

Hesteke din li maneya xwe digere: destdan. Dema ku qet dest bi endamên bedenê nekeve, ev hebûna fîzîkî û exlaqî ya pir, girtîyan bi kûrahî diguherîne. Ew dixwazin destdanê ji nû ve hîs bikin nemaze destdana cinsî. Hin awir, ji nihêrînê bêhtir dest didin, diferikînin, dipelînin û vedişelînin; çav bi qasî livên tilîyekê tên û diçin û li ser bejna mêrên ku di nava hefteyê de têne girtîgehê, li şehwetê digerin. Hin jinên ku zewaca wan têk çûye, tercîha têkilîyeke lezbîyen dikin, ku di destpêkê de demî ye û hêdî hêdî xurt dibe; an jî pêwendîyeke weha ku, bi qestî an neqestî, dihat înkar kirin, û li "derveyî dîwarên" civaka asayîbûyî ya heteroseksuel, di nav dîwarên yekzayend de azad dibe.

Piranîya van jinan ji paytext û estado ya Meksîkoyê (eyaleta Meksîkoyê) tên. Nîvê wan bi tenê dibistana seretayî qedandîye; %20 ji xwendin û nivîsandinê bêpar in; hejmareke pir hindik prepa (lîse) qedandîye û xwedan dîplomayeke zanîngehê ne (3). Piranîya wan di bin sînorê xizanîyê de dijîn. Her çîrokeke jîyanê yekane ye, lê belê yên feqîran dişibin hev; helbet bîyografîyên zindana Santa Martha Acatitlayê heman zor û zehmetî derbas nekirin, lê belê di vegotinên wan de, mîrateke hevpar a xiraker xuya dibe. Berî girtina xwe, piranîya wan karê malê dikir; hinên din jî, di kargehekê de dixebitîn; hejmareke mezin ji wan bi fihûşê debara xwe dikir. Li gor anketa li ser hêmanên krîmînojen ya ku parêzêr Jose Luis Castro Gonzalez ê berpirsê atolyeya darteraşîyê ya girtîgehê meşand, %86ê girtîyan di zarokatîya xwe de rastî êrîşa fizîkî hatine. Ji van %86 yan jî, %55 dê û bav an jî endamekî/e malbata wan dest dirêjî li wan kirîye yan jî dest avêtîye wan; %54ê wan ji mala dê û bavê xwe revîyane an jî jê hatine derxistin; û %70yê wan jî hevserên wan li wan xistîye.

Îselaya 20 salî, porxelek, bi gep û kulêmekên qelewik, bi kubarî dimeşe û bi şîrînahî tê atolyeya nivîsandinê. Dema ku ew ket hepsê, laşê wê komeke hêstîyan bû, ji ber tiryak, alkol û fihûşê xira bûbû. Îsela li kolanê ji dayik bûye, mezin bûye û hatîye girtin. Lê ev kolan ne kolaneke asayî bû: kolaneke erjeng û bêhêvî bû, ku weke întîhareke gav bi gav tê, kolaneke weha bû ku mirov, her ku diçe, tê de rezîltir dibe û timî neçar dimîne. Hatina dunyayê ya Îsabelayê, bixwe înfaz bû; hebûna wê, jîyaneke bêwar; stargeha wê, xirecireke valahî û şaşîtîyan bû. Li derve, wê jîyana xwe di binê kuneke nesaxî û rezaletên dawî li wan nayê de derbas kir. Di rûniştineke li ser nivîsandina rojnivîsan de, ew hinekî behsa laşê xwe yê xirabe dike û dibêje: "Ne ez tundrew bûm, jîyanê weha li min dikir." (4)

