Haîtîya di navbera Xwedê û NGOyan de

Balafirgeha navneteweyî Toussaint Louverture hate ser xwe. Paqij e û hema hema mêvanperwer xuya dike. Nêrdevanên wê yên jixweber hildikişin û dadikevin û dikanên wê yên ji barê bacê azad, hene. Holên wê yên seyyar hene ku mirovan yekser heta bi nava balafiran dibin, ev holên seyyar berê qet tunebûn. Mirov bi van dîtinan hêvî dike ku jinûveavakirinê dest pê kir, ew dest pê dike, milyarên ku hatin danezan di dawiyê de êdî digihin hedefên xwe yên pêşî. Mirov ji buldozer, greyder û kamyonên avahîsazîyan ên li ser kar difikire. Mirov dest pê dike difikire ku ev kar vê blokusê rave dikin, ango vê xetimîna çûnûhatina ´erebeyan ku şifêrê taksiyê di cîh de weke tiştekî misêwa da zanîn.

Lê belê rastî ne ev e. Tamîrkirina balafirgehê, digel şûştin û paqijkirina rahên sereke, projeyên tenê ne ku di nava duwanzdeh mehan de pêk hatin : jinûveavakirinê dest pê nekiriye. Berevajî avahîsazîyên herî zexm yên paytexteke îroj wêran, kontrola çîna siyasî û elîtên ku vî welatî ji du sed salan û vir ve difetisînin xwe li ber erdheja 12ê çileya 2010ê girtin, heta bi peyvan jî didizin û peyva "jinûvedamezirandinê" jî kirin ya xwe, ku projeya tevgera civakî ya jinûveavakirina sazî û avahiyên dewletê pêk tîne ... û wateya wê jî şûştin. Di rewşa heyî de "jinûvedamezirandin" berdewam û sereqetî ye.

Em bi hesabên vê felaketê dizanin, ku tiralî (an bêhişî) ya texlîdeke dewletan - ji avahî, navgîn û siyaseta rewa bêpar -felaket xirabtir kiriye. Bi xêra alozîya bajarî, nebûna binesazîyên li gora bajêr, bi qasî bi xêra tevgeraqaşûlên erdê, ev hesabê bobelatê derdikeve pêşiya me : sê sed hezar mirî, ewqas jî birîndar û seqet, bêhtirî milyoneke mirovên koçber ku piranîya wan di sedan wargehên li dora paytextê de bi cîh bûne.

Dîmenên Port-au-Princeyê yên di televîzyonê de – ku li dîmenên herî xirab digere – dikirin ku mirov li bajarekî ji binî ve hilweşiyayî bifikire. Bilindbûna dîmenên felaketê bêhtir bala temaşevanan dikişand. Rastî tiştekî din bû ; ew jî ewqasî trajîk bû. Çend komên avahîyên pirqat, nemaze avahîyên dewletê yên pirqat bi tevahî hilweşiyan. Li taxên kevin ên navenda bajêr û li rojavayê bajêr serê çar xanîyan sisiyan kêm û zêde xwe li ber erdhejê girt. Dema ku mirov bi girên xizanîyê yên derdorê (bilindahîyên cografîk kêm û zêde bi çînên civakî re li hev dikin) ve hildikişe, zirar û ziyan kêmtir e. Karekî ku bi sedan muhendisên ji Haîtîyê û biyanî bi bayê bezê kirî ango bi rengan nîşankirina avahiyan jî vê yekê piştrast dike : kesk (mirov dikare têde bimîne), porteqalî (divê were tamîrkirin) û sor (divê were xirakirin). Em çiqasî bi van bilindahîyan ve hildikişin, ewqasî kesk zêde dibe ... Li jêr sor zêde ye, yan jî wargeh zêde ne.

Çawa mirov digihêje Haîtîyê, mirov wan dibîne, mirov bi wan dihese, lewma li devera nêzî balafirgehê li ser erdên rast ên Croix des Bouquets'ê, ên Tabarê û li ser tevahiya deşta Cul de Sacê gelek wargeh hene. Kontrola bêrmên lastîkî yên ku ba li wan dixe, pêlên mezin ên şîn û spî di ava wan de çêdike, carinan hin rengên nepayî yên maddeyên din ên parastinê jî li van rengan zêde dibin. Wargehênku doh li taxên li ber perê deryayê yan jî girên herî zêde kaş – taxên xizan ên xanîkên ji tenekeyan ku ji dehsalan û vir ve bêyî westan fereh dibin - dihatin tercîhkirin, êdî dest pê dikin û dişibin wan.

