Hawara Heskîfê

Ev der berê Heskîf bû – projeyeke belgefilmê

Heke li ser dîroka Heskîfê tiştekî misoger hebe, ew jî ew e ku der barê dîroka vî cihê bêmînak de divê hê gelek tişt bên vedîtin. Weke mînak arkeolog dibêjin heta niha bi tenê % 5 ta 10ê qadên arkeolojîk hatine kolan û lêkolan. Dîsa jî ev koma piçûk a vedîtinên arkeolojîk girîngîya Heskîfa li ber perê Dîcleyê ji bo rabihurîya tevahîya herêmê nîşanî me dide. Xwendekarên li seranserê dinyayê di pirtûkên xwe yên dibistanê de li ser hêza ava Dîcleyê de nivîsan dixwînin, ya ku dikarî “dergûşa şaristanîyê” ango Mezopotamyayê biafirîne. Bajarên weke Amed, Heskîf, Mûsil û Bexdayê bi xêra vê ava diherike ava bûn û gelek şaristanîyên weke “bedewîyên avê” yên nêzî avzêmên Besrayê di avê de hîmê sereke yê jîyana xwe dîtin. Tevî van rastîyan hemûyan jî projeya GAPê ya hukûmeta tirk ku yek ji mezintirîn projeyên hîdroelektrîkê yên dinyayê ye, gefê li vê mîrateya çandî û xwezayî ya bêhemta û bêmînak dixwe, bi ser de jî fêdeyên texmînî yên vê projeyê jî li ber tişta ji dest tê dayîn ne tu tişt e. Qada arkeolojîk û xwezayî ya Heskîfê li seranserê dinyayê yekane cih e ku ji deh pîvanên ji bo ketina lîsteya UNESCOyê ya Mîrateya Dinyayê pêwîst nehan bi cih tîne. Bi herhalî ji ber ku bi awayê “teknîkî” dewlet xwedîyê vê qadê ye, yekane dezgeha ku ji bo ketina vê lîsteyê dikare serlêdana qebûla wê weke Mîrateya Dinyayê bike dewleta tirk bi xwe ye. Lê dîyar e ku Tirkîye der barê vê yekê de pir bi niyet û daxwaz xuya nake, berê kirinên wê bi xwe bêhtir bi alîyê berevajî ve ne. Hê nû hukûmeta tirk da zanîn ku projeya GAPê û Bendava Ilisuyê (Germavê) ji bo pêdivîyên enerjîyê yên welêt heyatî ne û tu tişt wê neke ku ew dev ji pêkanîna vê projeyê berdin. Banke û şirketên ewropî yên di projeyê de cih digirtin ji ber fikarên li ser tesîrên civakî û xwezayî di destpekê de ji projeyê qerîyan. Li ser vê yekê hukûmeta tirk alîkarîya pêdivî pê heyî bi rêya bankeyên neteweyî dabîn kir û bi biryar e ku vî karê xwe bibe serî. Avakirina bendavê salên 2010/2011ê ji nû ve dest pê kir û çav li rê ye sala 2014ê bi dawî bibe.

“Ev berê Heskîf bû” projeyeke nû ya belgefilmekê ye, ji alîyê komeke filmçêker û lêkolînerên îtalî a ji sê kesan ve tê pêkanîn. Ev belgefilma nû ya ku niha di qonaxa bi rêya kampanyayeke desteka girseyî peydakirina fînansmana piştî hilberînê de ye, ji xwe re kirîye armanc ku bike ku li seranserê dinyayê temaşevan fêm bikin jidestdana di warê mirovî, civakî û çandî de çiqasî pir mezin e.

Hinek ji dîroka Heskîfê

 

Wisa diyar e cihên şên ên pêşî li Heskîfê li ser gelîyê Dîcleyê heta bi 10 000 salan berîya roja me ya îro diçin. Kevirên nerm ên kilsê, dewlemendîya çemê Dîcleyê bi xwe re tîne, stara ku gelî û newal diafirînin, ji bo bicihbûnê devera bêqusûr avakirine ji bo eşîrên koçer. Devereke îdeal ji bo xwedîkirina pez û çandinîya erdê, di heman demê de şikeft û zivingên li Heskîfê jî ji bo lê manê heta bi hilatina şaristanîyê li deverê ango salên 1960î çareserîyeke rehet û xweş bûn.

Di dîrokê de gelek çand li wir jiyane; asûrî, yewnan û xirîstîyanên ermenî Heskîf heta bi berîya çend dehsalan şên kirine. Romayîyan li Heskîfê Keleya Cephe ava kir û di dema hukumdarîya Împaratorîya Bîzansîyan de navê Kîphas li bajêr hat kirin û bajar bû bajarê pîskoposîyê. Heskîf li ser rêyên bazirganîyê yên di navbera Rojhilat û Rojava de bû û di heman demê de ew bi rêya Dîcleya bi kêrî kelekvanîyê tê bi başûrê Mezopotamya ve, bi Mûsil, Bexda û Kendava Fars ve girêdayî bû. Heskîf bi vî rengî veguherî çarrêyeke biîstîqrar a bazirganîyê ya ku hunerên weke hunandin û çêkirina caw, ber, hesinkarî, sifirkarî û birrîna daran û êzingvanî bi hêsanî dikarîn lê bi pêş kevin. Bi ser de jî cihê wê yê neqane û xweser destûr dida bergirîya eskerî. Tevahîya çandên di Heskîfê re bihurîn, wisa fikirîn ku Heskîf ji bo tevgerên wan ên aborî û stratejîk hîmekî bigehîn e, lê belê di serdema xanedanên hukumdarîya îslamî yên mîna Eyyûbî, Artûqî û Selçûqîyan de Heskîf (hingê navê Hisn-Keyfa lê dikirin) di serdema xwe ya zêrîn de bû.

Destpêka sala 2012ê Profesorê zanîngeha Muglayê Adnan Çevik raporek weşand (Hasankeyf: Medeniyetlerin buluştuğu başkent – Heskîf: Paytexta Şaristanî lê Civîyan), vê raporê girîngîya çandî ya Heskîfê berîya şaristanîya îslamî nîşan da. Li gorî profesor Çevik, Heskîf yek ji cihên pêşî bû ku li Anatolyayê hatîye îslamîkirin û li vî bajarî destketîyên bêhemta yên çanda îslamî yên mîmarî, tibbî, zanistî û dînî bi gewde bûne. El-Cizîrî yê ku weke mûcîdê sîbernetîkê tê qebûlkirin û xebatên wî bandor heta bi Leonardo da Vinci jî kirine, li Heskîfê maye, lê xwendîye û lê kar kiriye. Berhemên mîmarî hunerî yên weke mizgefta Silêman, mizgefta Koç yan jî pira Artûqî ya sala 1116ê hatî avakirin bêmînak in û ne mumkin e hemtayên wan li tevahîya dîroka hunera îslamî de werin peydakirin. Tirba Îmam Ebdullah û Turbeya Zeynel Begê rola pêşengîyê ya ku Heskîf hem di warê dînî û hem jî di warê eskerî de di sedsalên 14 û 15ê de pê rabûye nîşan didin. Lê belê ev bi tenê çendek in ji wan berhemên hunerî mîmarî yên ku ji ber bendavê wê av bide ser wan. Mizgefta Keçan û mizgefta Rizq jî wê di bin avê de bimînin. Bi heman rengî tevahîya struktûrên arkeolojîk ên ku li ser girî ne, yên weke meydanên mezin û piçûk, Mizgefta Mezin û tevahîya cihûwarên ziving û şikeftan a ji hezaran ziving û şikeftî pêk tê jî neçar wê ji ber ava bilind dibe ya bendavê zirar li wan bibe. Herçend hukûmeta tirk projeyên bombastîk ên der barê derfet û binesaziyên “tûrîzma avê” ya siberojê de bike jî, zirareke pirr giran wê li tevahîya qada arkeolojîk bibe. Çawa ku li qada bajarê Rumkale ya li ser peravên Firatê a ku bendav lê ava bû, serhatîya tûrîzmê bi tenê gereke kurt a bi kelekê ye û têgihiştina girîngîya qadê ji bo cografya û erdên li dewr û bera wê bi awayekî esasî wê bikeve tehlûkeyê.