Dengê Îselayê, ku bi bişirîneke germ diaxive, trawmayên cidî dide xuya kirin; ew di xirakirinê de çêbû û wê bi êrişên berdewam kesayetîya xwe ava kir. Di cezayê binpêkirinê de, Îsela hewl dide ku birînên laşê xwe yê di sazkirinê de fam bike û hel bike; di zindanê de, yanî di girtina warî de, ew ji kavilên bedena xwe, madeya ji nû ve sazkirina xwe derdixîne. Îsela ji tunebûna azadîyê û ji tecrîdê êşê dikişîne, lê wê malbata xwe ya pêşî di girtîbûna xwe de dît. Di atolyeyekê de, ew behsa hucreya xwe dike û dibêje: "Berê, dilê min mala min a bi tenê bû; îro, hê jî weha ye û ez dilê xwe bi we re par ve dikim. Lê îro, mala min a rastîn jî heye. Ez dixwazim mala xwe şanî we bikim!" Îro, ew dest bi avakirina "mala" xwe ya nû dike, bedena xwe mîna stargehekê û hawirdora girtîgehê weke piştgirîyekê saz dike.

Ethelê fanêleyekî şîn bi awayê "lawikan" li pişta xwe girêdaye û berçavkên camên zelûl bi porê wê yê kin û kurîşk ve şidandî ne. Ew weha dibêje: "Sê zarokên min hene û ez ji wan pir hez dikim; lê belê, li vir, di vê hepskirinê de, ku herroj min ji jîyana xwe ya dayikane bêpar dihêle, ya ku xweserîya lebatên min ji dest min girt, min, karî di jîyana xwe de cara yakem, ez tercîha xwe ya cinsî ya rastîn îfade bikim. Lezbîyenîya min a înkarkirî li cem me, di nav jinan de, ji nihêrînên li kolanan û kes û karan rizgar bû." Yeka din dibêje: "Ez ne lezbîyen im, lê dema ku hevgirtîyeke min dest dide min, bi min mijûl dibe, min maçî dike, min hemêz dike û şorên evînê ji min re dibêje, kêfa min jê re tê."

Li qata zemînê, aşxaneyek heye ku komeke dayikan tê de xwarinê difiroşin, hema xureka (arê garisî û fasûlîyên barbûnye) ku bi destê xwe çêkirine. Ev xwarinên hanê jî, tên reqabeta comida de rancho (5) dikin. Zarokên li girtîgehê ji dayikbûyî li dora wan civîyane, dayik jî hewayê tianguiyan ji nû ve çêdikin; ev peyva bi zimanê nahuatl, tê maneya bazarên mezin û rengareng ên ku li taxên herî jar yên Meksîkoyê û li deverên din ên welêt peyda dibin. Li Santa Martha Acatitlayê, zarok pîroz in; dayik jî pîroz in, digel ku hin ji wan di şûn û warên ji bo karê malê veqetandî de bimînin -di hin zemînên girtîgehê de, girtîyên cuda hene, yên ku xwe li lîstik û qerebalixa zarokan nagirin û dayikan napejirînin-. Lê herçîya dijûn ji jineke ducanî re gotibin, ji bedena dayikane re rêz negirtibe, an jî li zarokên piçûk xistibe, nahlet lê be! Ev dayik, ji bo girtîyan weke mînak in, jinên hepsî di karên malê yên van jinan de, li heyînîya malbata xwe û nexasim zarokên xwe yên ku ew nikarin wan bibînin, digerin. Carinan, dayik, keç, nevî, jinbira di nav girtîyan de cih digrin, wan jî girêdanên xwe yên kesûkarîyê û adetên xwe yên malbatî ji nû ve ava kirine. Li nav vê dostanîyê, di derbasokan de rûyên madûmiroz, qûlkirî, tirsonek, ji rîtma bêaheng a gerên xwe re hiştî, dimeşin, tijî tiryak û êşên bêderman, ew gotinên qutkirî îfade dikin; ev amajeyên sîyayî mijdarîyeke peyvan derdibirin. Êdî kes li wan naaliqe û awirên "zindîyan" bi wan nakevin. Bi demê re, di vî warî de ku herkesê timî rastî kesên din tê, hebûna wan li ber çavên xelkê winda dibe; li girtîgehê, pir kes jî di kevîna tenêtîyê de bi bin dikevin.