Konên ku li rex hev hatine rêzkirin, ewqasî bi hev ve ne ku mirov bi zorê dikare maseyeke plastîk bixe navbera didu ji wan. Di qadeke pir teng de bihevrejiyan, şert û mercên jiyanê di demsala baranê de (ji hezîranê heta çirîya paşî) di navbera ranegirtin û rezaletêde tê û diçe. Û tevî alîkarîyeke ji derve ya "lezgîn" û "gelek" jî ev yek diqewime.

Qada golfê ya Pêtyonvîlê, deverek e ku berê hin kes pir diçûnê. Sîh hezar kes tê de disitirîn. Li gorî wargehên din rewşa wê baştir e : mîmarên bexçeyan ku fikaran derbarê rehetîya lîstikvanên golfê de dikin, siyên gelekî baş çêkirin – gelekî bi kêr tê bo ku mexdûrên li qadê nû bi cîh bûne, ji roja di navbera du reşeşiyên baranê de tîrên xwe diweşîne, biparêze – û herweha rêyên fireh ku çûnûhatinê hêsan dikin jî çêkirin, li deverên din bi xwe kaos serdest e. Şiverêbi kîsên xîzê hatine dîwarkirin daku rê bide ber ava baranê ya xiraker. Û wekî din li Pêtyonvîlê çend sinifên dersan ên demî bi derfetên heyî hatine çêkirin, klînîkeke ji bo zarokan, têra xwe nuqteyên avê ji bo herkesî, hin rojan di qadeke kolektîf de kafeyeke înternetê heye û penaber ne pir dûrî deverên xwe yên berê, hatine bicîhkirin.

Saziyên derveyî hikûmetê (SDH-NGO) peydakirina ava vexwarinê û paqijîyê misoger dikin, avdestxaneyên seyyar vala dikin û kaniyên seyyar tedarîk dikin. Weke li deverên din Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo Biîstîqrarkirina Haîtîyê (Minustah) – piştî ku bi destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê dawî li desthilatdarîya serokdewlet Jean-Bertrand Aristide hat anîn, hate welêt – li wir e. Lê belê,weke li deverên din,tu tişt ji dewleta Haîtîyê diyar nîne! Penaberekî di konseya wargehê de weha vê yekê piştrast dike "wezîrek, li vir ? Min tu carî nedît. Dibe ku ji nerazîbûnan bitirsin..."

Pêtyonvîl îstîsnayek e : Bextê wargehan hemûyan ewqasî xweş nîne. Bi ser de jî ban zêde xwe li ber bahozan nagrin. Di wargehan de kelmêş, cird û heywanên din ên parazît jî dihewin. Lewma jiyan – yan jî wateya ji mirinê xilasbûnê – bi lez bi ser dikeve, dikanên piçûk bi pêş dikevin – qamîşên teze, coca, clairin(vexwarineke bi alkol e ku ji qamîşê şekir tê çêkirin), sabûn – çawa ku kantîn û hêdî hêdî hewldana avakirina îşekariyê jî bi pêş dikeve. Bi heman rengî seranserî kolanên tengik ên bêhngenî, firotina malên qaçax ên piçûk zindî dibe.

Dema hewa şilî nebe û zuwa be, li her deverî di nav zerreyên hewayê, pîsî ya sereke ye. Qirêj jî basîlên kolerayê dihewîne, ev basîlên kolerayê piştî sedsalekê ji nû ve vegeriyan giravê. Ev nexweşîya ku nisbî bi hêsanî pêşî lê tê girtin – derfetên mirov hebin ku paqijîyê peyda bike û karibe destê xwe bişo, tehlûkeya nexweşîyê sînordar dibe – li vir jiyana mirovan dide ber xwe û wêran dike. Heta nîvê meha kanûnê sed hezar mirov bi vê nexweşiyê ketin, sîh û çar hezar ji wan li nexweşxaneyê hatin razandin. Heta nîvê meha kanûnê hejmara miriyan a hatî jimartin bêhtirî du hezar û du sedî ye. Bager û bahoza bi navê Tomas ku 5ê çirîya paşî girav da ber xwe, bû sebeb ku bakterî bi leztir belav bibin. Li her deverî kanalîzasyon servekirî diherikin û qirêja xwe tevlî çop û sergoyên ku bahozan bi xwe re anîne, dikin. Bi sarincên ava boş û çopa di nava wan de, wargeh dibin sergoyên mezin ên ku weke qurbanî li ber rehma vibriyoyên kolerayê ne.

Lê belê dirindeyên din jî nermetingî li deverê diçin û tên : Xwedîyên erdan. Li ser qada golfê, gefxwarin û çavtirsandin bi kar anîn û koçberên ji cih û warên xwe bûyî û li ser erdên bi yên wan ve bicihbûyî, dan revandin. Pevçûn her ku diçe zêde dibin :Erdên vala ji hingê ve weke zêr bi nirx in. Spekulasyon rêya xwe xweş dikudîne, û buhayê erd û milkan, ku carekê bilind dibin, destekê didin vê şêlê. Di erdhejê de tunebûna arşîvan, neewlebûna derbarê mijara ka kî xwedîyê milkekî ye û li seranserê welêt nebûna kadastroyê dibe sedema pirsgirêkên bê hejmar.

Kirê ? Kirê sê caran ji berê bihatir bûne. Mantiqê vê rewşê heye, lewre ku êşbiyaza xanîyên bi kirê kêm bû û daxwaza kirêkirina xanîyan bi careke bilind bû. Rewşa lezgînSDH neçar kirin û tu riyên li ber wan nema. Dewlemendên nû peyda dibin. Ên berê ango rêvebirên olîgarşîyan xwe zexm û xurt dikin. Wekî ku doktorek bi kurtî dibêje : "destbiratîya rojên berê êdî nema, hilweşîya. Em niha gihiştin encameke nepayî : Newekhevî bêhtir dibe!" Ji niha ve li nîvê rojavayê dinyaya me, newekhevîyên herî zêde li Haîtîyê ne.

Armanca sereke paqijkirina xirbeyan e. Komên ku endamên wan t-şortên bi rengên SDyan li xwe kirine, bi lodên xirbeyên avahîyan ketine, alavên di destê wan de bêr û melkês in ku şûna wînc û buldozeran digirin. Sîsîfoyên (1) tropîkal, bi şev tiştên ku baranên tropîkal ji hev bela dikin, bi rojê didin hev. Wateya vê ew e ku mirov bêje berdarî kêm e jî hîn hindik e. Çop çî di bîdonan de û çi jî belawela be, zikçûnên herî xirab peyda dike. Herkes vê dubare dike : Bi leza kamyonan a niha, wê deh sal jî ji bo veguhestina xîz û kevirên xirbeyan têrê nekin.

Ku mirov ji konan derbasî xanîyên demî (dema xwegirtinê pêşdîtî ji bo van xanîyan, sisê heta pênc salan e) yên ji dar, plastîk û tenekeyan bibûyana, vê yekê wê destûr bida ku hîmê jiyaneke ewletir deynin. Avakirina sed û çil hezar xanîkên bi vî rengî – stargehên T – tê plankirin û heta tê fînanskirin jî. Xanîkekî panzdeh metrokare 1 500 euro ye. Lê belê li ku? Li ser kîjan erdî? Û çawa tên bi dest xistin û desteserkirin? Bi dizî, bi qaçaxî tên kirîn? Li Haîtîyê "siyaseta xanîyan" di nava pênc wezaretên cihê de tê koordînekirin. Ji koordînasyonê bêhtir tevlihevî û sergêjî ye. Di rastîyê de siyaseta xanîyan nîne. Encam jî ev e ku, tevî zextê jî, di nav yanzdeh mehan de bi tenê yanzdeh hezar avahî hatin lêkirin! Ta ku xanîyên herî dawiyê hatin çêkirin, êdî yên pêşî wê hew bi kêr werin... Bi ser de jî hejmara "kesên di konan de" kêm nabe.

