Hejmar 13 - Tabloyên Mahmut Celayir

Di sala 1951an de li Çewlikê hatiye dinê. Di sala 1976an de, li Stembolê, ji Dibistana Bilind ya Hunerên Bedew mezûn bûye. Di navbera salên 1976-1978an de li Eskişehîrê di Beşê Sêwira Dik û Grafîk ya Enstîtuya TV’yê de xebitiye.
Hunermend Celayir, di navbera salên 1982-1984an de li Şanoya Dewletê ya Stembolê wek dîzaynerê dikê kar kiriye û ji sala 1986an û vir de wek wênesazê serbest dixebite. Hunermend Celayir, xebatên xwe yên hunerî li Stuttgart û Stembolê dimeşîne.
Hunermendê ku ji sala 1977an ve tevlî gelek pêşangehên şexsî û komî bûyî, wêneyên xwe ji bilî galerîyan li muzexaneyan jî pêşan daye.
Ji xeynî gelek bajarên Almanyayê, li bajarên wek Stembol, Îzmîr, Enqere û Parîsê jî pêşangeh ferişandine.
Hunermend Celayir, mehên havînê axleb li bajarê xwe li Çewlikê derbas dike. Bi kameraya xwe derdikeve nêçîra xwezaya Kurdistanê, fotrafên ji aliyê dîtbarî û hunerî ve nirxbilind dikşîne, dûre ji van fotrafan peyxam digre û wêneyên xwe çêdike.
Celayir, ji bo hunera xwe, ji xweşikayîyên xwezayî yên welatê xwe wek çavkanî sûd werdigire; di wêneyên xwe de grîngî dide ronahî, sî û tarîtîyê û bi awayeke gelemper axê dike navenda mijarên xwe yî hunêrî. Hunermend, ji erdnîgariya Mezo-potamyayê ku bûye dergûşa gelek şaristanîyên heybetdar bêslî dibe.
Celayir, hêza xwe ya hunêrî ji ax û çiyayên Kurdistanê digre, mijarên têkildar bi lênêzîkbûneke estetîkî ya bilind pêşkêşî temaşevanên xwe dike. Herçiqas, ew di rêwîtîya hunera xwe de derketibe keşfa nasname û coxrafyaya xwe jî, em dibînin ku xwediyê têgihîşteneke nûjen ya hunerî ye.
Heger hûn bixwazin zêdetir agahî li ser xebatên hunerî yên Celayir bidestbixin, hûn dikarin serî li malpera hunermênd (www.mahmutcelayir.de) bidin.