Hejmar 19 - Tabloyên Ayşe Kazci

Wênasaza kurd Ayşe Kazci di sala 1968an de li Elbîstanê ji dayîk bûye. Di 8 salîya xwe de tevî malbata xwe koçî Berlînê kirine. Di cîwaniya xwe de evîndarîya xwe ya bi rengan re kifş kirîye û di vî warî de hûnera xwe peşve xistîye û perwerdeya xwe li Braunschweigê li Akademîya Hunerên Bedew di beşa wêne de temam kirîye.
Di dawîya perwerdeya xwe de li Spanyayê di Zanîngeha Santanderê de bursek qezenc kir. Li wê derê him fersenda fêrbûna zimanê îspanî bi dest xist û him jî perwerdeya xwe ya hunerê domand.

Ayşe Kazci li gel hunera wêne perwerdeya dîzaynerîya multîmedyayê jî kirîye û ji sala 2001ê vir ve li Hamburgê wek hunermanda serbest û dîzaynera multîmedyayê dixebite.

Hunermanda kurd, herweha beşdarî projeyên di binesazîya INTER-NOS 2010ê de hatin çêkirin, –mîhrîcana wêne ya dîwar û mîhrîcana del Carîbe- bû.

Hezîran-Îlon 2010an de li Santiagoyê di navenda huner û çand a ``de Cuba da Taller` de wek hunermanda vexwendî derfetên xebatê bi dest xist. Di vê pêvajoyê de bi hunermendên kubayî û hunermendên navnetewî re xebitî. Hunermanda kurd plan dike ku beşdarî INTER-NOS 2012 de jî bibe û dîsa di binesazîya vê mîhrîcanê de li ser projeya pêşengeheke bi hunermendên kubayî; Aratta Hachavîra û hunermenda kolombîyayî Sarah Houghton re bixebite.

Ayşe Kazci di xebatên xwe yên hunerî de, projeyên alternatîv ên wek jiholêrakirina tixûbên di nav gelan de hatine danîn û têkoşîna ji bo aşitîyê ji xwe re kiriye armanc.

Prensîbên herî girîng ên ‘Wênesazên Dîwêr‘ (Muralîst) ku Kazci jî ji alîyê huner û ramanê ve xwe nêzî wan dibîne; rêzgirtin, mafê çarenûsî ya gelan û azadî ne. Hunermendên muralîst xwedî li van nirxan derdikevin û ji bo van nirxan têdokişin. Mesajdayînên polîtik û civakî taybetîya herî girîng a ‘wêneyê diwarê’ ye. Muralîst li cîhên ji rayagîştî re vekirî hunerên xwe bi awayekî mîlîtanên hunerê bi kar tînîn, armanc û mesajên xwe digîhîjînin gel. Hunermend Ayşe Kazci di hunera xwe de gelek girîngî dide wêneyên dîwêr.

Hunermend pêşangeha xwe ya yekemîn a wêneyan di sala 1990 an de Li Braunschweigê vekir û ev bîst sal e bi dehan car li Braunschweig, Hamburg, Bruksel û li Kubayê beşdarî pêşangehan bûye.

Hunermend li Hamburgê dijî û xebatên xwe yên hunerî didomîne. Ji bo agahdarîyên zêde li malpera
www.aysekazci.de binêrin