Çileyê bihorî, felaket bû sedema reva ji bajêr. Deverên derdorê yên derveyî bajêr hingê nêzî nîv milyon mirov hewandin û hewl dan ku bi alîkariya SDHên li deverê amade û şaredarîyan (derfetên wan bi xwe nebûn), dibistanan, xanîyan û xizmetên tenduristîyê bidin, belavkirina nan, zad û qût, avahîsazî û dermankirina derûnî organîze bikin. Malbatan pişta hev girt daku xizmên xwe bihewînin. Carinan gihişt wê astê ku abora wan hemû di ber de çû. Encamên vê yekê jî, xizanbûna derdorên derveyî bajêr û nekarîna rêlibergirtina pirsgirêkeke mezin a kevin, ango navendparêzîyeke hîper bûn.

Di dawîya çend mehan de, % 80yê mirovên ku ji paytextê veqetiyabûn û berê xwe dabûn derdorên derveyî bajêr, berepaş vegeriyan. Kêm jî be, mirov pê dizane ku li paytextê hin xizmet peyda dibin – wargehên mexdûrên felaketê jî di nav de – ji hawîrdoreke holikeke neewle ya li derveyî bajêr biqîmettir in: Dibistanên baştir, alîkarîya çêtir, şansên başti r(heta yên ku ji xwe re li hev bên jî) yên peydakirina karekî, û hwd. Koçberîya nav welêt vegeriya ser seyra xwe ya berê û leza xwe ya zêde. Wargeh wê hê demeke dirêjtir jî hebin.

Ji mêj ve ye ji bo piranîya xelkê Haîtîyê navenda xizmeta gelemperî ne dewlet e: SDH bûne navenda xizmeta gelemperî. Berî erdhejê, Bernameya Zad û Qût a Dinyayê (BZD) nêzî du milyon welatîyên Haîtîyê xwedî dikir û dîasporayê jî Xwedê dizane ewqas mirov xwedî dikirin (2). Erdhejê ev girêdan bi tenê xurttir kirin. Me bivê û nevê jî, li Port-au-Princeyê hebûna SDHyan ji bo dewamkirina jiyanê şert e.

Di nava buroyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) (3) de ji seranserê dinyayê deh hezar komeleyên piştgiriyê alîkarîyê didin Haîtîyê. Bêhtirî hezarî ji wan li cîhê cîh karê xwe dimeşînin. Dewlet nîvê wan nas nake, lê belê welatîyên Haîtîyê hemû logo û nîşanên wan nas dikin.

Hêzên ku, weke dagîrkerênberê, ji her du alîyên Atlantîkê, angoBakurê Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê hatin, di pratîkê de li ser tevahîya erdê welêt hene. Parka luks a maşînan, lojîstîka buha ku para xwe li pêkhatina blokus hatiye ber felcbûnê zêde dike, bêhtirî sed hezar welatî xirbeyan paqij dikin, yên ku "karên wan ên bi mûçe" misoger dikin ew in. Heqdestê rojane 200 gourde (bi zor 4 euro dikin) e. Ev heqdest kaneke zêrî pêk tîne. Serokdewlet Prevalsala 2009ê ev heqdest weke zêde buha ji bo aboriya Haîtîyê bi nav kiribû û piştî têkoşîn û şerekî civakî yê demdirêj red kiribû ku vî heqdestî bide. Lê belê li Haîtîyê SDH ji dewletê bihêztir in.

