Guherîneke çawa li pêş Tûnisê ye?

Tûnis
Translator

Ev demek e ku Tûnis ji nav vê lîstika siyasî ya tevizandineke demdirêj derdikeve, pêşengên partî, sendîka û komeleyan ji bo qayimkirina şûna xwe têdikoşin. Lê belê pirseke girîng li vir xwe dide der: roleke çawa divê ji bo nifşên nû yên di nav liv û tevgerê de ne, bê spartin?

Partîya serok a berê, Kombûna Destûrnameyî ya Demokratîk (RCD), wê wisa pir bi hêsanî, bi fermaneke esmanî ji holê ranebe. Çavdêrîya bi navgîna tevneke hûr û berfireh a welêt tenê rûçikekî desthilatdarîya wê bû. Partîya ku li nav dil û hinavê kargerîya welêt geriyayî, di qadên aborî, çandî, werzîşî… de xwedî gelek fonksîyonan bû. Wê hem dikaribû hin gep û bertîl bidana eşîran, hem jî devê xizanan şîrîn bikira. Ev jî ji bo partîyê dibû misogerîya bandora kontrola siyasî û di heman demê de jî misogerîya pêkanîna bingeheke girîng a civakî. Ev kokdarî ne astenga yekane ya li pêşîya şoreşê ye. Li alîyekî, artêş xwedî ciyekî serdest e (gotara Olivier Piot bixwînin, r. 14); li alîyê din, hêzên weke ku nobeta valahîya heyî wergirtiye ser xwe, bi çetinahîyên mezin re rû bi rû ne.

UGTT sazîyeke pirrû û guhêrbar e

Yekîtîya Gelemperî ya Kar a Tûnisîyan (UGTT), ku sendîkaya yekane ye, pir caran weke rêxistineke xwedî jêhatîbûna tevgerkirinê tê rave kirin. Bi hebûna xwe ya li her derê welêt, ew ê, li gor hin analîstan, bibûya pêşenga serîhildana niha ya berdewam û alternatîveke RCDê. Rewş veguherî pir dûrî vê îmaja hevgirtî, UGTT sazîyeke pirrû û guhêrbar e. Pênc hezar endamên wê xwedî bergehên cur bi cur in û gelekan jî xwe li RCDê girtiye. Bi taybetî, rêveberîya wê pir caran pê li frênên çalakîyên protestoyî dikir, mesela çalakîya Gafsayê ya 2008ê. Di navbera rêveberî û girseya sendîkayê de hevnegirtinek heye: ji kongreya 1989ê ve, çerxa karîgerîya wê di nav demê re bû navendî. Ev rewşa ku ber bi berjewendîya sekreterê giştî veguherî, zerar da kadroyên herî daxwazker û paşî dûrxistî û di nav bêdengîyê de hatî hiştin.

Partîyên dijberîya legal, ên ku sazkirina hikûmeta yekîtîya neteweyî guftûgo kirin, di nav rewşa xwe ya mutewazî de şerpeze ne. Wan ji xwe re pir hindik cih dît li dorbajarên (El Kasserine, Sidi Bouzid, Gafsa) ku di salên dawîyê de ji her derê bêhtir têkoşîn meşandin. Wekî din, daxuyanîyên wan ên dawî dilbijokîya serokên wan ên ji bo serokomarîyê didin der: Ji Kombûna Sosyalîst a Pêşverû (RSP), Nejîb Şebbî; ji Forûma Demokratîk ji bo Azadiyan û Kar (FDLT), Mustapha Benjaafar; û heta ji Ettajîdê, Ahmed Brahîm.

Herî dawîyê jî, rêxistinên parastina mafên mirovan û rêxistinên din ên serbixwe nekarî xwe bidin xuya kirin, ji ber ku bi hemû liv û tevgera xwe ve, xwe dan têkoşîna li dijî zext û zorên ku lê rast dihatin. Ji nav rêxistinên ku, heta niha, neçarî meşandina kar û barên binerdî bûne, Partîya Komunîst a Karkerên Tûnisî, li dijî sazkirina hikûmeta yekîtîya neteweyî radibe. Herçende bi çalakbûna xwe ya li Gafsayê ya 2008ê xwe rewa kir, ev partîya çepa radîkal weke komikên piçûk virnî ma. Partîya îslamî, Ennahdha, bi encamên zordarîyeke dirinde re rû bi rû dimîne û gelek kadroyên wê mexdûrî sirgûnê bûne. Nîhayet dijberê li sirgûnê, Moncef Marzoukî li hemberî Bin Elî bû sembola biryardarîyeke pir zexim, nebû xwedî derfeta li hev komkirina mîlîtanan. Wî da zanîn ku dilê wî heye wezîfeyên xwe radestî ciwanan bike.

Weke henekeke dîrokê, dîktator 2011 weke "sala ciwanan" îlan kiribû. "Bin Elî biryareke wisa da, em jî wê di cî de pêk bînin": ev hevoka xwepêşanderekê balê dikşîne ser hevnegirtin û jihevdûrketina siyaseta bijarte, komeleyî û sendîkayî û nifşên nû yên ku gelek caran ne rêxistî, ne jî girêdayî ne. Li gel vê yekê jî, ev meha raperînan dihêle ku apolîtîkîtîya wan a mijara gotinê êdî bi çavekî din were nirxandin.

Ev nifşên nû bi giranî ji nûgihîştîyên ku bi çavsorî sînga xwe didin ber guleyên polîsan pêk tên û piranîya kesên rêzên pêş ên di xwepêşandanan de cih digirin, temenê wan di bin sî salî re ye, eynî weke xwepêşanderê ku êvara 13ê çileyê ji Kramê ber bi Qesra Carthajê kete ser rê. Ji dotira rojê û vir ve, ciwan rasterast dixwazin ku dîktator welêt terk bike. Ew dixwazin êdî dawî li xanedana baviksalarî bînin û ji bo vê yekê deverên qedexekirî dagîr dikin û polîsan neçar dihêlin ku serîhildana wan silav bikin. Herçende eger bikaranîna Înternetê bûbe sembola amadekarîyên serîhildêran, tecru-beya komîteyên teqayuzê jî di vê de roleke girîng lîst. Di dema van teqayuz û nobetan de ciwan di navbera xwe de dipeyivin, hev agahdar dikin û biryarê didin. Bi pêkanîna ewlekarîyê, ew rola hêzên nîzamê jî digirin ser xwe. Sloganên pêkanîna nîzamê tên gotin: bila tax bi tax lîsteyên mîlîtanên RDCê bên amade kirin, bila kes dibistanan neşewitîne… Serê sibê, bi komkirina çopên li kolanan serîhildêr xizmetên şaredarîyan jî bi xwe bi cih tînin.

Ciyê ku di avakirina siyasetê de ev serîhildêrên hejmara wan bi sedan hezar e, bigirin, venûkirina fîgur û kar û barên siyasî, wê paşeroja şoreşê diyar bikin.

Çavkanî

Lêkolînerê li Enstîtuya Lêkolîna Siyasî ya Aix-en-Provenceyê, ya girêdayî Enstîtuya Lêkolîn û Xebatên li ser Cîhana Ereb û Misilman (IREMAM).

Wergera ji fransî: Baran Nebar