Margarîta pîreke aram e. Lê ihtîmal e ku ew ê di girtîgehê de pîr bibe; ew ji mêrkujîya bi qestî mehkûm bûye. Gunehê Margaritayê çi bû? Ew di demeke şaş de li cihekî şaş bû. Her roja xwedê, wê di kolaneke qerebalix de mutbexa xwe ya seyyar bi cih dikir; li cem bîdonên avê û sîtilên tijî penîrê Oaxaca, dolmeyên huitlacoches û chiles jalapeños, li ser menqela xwe, comalê quesadillas dibiraştin (6) û ev heta dawîya ber êvarkî difirotin. Tax fêrî hebûna vê jinê bûbû, jina ku weha bi awayekî bêihtîşam, wêrek û bi şeref debara xwe dikir. Li ser kevîya rê ku Margarîtayê tê de nixtamal (7) tevlihev dikir, pevçûnek derket, qerebalix çêbû û derba kêrê li mêrekî ket û mir, ew jî bê guman qurbanê arîşeyeke navbera keleşên dijberî hev bû. Dema ku polês hat cihê bûyerê, Margarîta hê jî li cihê xwe disekinî. Di serî de, ew weke şahida sereke birin qereqolê, paşê bû gumanbara tawanê û, di dawîyê de, ji mêrkujîyê mehkûm bû. Detayên vê lêpirsîna ku bi lez û bez hat meşandin, nayên zanîn. Xwendin û nivîsandina Margarîtayê tune ye, û wê jî, bi pêbawerîya koran, hemû belge îmze kirin.

Em dizanin ku, ji ber kêmasîyên perwerdeyê û mûçeyên pir nizm, polîsê meksîkî di destê endustrîya tawanê de ye û di dunyayê de yek ji polîsên herî bertîlxur e jî. Margarîta bi makîneya polîs û ya dadgerîyê re rûbirû maye, makîneya ku, ne ji bo wê, lê li dijî wê dixebite. Tahlîya berdaneke dualî pê re heye: edaletê dev ji xelkî berda û "civaka sîvîl" jî dev ji edaletê berda, yanî şahidên bûyerê (ji ber tirs, tirsonekî an nepeywendîdarîyê) negotin ka wan çi dît û çi nedît. Margarîta, ji bo ji nû ve mehkemekirinê, di nav hewldanan de ye. Lê, heta niha daxwazên wê hatine redkirin.

Duşemê 20ê tîrmeha 2009ê, di atolyeya darteraşîyê de, haleyeke zirêçî derdikeve holê û hatina baranê nîşan dide. Li ser dezgehên bi sîtilên boyaxê li ser hev kirî, parçeyên lambrîyê, frîz, kaxizên dîwêr ên hatine bikaranîn, kornîşên derizî, hevîrê modelçêkerîyê, bişkok û destikên mobîlyayan, firçe, konserveyên zingargirtî yên weke qutîka pênûsan hene; jin li wir çarçove, albûm, portmanto, binkê sînîyan çêdikin, ku wê bi pey re ji alîyê girtîyan ve bên kirrîn, an jî di hin dikanên herêmê de bên firotin. Di hatina şevê ya bi bêhnên çirîşa darî de, li nav firçeyên kurîşkî yên resimê û kaxizên qutbûyî, solên ji rengê axê yên La Reina del Pacifico (Şahbanûya Pasîfîkê) diçirisin. Sandra Avila Beltran, ku li Sinaloayê ji dayik bûye û pir dewlemend e jî, ji hêla hukumetê ve bi serkêşîya qaçaxkarîya tiryakê li Meksîkayê hat mehkûmkirin û, ji îlona 2007ê û vir ve, li girtîgehê ye. Pantorekî qehweyî yê tewandî û korsajeke rengê kremayê çirûskî lê ne ku digel neynûkên wê yên qusandî û porê wê yê reş î bi şiklê lozanjê, diguncin. Bi mîlyonan dolarên wê hebûn, markayên meydana Vendomeyê lê bûn, ji nêzîk an ji dûr ve, wê serkêşên bihêztirîn kartelên welêt nas dikirin, lê, anuha, ew digel xebatkarê atolyeyê li ser pîvanên neynikekê şor dike. Di rabirdûyê de, ewqas hezkirîyên wê hebûn, anuha, ew bi tenê ye û di vê neynikê de, li wêneyê xwe yê berê digere.