Sala 2009ê alîkarîya insanî ji sê paran pareke Hilberîna Hundir a Brut (HHB) pêk dianî. Bi sed hezaran mirov bi xêra wê debara xwe dikin: Ne bi tenê muçegir, malbatên wan jî. Jixwe jiyana hin kesên blan (spiyan) – bi zimanê Haîtîyê (Kreol) wateya wê biyanî ye – gelekî baş e: Welatiyên Haîtîyê dikarin vê li aşxane û sergoyên Pêtiyonvilê bipîvin, ev aşxane û sergo hê têra xwe dewlemend in ku bikaribin yên herî xizan jî xwedî bikin. Wekî din daxwaza tevahîya welatîyên Haîtîyê yên zanîngeh xwendî ew e ku derkevin derveyî welatê xwe (4), yan jî di SDHyekê de kar bikin. Sala 2009ê piştî salên "alîkarîyê" diviyabû destekê bide pêşketina wê, ji bo ku karibe butçeya xwe ya normal li hev derxe, dewleta Haîtîyê hê jî % 60 girêdayî sazîyên navneteweyî bû. Herçend pêşketin hebe jî, divê mirov lê mikur were ku hatinên ji bacê hê jî gelek jê li bertîlê û bertîlxwarinê diçin. Di navbera 2008 û 2009ê de 300 milyon dolarên Venezuelayê bi erzanfirotinê di çarçoveya peymana bi Petrocaribeyê re dayî ji holê winda bûn. Hema hema ewqas pereyê din jî di bazarên karên gelemperîyê yên di navbera du alîyan de yên li derveyî bazara fermî jî ji holê winda bûne.

Ji bilî komeleyan, dêr jî qat bi qat zêde dibin (ew bi xwe jî carinan yên SDHyan in). Wa´iz, pentekostal û komên mirovan ên ku ji nebûna dewletê sûdê werdigrin, îroj bi ser dikevin.

Îroj piştî nîvrojê bi hezaran bawermend li taxa kevîya Port-au-Princeyê Carrefourê civiyan. Hoparlor muzîkeke rîtmîk ji xwe dide der ku popstarên amerîkî tîne bîra mirovan û tevahîya taxê bivê nevê jê sûdê werdigre. Girse çend gavên dansê diavêje. Sê wa´izên keşeyên amerîkî yên ku tên wergerandin ji bo zimanê giravê (Kreol) stran, dîmenên cejnê, xwendin û şîrovekirina Incîlê ji aliyê keşeyên herêmî ve, yên ku herî kêm ji salekê û vir ve hatine perwerdekirin, pêk tên. Mirov destê xwe didin nexweşan û nexweş pir in. "Mûcîze" diqewimin. Berî her tiştî ji bo nanê ku bi rêya van milîtanên merd ên xêr digihêje wan, ji Xwedê re şikir dikin: "bawer bikin û hûnê werin rizgarkirin."

Şahidên Yehova û kesên din yên ku pê bawer in ku wê Îsa Mesîh vegere ser rûyê erdê yên roja heftan jî li waiz û pentekostalan zêde dibin. Jixwe, em nûnerên bawerîyên xwe bi xwe destnîşankirî jî najimêrin. Her bîstikekê yên nû li wan zêde dibin. Artêşa buhiştê bi rola pêşengtîyê û komîserên dînî radibe: "divê mirov kesên bi derewan tobekirî, keşeyên xirab eşkere bike. Xwedê mezin e." Heta ku pê bêhna xwe berdin mirov pir car dubare dikin: "Bila holên stûnan [perestgehên pûtperestan] nemînin, bila ev cîh û warê şeytanperestan nemînin." Gelo welê ji xwe re li hev hat ku Xwedê li avahîyên dewletê û katedralan xist û metran li mala wî ji pencerê kire xwarê?

Katolîktî êdî hindikahî ye. Sosyologê dînan Laenec Hurbon hizir dike ku katolîktî êdî bi tenê dînê % 45ê nifusa welêt e (berî çend salan ev rêje % 75 bû). Efsûngerî, pêkanîna mûcîzeyan, awayên nû yên tobeyê û protestantî tevnên piştgirîyê yên ji dêra katolîk hevgirtîtir pêşkêş dikin. Dêra katolîk bi xwe ne di nav labîrentên bajarbûneke bi liv û tevger û hov de, lê belê di çêkirina elîtan de bikêrhatîtir e. Li vir ciwanên tu siberoja wan nîne yek tiştî dibînin; xuyabûneke modern. Ev yek jî çi serhildêrîya heyî bêmoral dike û tevahîya derfetên jinûvesazkirina siyasî ya civaka Haîtîyê bi dawî tîne. Armancên mîsyoneran çi ne ? Ji xeyalan mertalekî li dijî rastiyê çêbikin: Terbiyekirina hestan, dawîlêanîna hizirînê. Di nava sîh salan de em ji derketina holê ya ola azadiyê – ku bi Jean-Bertrand Aristide bi gewde bû, Aristide sala 1991ê, di navebra 1994 û 1996ê de û paşê di navbera 2001 û 2004ê de serokdewlet bû – derbasî îlahiyateke sertewandinê bûn.

