Hejmar 21 - Tabloyên Fehmî Balayî

Fehmî Balayî, sala 1963ê li Berwarî ya bi ser Duhokê ji dayik bûye.

Balayî di 1986ê de xwendina xwe li Enstîtuya Huner a Mûsilê, beşa wênesazîyê bi dawî anîye. Di navbeyna salên 1992-1995ê de li Enstîtuya Huner a Duhokê mamostetî kirîye. Ji sala 1993yê heta 1995ê li Duhokê serokê Yekîtîya Hunermendên Kurdistanê bû.

Sala 1995ê hatiye Almanyayê û li Berlînê bi cîh bûye. Ji wê demê û vir ve li Berlînê dijî û xebatên xwe yên hunermendîyê didomîne.

Hunermend Balayî, her çiqas di hin xebatên xwe de ji hêla stîl û teknîkî ve di bin bandora hunermendên ereb de be jî, ji taybetmendîyên kurd tawîzê nade. Ev yek jî wî ji hunermendên ereb cihê dike. Balayî, hewl dide xwe ku bi tesîra tiştên ji wêneya ereb digire, wêneya kurd biafirîne. Ev hewldana wî ne bi tenê di xebatên wî yên wênesazîyê de, di heman demê de di berhemên wî yên nivîskî de jî tê pêşberî me.

Hunermend, di xebatên xwe de ji firçeyê zêdetir spatûlayê bi kar tîne. Ev xebatên bi spatûlayê tên kirin, cihê ye û ji alîyê kûrayî ve jî bi ser ketîye.
Hunermend, rengên welatê wendabûyî; lêgerîna xemgînî, jan, bêrî û wendayîyê bi aheng û harmonîya rengan û bi awayekî lihevhatî û ji mubalexayê dûr pêşberî me dike.

Balayî, li Almanyayê, Ewropayê û li Kurdistanê beşdarî gelek pêşangehan bûye û di nav hunermendên ku ji Kurdistanê beşdarî Bienala Venedîkê ya 2009ê bûne de, cîh girtîye.

Fehmî Balayî, edîtorîya kovara hûnera wêne Rengîz ku li Kurdistana Başûr tê weşandin dike û serokê Enstîtuya Kurdî ya Kölnê ye.

Bi navên Dîroka Hunera Şêwekarî û Cîhana Rengan du pirtûkên hunermend hatine çap kirin.

Ji bo agahîyên zêdetir hûn dikarin li malpera hunermend Fehmî Balayî, www.balayart.de binêrin.