Ji bo piranîya van jinan, fikira "cihekî din", berî her tiştî têkoşîna li dijî jibîrkirinê ye. Dema ku neynik û dîtina mirov, digel dîwarên bi rengê mezarî tên, ji ber qîrînên depresyonê, pevçûnên hevgirtîyan û kwîtandina emrên "serikên piçûk", mirov nikare di nav wan de razê, dûrbûna ji dunyayê asayî ye. Zehmet e ku mirov ber bi derveyî ve here, bi wateya van çîtan bawer bike, dema ku ew ji bo bêhtirî 20 salên hepsê mehkûm bû, dema ku temenê mirov bi qasî cezayê bê ye û malbat û hevalan jî ew bi temamî ji "dîwar kir" û ji bîr kir. Jixwe, hejmareke mezin a girtîyan xwe dispêre ol û dînê, an jî bawerîya Încîlparêz, Mormon, Şahidên Yahweyê, hildigrin, ku ew jî, berevajî bernameyên çandî, bi rehetî xwe digihînin zindanê.

Ji ber heyînîya taybet a her girtîyekê, her yek li gor pîvan û nirxên cida û dijberî hev, jîyana girtîgehê derbas dikin, ku ev nirx jî, bi rabirdû û siberoja wan a li derve ve girêdayî ye. Ji bo hin jinan, piştî dawîya cezayî, azadî mîna karê wezîfedarên goristanan e: ew bi tenê ne, bê alîkarî û ji malbatê derêxistî, di nav bêîstîqrarîya kolanê û bêkarîyê de dimînin. Li derve, bi pey koçeke ferzkirî ya çend salan, heta dehsalan re jî, ew carina rastî "zemîneke din" tên ku ji bo wan nenas e û ew jî ji bo wê nenas in, an jî tenê bi statûya xwe ya ´eybê tê de naskirî ne: ya kevnegirtîyan. Carcaran, ew li girtîgehê vedigerin. Ji 42 jinên ciwan ên ku di kanûna 2008ê de hatibûn berdan, 18 di dawîya çileyê 2009ê de vegerîyabûn.

Çavkanî

Cathy Fourez:
Profesora zanîngeha Lille 3

  1. Michel Foucault, Surveiller et punir [Çavdêrî û ceza], Gallimard, Parîs, 1975
  2. Hin jin li girtîgehê dizên û zarokên wan dikarin heta temanê 5 sal û 11 mehan li cem wan bimînin
  3. Li gor anketeke ku ji hêla Jose Luis Castro Gonzalez ve hatîye kirin û Luis Manuel Serrano Diazî, mamosteyê pêzeliqandinê yê Centro Femenil de Readaptación Social Santa Martha Acatitla, di dema du hevdîtinên tebaxa 2009ê de li Meksîkoyê, pêşkêşî me kir
  4. Îfadeyên girtîyan ku li vir cih digirin, ji rûniştinên atolyeya nivîsandinê ya tîrmeha 2009ê ya li Reclusorio Femenil de Santa Martha Acatitlayê hatin girtin
  5. Girtî, weha xwarinên girtîgehê bi nav dikin
  6. Ev xurek, bi rêzê weha ne: kumikeke reş û boz a xwarbar, ku li ser garisî mezin dibe, îsotên meksîkî, tavika adetî ji bo biraştina tortillayan û boreka garîsî ya bi penîrî dagirtî
  7. Hevîrê garisan

Wergera ji fransî: Simko Destan