Dema rewşa lezgîn bi dawî tê; lê kolera, rewşa lezgîn xirabtir dike.Wê pişta xwe bi Komîsyona Navneteweyî ya Jinûveavakirina Haîtîyê (CIRH) rast kiribû. Nûnerê taybet ê RNYyê li Haîtîyê William Clinton û serokwezîrê Haîtîyê Jean-Max Bellerive hevserokatiya CIRH yê dikin daku berdewamîya jinûveavakirinên li Haîtîyê misoger bikin. Encamên ku hêviyê bi mirov re nahêlin derdikevin holê: Di nav deh mehan de sê civîn, hindik projeyên qebûlbûyî, koordînasyoneke xirab a kesên milkên xwe bi kirê didin, dana alî ya civaka sivîl a Haîtîyê, nebûna daxwaza dewletê ya bicihanîna sozan, û "bicîhkirina" şîrketên xwe de jêhatîbûna birêvebirên dewletê mirovan heyranî xwe dike. Xuya ye 10 yan jî 15 milyar dolarên soza wan hatî dayîn gelekî dûr in. Bi tenê % 10ê beşa soza wê hatî dayîn hate komkirin. Di van şert û mercan de, ji kadastro heta bi perwerdekirina hostayan, ji alîkarîya ji bo çandinê heta bi nexweşxaneyan, proje bi tenê qismî tên fînanskirin. Û kêm caran heta dawîyê bi cîh tên.

Hilbijartin? Xelkê welêt bi tiştên din mijûl e : Starek, djobek (karek)û paqijî. Bere bere jî, hîsa ku Haîtî welatekî ne bi destê xwe ye peyda bûye. Siberoj bixwe, "se blan ki desid (biyanî biryarê didin)". Jinûveavakirin, jinûveafirandin, jinû? Mirov dikare bêhtir navê pînekirî li siberojê bike, heta rewşa "pînekirî" ya pergala kevin: Mirov dewleteke ku xebitîna wê bi rengê strukturel nexweş û kêm e, çawa dikare bi hêz bike ? Kîjan derfetan bide sîstemeke siyasî ya ku xwe disipêre kurtêlxwurîyê, ya ku garantîya civakeke ji du çînan (dewlemend û xizan) e? Mirov di blokusekê de asê bimîne, bes e ku mirov çavdêrîyê bike: Cîpên 4xên bi klîma û camên wan reşkirî û smartphone sji bo hin kesan in, peyatî û kaşkaşk ji bo yên din. Çîna asî, ji bilî çend hêmanên modernîteyê, naguhere. Weha xuya ye ku erdhejê xanî hejandine, lê belê hê hîmên civaka Haîtîyê nehejandine.

Christophe Wargny: Rojnamevan, nûçegihanê taybet yê LMd

(1) Jêrenota wergêr: Fîgurê mîtolojiya yewnan e ku li ser hatiye ferzkirin latekî derxe serê çiyayekî û dîsa berde jêr û heta hetayê vî karî bike.

(2) Budçeya dawî ya dewletê bi zor ji du milyar dolaran dibihurî, ango bi qasî lêçûna pênc rojên şerê li Iraqê yên salên 2000ê. Li gorî daneyên Banqaya Navamerîkî ya Pêşketinê (BNP), para dîasporayê di Hilberîna Hundir a Brut (HHB) de % 16 e.

(3) Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo Pêşketinê (UNDP), Rêkxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO), Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF), Rêkxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Zad, Qût û Çandinê (FAOUN), BZD, Fona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Serjimarê (UNFPA).

(4) Li gorî raporeke Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Bazirganî û Pêşketinê (UNCTAD) heta ku mirov li Haîtîyê dîplomayan dide 100 xwendekaran, 80 kesên dîplome berê stendî koçber dibin û ya rastî diçin Bakurê Amerîkayê.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê