Hejmar 11 - Tabloyên Yûsiv Bekir

Yûsiv Bekir, sala 1971’ê li Efrînê ji dayik bûye.

Di navbera 1990-1994’an de li Şamê, li Akademiya Hunerên Bedew de, beşê wênesayiyê xwendiye û ev beş bi dereceya yekem xilas kiriye.
Sala 1981’ê, hê deh salî bû, di pêşbaziya « zarokên suriyeyî » de xelat wergirtiye.

Sala 1988’an, xelata baştirîn peyker ya Muzeya Neteweyî ya Helebê wergirtiye.

Hunermend heta nuha tev li gellek pêşengehên şexsî an jî komî bûye û zêdetirî bîst pêşengeh li dar xistine.

Li Şam, Heleb, Munîh, Frankfurt, Dusseldorf, Koln, Monako û Stockholmê tev li pêşengehên şaredariyan bûye.

Yûsiv Bekir, di ber wêneyan re, peykeran jî çêdike û ev deh sal in ku her sal tev li mihrîcana « Peykerê ji axê » dibe. Îsal mijara peykerên wî yên di navbera 3 û 10 metreyan de, aborîjenên awustralyayî bû. Bekir, sala 1997’an hatiye Almanyayê û nuha li Kolnê dijî. Yûsiv Bekir endamê Yekîtiya Wênesazên Alman (BBK) e.