Jicihûwarkirin û Heskîfa Nû

Ji bilî jidestdana çandî ya girêdayî xirbeyên mîmarî û arkeolojîk, çandeke din a kêmtir berçav û berdest heye ku wê bikeve ber guhertinên kambaxker û dijwar. Ew jî zanîna ji rêûresmê û ya devkî ya xelkê Heskîfê ye. Ya ku wê ji sedî sed biqewime ew e ku ew ê bi darê zorê ji cihê xwe werin kirin û li pêşîya wan jî du rê hene: kirrîna xanîyekî li Heskîfa “Nû” ya ku saziyeke yekser girêdayî serokwezaretê ango Birêveberîya çêkirina Xanîyan a dewleta tirk TOKIyê li qûntara çiyê li alîyê berevajîyê çêm ava dike; yan jî ber bi bajarên mezintir yên weke Batman, Amed, Edene yan jî Stenbolê ve koçber bûn. Di herdu rewşan de jî guhertineke pirr mezin ê bikeve nava jiyana wan. Em dikarin bi hêsanî bifikirin li trawma û zehmetîyên ku şênîyên Heskîfê heke koçber bibin wê bi wan re rû bi rû bibin: adaptasyon, întegrasyon û ewlebûna aborî li nav awayê jiyana bajarekî mezin ji wan mijaran in ku bi pirranî cotkarekî ku ji gundewarîyê tê bi wan re serî nake der û gelek mînak ên vê yekê mirov dikare li seranserê dinyayê bibîne. Dîsa jî siberoja li pêşîya wan ên ku wê Heskîfa “Nû” bibijêrin pirr zêde zelûltir û nedîyartir e. Ya rastî plansazîya bajarî ya ku rayedaran nîşan dayî têra xwe bi îdîa xuya dike: avahîyên rafîne, muzeyên ku wê li wan tiştên ku wê muhtemelen dikaribin ji Heskîfa di bin avê de bimîne werin xilaskirin li wan werin pêşandan, derfet û avahîyên modern û heta bi qasî ku xuya dike zanîngeh jî. Lê belê ne dîyar e ka ev bajar wê derfetên xwe yên jîyanê û debarê ji ku peyda bike piştî ku çandinî û xwedîkirina pez ji ber kêmbûna merg, zozan û zevîyan sînordar bibin û hatina madî ya ji tûrîzmê jî wê bi bendavê re heta hetayê zirar lê bibe. Hêja ye ku em behsê bikin ku bajarê li nêzî wê Batman ji ber dîtina qadên petrolê yên li deverê bi lezeke mirovan matmayî bihêle bi pêş dikeve û ji bo bipêşketina refah û dewlemendîya Heskîfê wê bibe reqîbeke pirr zor û yan jî ne mumkin e were têkbirin. Planên ji bo siberojê têra xwe zelûl bin jî zor û zehmetîyên niha jî teqez darîçav in: Xanîyên li Heskîfa “Nû” du caran û carinan sê caran ji yên şênîyê Heskîfê niha xwedîyê wan in, buhatir in. Û heke derfetên kredî û deynstendinê mumkin bin jî, derbasbûna di vê pêvajoyê re wê ji bo şênîyan xwedîyê wê rîsk û tehlûkeya siberojeke neewle a bajarekî nû li hawîrdoreke nû be. Bi ser de jî, şênîyên kurd ên bajêr dibêjin ku neheqîyên mezin diqewimin. Ew dibêjin erdên ku Heskîfa “Nû” lê ava dibe, dewletê di berdêla buhayekî gelekî di bin buhayê bazarê de ji wan stendîye û di heman demê de di dema kirrîna xanîyan de yên ku sê salan û bêhtir li navenda bajêr a Heskîfê mayî wê li pêş werin girtin, ev yek bi xwe dezavantaj e ji bo şênîyên kurd ên ku para bêhtir li gundên li ser an jî nêzî peravên çêm dimînin û rêyeke hêsan pêşkêşî şênîyên ereb ên ku bi pirranî li navenda bajêr dimînin, dike.

Sedemên bendavê û encamên muhtemel

Pirsa ji nava herkesê bi serekî diçe Heskîfê tê, giştî ye: “çawa dibe ku kesek dixwaze bedewîyeke bi vî rengî û dîrokeke bi vî rengî di bin avê de bihêle?” Ev jî dike ku em sedem û armancên bendavê nîqaş bikin. GAP ew kurte ye ku Hukûmeta Tirk bi kar tîne ji bo ku nav li projeya dêwane ya avê ya li Başûr Rojavayê Tirkiyeyê [Bakurê Kurdistanê; nota wergêr] a bi navê Güney Anadolu Projesi bike. Di çarçoveya projeya buhayê wê 32 milyar dolar de avakirina 22 bendavan û 19 santralên hîdroelektrîkê li ser Firat û Dîcleyê û li ser çemên diherikin nava wan heye. Wekî din avakirina sê bendavên ji bo avdanîya 1.8 milyon hektar erd û zevîyên berdar jî beşên vê projeyê ne. Bi ser de jî avakirina avahî û derfetên cihê yên ji bo bipêşketina aborî ya herêmê jî di nava projeyê de ye. Bendava Ilisuyê (Germavê) yek ji karên sereke yên projeya GAPê ye. Wê piştî bendava Ataturk a li ser Firatê bibe bendava herî mezin a Tirkîyeyê, bilindahîya wê dê 138 metro bin, 1820 metroyan fireh be û mezinahîya gola wê jî wê 313 kîlometro kare bin. Heke bi dawî bibe, ew ê santraleke elektrîkê a hêza wê 1200 MW bixebitîne û salê 3800 GWh elektrîkê hilberînê, ev jî wê teqabulî ji sedî 2yê pêdivîya neteweyî ya bi elektrîkê bike. Sala 2011ê dihat plankirin ku bendav sala 2016ê bi dawî bibe, niha êdî dixwazin di nava du salan de bi dawî bikin ango sala 2014ê.

Li gorî hin analîstan li pişt armancên enerjîyê yên projeyê hedefên sîyasî jî hene. Gola sunî ya dêwane ya ku wê deverê dagire wê gelek tevgerên lojîstîkê yên gerîlayên kurd ên PKKê (Partîya Karkerên Kurdistanê) asteng bike û bi vê jî ji bo artêşa tirk kontrolkirina herêmê wê hêsantir bike. Pêre jî bi darê zorê koçberkirina şênîyên deverê yên kurd û ereb ber bi bajarên mezin ve pêvajoya asîmîlasyonê wê pirr rehettir be. Bi ser de jî welatên cîran ên ku Dîcle li ser erdê wan jî diherike (Iraq û Sûrîye) fikaran dikin ji ber bandora ku bendav dikare li aborîya wan bike. Di demên pêwendîyên hişk û nexweş de kontrolkirina radeya herikîna avê dikare bibe sîleheke stratejîk a di destê dewleta tirk de. Lê belê ji van îdîayan û wêde,  tiştekî teqez e ku bendav wê bike ku av bide ser 6000 hektar erdên çandinîyê yên berdar û jidestdana daimî ya erdên çandinîyê wê ji zevîyên bi ava bendavê werin avdan mezintir be. Ev avdanî jî wê di dema navîn û dema dirêj de bike ku berdarîya erdên çandinîyê kêm bibe. Ew ê sîstema ekolojîk a çemê Dîcleyê xira bike ku yek ji kêm çemên nehatîye qirêjkirin e, di encamê de jî wê bi awayekî ku vegera jê tinebe pirrengîya bîyo tine bike û koka cureyên heywan û nebatan ên ku ji xwe bi tehlûkeya ciddî re rû bi rû ne biqelîne. Tesîrên bendavê yên elaqedarî oytrofîkasyonê [di avên sekan de kêmbûna oksîjenê; nota wergêr] û qirêjbûna ava çemê Dîcleyê bi maneya belavkirina nexweşîyên weke malarîya û tayê, ji wan rîskan in ku konsorsiyûma ji avakirina bendava Ilisuyê (Germavê) berpirsîyar li wan mikur tê; bendav ê bibe sedema bi darê zorê ji cihûwarên xwe kirina 55000 mirovan, bandorê li nasnameya wan a çandî bike, şert û mercên wan ên jîyan û debarê yên jixwe zehmet in xirabtir bike û êşên nû li wan bar bike. Herî dawî jî bendav wê 289 qadên nirxên wan ên arkeolojîk û dîrokî bêsesab e û Heskîf ji di nava wan de ye, xira bike.

Civaka sivîl û protesto

Heta niha civaka sivîl hem ya neteweyî û hem jî ya navneteweyî û rêxistinên hawîrdorê karekî mezin kirin da ku bikin ku rewşa Heskîfê li tevahîya dinyayê were zanîn. Di nava wan de hêja ye mirov behsa Hasankeyf'i Yaşatma Girişimi ya li Batmanê û Doğa Derneği ya tirk a ku li ser tevahîya mijarên hawîrdorê ên li Tirkîyeyê çalak e û ji bo piştgirîya Heskîfê kampanyayeke taybet dimeşîne, bike. Destpêka 2012ê di çarçoveya Rio+20 Environmental World Summit / Civîna Bilind a Dinyayê ya Hawîrdorê de Doğa Derneği hevparkirineke bi navê “Democracy” da destpêkirin bi têkoşîna li dijî projeya bendava Belo Monte li Amazonan re. Kampanyayên Îmzeyan ji bo ku Heskîf û Gelîyê Dîcle ji alîyê UNESCOyê ve weke Mîrateya Dinyayê were qebûlkirin niha dewam dikin û gelekî jî serketî ne, lê mixabin weke berîya niha jî me got, hukûmeta tirk bi xwe divê ji bo vê qebûla ji alîyê UNESCOyê ve serlêdanê bike.

Belgefilm

“Ev berê Heskîf bû” ( http://www.indiegogo.com/thiswashasankeyf ) projeyeke belgefilmê ye, a ku girtina dîmenên wê di navbera çiriya paşîn a 2011 û Hezîrana 2012ê de ji alîyê komeke sê filmçêker û lêkolînerên îtalî ve pêk hat. Halê hazir ew di qonaxa bi rêya kampanyayeke desteka girseyî fînansekirinê de ye ku malpera Indiegogo malovanîya wê dike. Bi vê tercîhê nivîskar wê karibin xebata xwe serbixwe bihêlin û karibin tevahîya alîyên pirsgirêkê bibêjin bêyî ku ji sansûrê bitirsin. Di heman demê de wê bihêle ku herkesê biçe ser malpera projeya wan www.indiegogo.com/thiswashasankeyf bi weqf yan jî alîkarîyeke piçûk destekê bide belgefilmê, xwe parçeyek ji projeyê his bike û di hîsseyên armancên wê de bibe hevpar.

