Hejmar 20 - Tabloyên zarokên Kurd

Wênesazên vê hejmara LMd-kurdî zarok in. Piranî ev wêne dema zarok 4-9 salî bûne hatine çêkirin, hin ji wan zarokan niha bûne 11 heta 14 salî. Zarok, piştî 4 salîya xwe hîn çalaktir dibin û li hember derûdora xwe hêdî hêdî fêrî tevgerandineke serbixwe dibin.

Di wan de têgeha estetîk û hişyarîya çandî xwe dide der. Helbet ev taybetmendî ji bo pêşveçûna zarokan girîng e. Ew hîn ji biçûkatîyê ve kreatîv in. Huner, ji bo wan ne berhem lê belê pêvajoyek e. Zarokên ku wêne çêdikin, hîn afirînêr û xeyalên wan dewlemendtir in.

Ango huner, girêdayî temen nîne. Zarok, hunermend û fîlozofên mezin in; ew zêde, ne di bin tesîra mirovan de ne, ji hunerê û ramanên çêkirî û fêrbûyî dûr in, tewanên wan hîn xwezayî ne.

Ew çavdêrên xwezayî ne; beşekî wênesazîyê heye jê re dibêjin "naîv“ yanî "saf-arî-bêtesîrên zanyariyê“: Zarok hemû wênesaz in, çi dibînin, çi di serê wan de diberiqe, wê yekê çêdikin, "arî ne, xwezayî ne“. Me xwest em di vê hejmarê de cî bidin hunermendên xwediyên kevneşopiyên dîroka mirovahiyê, hunermendên "xwezayî“.

Bi vê perspektîvê me hewl daku di hejmara xwe ya bîstan de em zarokan bikin mêvan. Em hêvî dikin ku ev yek wan hîn teşwîk û motîvetir bike.