Hejmar 23 - Tabloyên Dara Aram

Dara Aram, wênesazekî nûjen e ku li Torontoyê dijî. Wî Ens-tîtûya Hunerên Bedew a Silêmanî û herweha Koleja Hunerî ya Ontarioyê qedandine. Ji sala 1980ê û vir ve hunermend Dara Aram wêneyan saz dike.

Hunermendan peyamên xwe ji mêj ve ye, ne bi mantiq û vegotinên rasterast, lê belê bi dîmenan ragihandine. Hunera Dara Aram jî heman tiştî dike. Ew serpêhatîyek e bo warên xeyalî yên binhiş. Teşeyên razber û mijarên mîtolojîk ku li ser tûwalê peyda dibin, ji bo mirovê nûjen ê dema sanayîyê, ku divê bi ruhê xwe yê wenda têkilîyê deyne, îlhamek e. Ev ruh di bin giranîya cîhana modern, sar û fermî de bêhal maye û li vê cîhanê, berjewendî û hejmar li ser ruhê mirovan serdest in. Di vê serdema makînîze ya globalîyê de pêwîstîya mirovahîyê bi ewlekarîya manewî heye.

Ji par û vir ve, Dara di lêgerîna xwe ya bi azwerî ya li dû wateyê de, hêvî û îlhama xwe di motîfên dîrok û mîtolojîya Mezopotamyayê de peyda kirin. Peyva Mezopotamyayê ku di zimanê yûnanî de tê wateya 'navbera du çeman' welatê bi bereket e ku bi ava Dîcle û Firatê hatiye dorpêç kirin. Ev herêm ku herweha wekî 'dergûşa şaristanîyan' jî tê nas kirin, îro jî di warê qedera mirovahîyê de xwedî cihekî girîng e.

Berhemên wî yên nû berdewamîya lêgerîna wî ya îfadeyên dîmenî yên sebaret bi têkilîyên mirovan ên bi hev du re û sirûştê ye. Ev xebatên nûjen nihêrînên wî yên rojane yên ji balkona mala wî ne, ku li asoya Torontoyê dinihêre... