Hejmar 22 - Tabloyên Rêdî Seîd Toprak

Di sala 1983yê de li bakurê Kurdistanê, li bajarê Rihayê, li navçeya Hewagê (Bozova) ji dayik bûye.

Di 2004ê de li Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdeyê beşa wêneyê qedandiye û dîsa li heman zanîngehê di 2009ê de lîsansa bilind-mastir qedandîye.

Wênesazê kurd Rêdî Seîd bi xelatên ku di pêşbazîyên wêneyan de bidestxistine balê dikşîne ser xwe. Hîn di zaroktîya xwe de bi evîna xwe ya wênesazîyê beşdarî mîhricana sîyareka gurî (kelaynak) bû û xelata xwe ya yekemîn di 13 salîya xwe de wergirt.

Rêdî Seîd li gel jîyê xwe yê ciwan, hişmendî û zanyarîya welatparêzîyê pêş ve xistiye û di hunera wênesazîyê de bi kar anîye.

Yek ji taybetmendîyên wî jî giringîya ku dide zimanê kurdî ye. Di derheqê zimanê kurdî de hunermendekî hestyar e û tawîzan nade. 2008ê de di pêşbirkeke wêneyan de ji ber ku navên wêneyên xwe li gel zimanê tirkî bi kurdî jî nivîsandibû, bi astengan re rûbirû ma. Li ser vê yekê helwêsta xwe bi hevoka ‘pişavtin evîna min a bo kurdî mezintir dike’ nîşan da.

Di xebatên hunermend de xaleke balkêş heye. Di nêrîna ewil de rengên wêneyan li ser temeşavanan tesîr û hesteke dilşikestî û reşbîn dihêle. Lê dema mirov bi kurahî li wêneyan binêre, hostatîya hunermend dibine. Di warê jîyana rojane û bûyerên li derdorê diqewime de metodên wî yên taswîrê û motîfên bi kar tîne gelek balkêş in. Ev balkêşî ne ji motîf û metodên bikartîne, lê ji hestyarî û zimanê wî yê siyasî tê…

Hunermendê ku kompozîsyonên wî gelek bi hêz in; bi jêhatîbûna xwe ya li ser sî û ronîyê bala mirovan dikşîne. Wênesazê kurd ê ciwan û biserketî ku mirov dikare wek hosteyê kolajê biwesifîne, di xebatên xwe de bi giranî li metodên tevlihev û kolajan hûr dibe.

Hunermend heta niha li gelek bajarên Tirkîyê beşdarî pêşangehan bûye. Ji bo agahdarîyên zêdetir li malpera, www.redisaittoprak.net binerin.