Hejmar 12 - Tabloyên Serhad Bapîr

Di sala 1964’an de li Bakûrê Kurdistanê, li bajarê Tetwanê ji dayîk bûye. Ji ber beşdariya tevgerên politîk, di sala 1983’yan de serê wî bi cûntaya Tirkan ya wê demê re kete belayê û lê geriyan.

Di sala 1984’an de, weke penaberekî polîtîk, derbasî Yûnanistanê bû. Ji sala 1987’an heta 1992’yan beşê Wêne û Hunerên Pratîk yê Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Aristotelis a Selanîkê xwend.

Di beşê wêneyê de li atolyeyên Prof. Vangelis Dimireas û Dimitris Kondosda ders wergirtin. Ji bo xwendina xwe ya hunerî ya zanîngehê, di navbera salên 1985-1992’an de ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bûrs stend.

Di navbera salên 2001 û 2006 an de, di Beşê Grafîkê yê heman zanîngehê de, li atolyeya Prof. Ksenefon Sahinis xwend.

Ji sala 1995’an heta 1997’an li Navenda çandî ya Stavrupolis a Selanîkê wek mamosteyê resim xebitî. Ji sala 1997’an û bi vir ve di dibistana navîn de kar dike.

Ji sala 1993’yan û bi vir ve endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yûnanistanê (K.H.N.B.y.), ji sala 1994’an pê ve jî endamê yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yûnanistanê ye û ji sala 2005’an şûn ve endamê yekîtîya Grafîkçêkerên yûnan e.

Ji sala 1985’an vir ve li Selanîkê dijî.

Serhad Bapîr, tevî gellek Pêşengehên şexsî û giştî bûye ku çend minak ji wan ev in:

Li Yûnanistanê gellek pêşengeh li dar xistine. Li derweyî Yûnanistanê jî, mina bajarên Stockholm/Swêd û li Qahîre/Misirê jî tevî pêşengehên navneteweyî bûye.