Ev berê Heskîf bû” wê bibe xebateke kompleks a ku wê di yek filmê de lêkolîna li Heskîfê nivîskarên wê bi mehan meşandî, ragihîne. Armanca nivîskaran ji ber vê yekê ew e ku belgefilmê weke kirdeyeke yekane û nû ya ku bike ku temaşevanên li seranserê dinyayê rewşa Heskîfê fêm bikin, bi cih bikin. Belgefilm wê jîyana rojane ya çend malbatên li Heskîfê bide ser hev, bêyî ku bi tenê yekê bişopîne. Di dema lêkolînê de bi dehan hevpeyvîn hatin pêkanîn. Lê belê bi herhalî kamera û mîkrofon timî ne pêxistî bûn. Sedema vê ew bû ku mebesta sereke ya nivîskaran ew bû ku bi awayekî zelal tevahîya mijar û pirsgirêkên li dor Heskîfê digerin, rewşa wê ya niha, tehlûkeya Bendava Ilisûyê (Germavê) û helwêsta mirov û malbatên girêdayî guhertinên gund wê di demeke kurt de bi wan re rûbirû bibe, fêm bikin. Yeke din ji armancên sereke ew bû ku bîranînên mirovan kom bike, bêyî ku tu çarçoveya sîyasî li ber çavan bigire. Ji ber vê yekê jî yek qehremanê sereke bi tenê nîne di filmê de, belê wê ji filmê were ku yek figura tenê bi gewde bike ya ku wê ji gelek dengên cihê peyda bibe. Koroya dengan wê portreyê “Heskîfîyan” xêz bike, lê belê wê herweha dîroka nêz a gund jî bi bîr bixe û dikare bike ku temaşevan bifikirin ka ev ê bibe ji destdaneke çawa heke ev awayê jîyanê were guhertin hem ji awirekî ji hundir ve û hem jî ji awirekî ji derve ve. Li alîyekî Heskîf, dîroka wê, çîrokên çemî û bibîranînên qedirbilind ên zarokatîyê yên jin û mêran hene. Li alîyê din modernîte, avakirina dewam dike a Heskîfa “Nû”, hestên azadîyê yên keç û xortan ên ku dikarin li bajarê nêzîk Batmanê bi dest bixin, dîmen û hîsên şorişî yên ku pêşketin dikare di mejîyên mirovan de bi cih bike, hene. Fikrên jidestdan, bipêşketin û guhertinê bi awayekî hûr û kûr hatine nîşandan bi rêya hevpeyvînan, û raman û şîroveyên şexsî yên nivîskaran li ser tevahîya rewşa Heskîfê. Bi vî awayî “Ev berê Heskîf bû” wê rave bike girêdanên mirovan bi erdê û bi çêm re, herweha mafên welatîyên deverên wisa gundewar jî. Ew ê behsa çîroka jîyanên besît bike yên ku hewl didin bi rewşa tevlîhev û kompleks a li derdora xwe re serî derxin. Pirranîya belgefilmê wê bi tirkî be. Ji bo gelekan ji wan ev ne zimanê dayikê ye, lê belê zimanê jiyana derve ye û teqez –belkî jî mixabin – wê zimanê Heskîfa “Nû” jî be. Cihê daxê ye ku ziman ne rasta heman muameleyê tên, lê belê lêkolîna me zimanê Heskîfê bi xwe weke nirxekî bi serê xwe dibîne.

Dema ku mirov li ser Heskîfê xebatekê bike, maneya vê ew e ku mirov wê behsa GAPê û Bendava Ilisû (Germavê) bike, li ser hawîrdorê û têkoşîna ji bo rawestandina projeyeke ku xuya ye tu sedem nîne ku were avakirin, bipeyive. Çi hûn li jîyana mirovan binêrin, çi jî li xwezayê, dîyar e ku berdêla wê dê gelekî giran û pirr bi tehlûke be. Piştî gotina vê yekê, nivîskar dixwazin gavekê ber bi pêş ve biavêjin. Ew ne rojnamevan in û ne jî tûrîstên kamera li dest in ên ku haya wan ji girîngîya Heskîfê çêbûye. Wan bi awirekî hunerî xebata xwe kir, paşxana xwe ya filmçêkerî, wêje, helbestvanî, zanistên civakî û dîrokê anîn cem  hev. Ew li deverê demeke dirêj man, fêrî ziman bûn û li çandê banîyan.

“Ev berê Heskîf bû” hez dike siberojê di nava wan projeyan de were dîtin ên ku alîkarî dan ku weke mîrateyeke dinyayê rêz ji vê deverê re were girtin û heta weke civakeke pirr qedirbilind a mirovan were dîtin. Niyeta sereke ew e ku derfet û amûran bide dest mirovan da ku fêm bikin ka durra Dîcleyê dikare çiqasî bedew, efsûnî belê herweha bi sirr, raz û zehmet be.

 

Wergera ji îngilizî: Luqman Guldivê

* Francesco Marilungo (Lêkolîner), Tommaso Vitali (Derhêner), Carlotta Grisi (Lêkolîner)