Haîtî, dîrokeke azadî û êşê

Dîrokeke du sed û bîst salî
Translator

Dîroka Haîtîyê bi şoreşekê dest pê nekir û bi erdhejekê jî bi dawî nehat. Welat berîya hingê jî hebû û wê paşê jî hebe. Dîroka durr a giravên Antîlê – navê wê yê sedsala 18ê ye – îlhamê dide nivîskar û lêkolîneran. Bi vî rengî Eliane Seuran bîografîyek diyarî Vincent Oge (1) kir ku qedrê wî pir nehatiye zanîn. Hîn berî serhildana koleyan, ev "mirovê rengîn" – li gorî pênasên hingê ev nav lê hatibû kirin – li dijî pêşhukmên ku ew jî mexdûrê wan bû, têdikoşîya. Çîroka Seuran alîkarîya me dike ku em bikevin nav jiyana jibîrbûyî ya vî melezê azad û têgihiştî yê ku fikrên şoreşa Fransayê ew heyranî xwe hiştine. Lê belê Oge pêşengek e, tekûz e û tepişkor e ku spîyan wê ew sala 1791ê ji holê rakira.

Aktorekî din ê giravê yê ku qedr û qîmetê wî nayê zanîn Etienne de Polverel e. Sala 1792ê komara ciwan a Fransayê du komserên pir erkdar şandin Saint-Domingueyê. Leger-Felicite Sonthonax ê weke êgir û bizotê ji Polvérel baştir tê nasîn. François Blancpain ji bo me serpêhatiya jiyana wan nivîsiye. (2) Hîletê xwedîyê erdan ji wan diçû. Wan şerê li dijî Spanya û Ingilîstanê bi rê ve dibir. Wan pîvaneke radîkal ya ku bi gelekî ji erkên wan û wê de bû qebûl kir: Ji bo herkesî azadî. Vê lihevhatinê wê pişt re li tevahiyê koloniyan dawî li koledariyê bianiya.

Avakirina Haîtîyeke nû koma hizirîn û çalakîya ji bo Haîtîyeke nû*


Mirov çawa ne bi tenê herêma Port-au-Prince, belê tevahîya Haîtîyê ji nû ve ava bike ? Bi sedan mirovên zanîngehan û kesên bispor ji bo bersivdana vê pirsê hewl da: Jinûveavakirina vî welatê, ku yê gelekan ji wan e. Nivîskarên Koma Lêkolîn û Çalakîyan ji bo Haîtîyeke nû (GRAHN) di nava deh beşên mezin de planeke hevgirtî ya ji bo bîst salan pêşniyar dikin. Xebata wan ji rewşa heyî ya dramatîk dide rê – berhem tu tiştî nehênî nahêle – û ne ji dema erdhejê mayê. Ne bi tenê ew pêşniyaran dikin. Lê ya wan, ji destpêkê ve tu berjewendîyên wan ên ferdî yan jî eşîrî nînin ku divê biparêzin.
 
Ji analîza xelekên li xwe didewirin yên girêdan û pirsgirêkên nasnameyî, civakî û hawirdorê, herî kêm sê daxwaz derdikevin holê: Perwerde, pêşketin û starbûn.  Ev li dora dewleteke parêzvan, stratejîst û bê alî ya ku qet di dîrokê de pêk nehatiye çêdibe û nivîskar hewl didin vê dewleta ku berevajî ya heyî ye, bidin nasîn: “Bêîstîqraîya siyasî, lawazîya jêrxaneyê, zehmetiyên peydakirina fînanskirinê, bêkêrîya îdareya dewletê, nebûna mirovên jêhatî û bisporan, (...) şîddet, bertîlxwarin, redkirina dewleta huqûqê ...” GRAHN amade ye ku tevahîya plankeran re kar bike û pêşniyar dike ku çavdêrîyeke alîkarîya biyanî jî organîze bike. Dema mirov bûyerên ku berê nayên dîtin, yan jî hevnegirtina alîkarîya navneteweyî li ber çavan bigire, hingê ev kar bivê nevê hewce ye.
 
Karekî zêde mezin ê jinûveavakirinê ye, ev berhem divê serê pêşî nîqaşek û têkoşînek be ku hê jê re maye mirov wê bi ser bixe.
C.W.
 
* Weşanên Presses internationales Polytechnique, Montreal, 2010, 617 rûpel, 50 euro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê




Lê belê Polverel baş dizane ka azadiya li ser hatiye lihevkirin, bêyî reformên aborî çiqasî êmê xapandinê ye. Mirov çawa kesekî ji nû ve azad bike ku mirovî ew bi tu rengî ji bo azadiyê, ji bo bibe welatîyek û hilberînereke bîrbir amade nekiriye? Ew li zevî û erdan difikirî ku bi destê xwedîyan (yan jî bi destê dewleta ku dikeve şûna koçberan) û koleyên berê yên ku bûn cotkar bi hev re tên birêvebirin. Polverel weha dinivîse: "Sîstemeke ku vegera ber bi koledarîya berê ve û derbasbûna xizmetkarîya dildarî nemumkin bike, wê wekhevîyê bigihîne asta herî jor (...) û bi rêya vê sazîyê tevahîya çînên welatîyan wê rêzê ji heman berjewendîyan re bigirin, zevîyan û berhemên çandinê biparêzin. (...) Mirov civakê bi awayekî bi rêxistin bike ku dabeşkirina newekhev a dewlemendiyê heta mumkin e kêm zirarê li Azadî û Wekhevîyê bikin." Tu birêvebirên dawîyê yên Haîtiyê wê nedane ser şopa fikirên Polverel. Hema bêje hemû xwe weke mîlîtarîzmeke cotkarîyê nîşan didin, ku heta bi radeya vegera ber bi koledarîyeke navê wê nayê bilêvkirin e.

Aime Cesaire ê ku sala 2008ê mir, ji welatê Toussaint Louverture heta mirov bêje bes hez dikir: Ji bo wî, ew der objeyeke xeyalan û efsûnê bû. (3) "Ji dawîya salên 1950’î û vir ve Haîtî veguherî ser welatekî qedexekirî... ne mumkin e ku ez biçimê: Heke biçim wê weha xuya bike ku ez li ser navê reşbûnê piştgirîya rejîma Haîtîy dikim." Rejîma malbata Duvalier, ango ya herî xirab. (4) Lilian Pestre de Ameida peywendîyên nivîskar û siyasetmedarên martînîkî bi Haîtîyê re analîz dike: Jin û mêrek, efsaneyek, helbestek. Ceribandina wê ji me re behsa vê hevdîtina tovrind dike, behsa vê dildarîya ji bo welatekî dike ku lê koleyan serî hildan. Gelo îroj pêdivîya Haîtîyê bi hin Cesaire’ên din heye? (5)

Herçend weke romannivîs serpêhatîyeke piştî erdhejê jî pêşkêşî me dike, Yannick Lahens (6) bi vî rolî ranabe. Ev jina romannivîs xwe dûrî rastîyên eşkerebûyî digre, bi kêfxweşî behsa jiyana rojane ya ku şopa piştgiriyê li ser e dike û derbarê welatekî şikestî de pirsan ji xwe dike. Ew bawer dike, yan jî hez dike bawer bike ku welat dikare vejî. Herçend em nizanibin jî ka ev yek wê çawa pêk were: "ango em veguherîn esrarkêşan, mubtelayên kokaînê, mubtelayên narkotîkê ku navê wê alîkarîya navneteweyî ye. Ji bo jinûveavakirina bi rastî divê kalîte jî pê re hebe, kalîteya ji bo dermankirinê bi rêya ji jehrêpaqijkirinê tevî êş û azarên jêcihêbûnê yên berîya rêya dirêj a ber bi xweserîyê ve. Em jê dûr in."

(1) Eliane Seuran, Le métis aux yeux clairs ou l’histoire d’un « homme de couleur » à Saint-Domingue (1789-1791) [Soryazê çavkal yan jî serhatiya "mirovekî rengî" li Saint-Domingue’ê], Frison-Roche, Parîs, 2010, 155 rûpel, 14 euro.

(2) François Blancpain, Etienne de Polvérel, libérateur des esclaves de Saint-Domingue [Etienne de Polverel, azadkerê koleyên Saint-Domingue’ê], Les Perséides, Bécherel, 2010, 235 rûpel, 19,90 euro.

(3) Lilian Pestre de Ameida, Aimé Césaire, une saison en Haïti [Aime Cesaire,demsalek li Haîtiyê], Mémoire d’encrier, Montreal, 2010, 238 rûpel.

(4) Bixwîne, Evelyne Trouillot, La mémoire aux abois (Bibîranîna pêsîrtengîyê), Hoëlbeke, Parîs, 2010, 188 rûpel, 18 euro.

(5) Her weha binêrin li « Conversations sur Haïti avec Césaire » [bi Cesaire’î re axaftinên li ser Haîtiyê], Monde-diplomatique.fr, 19ê nîsana 2008’an.

(6) Yannick Lahens, Failles [derzên erdê], Sabine Wespieser (edîtor), Parîs, 2010, 160 rûpel, 15 euro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê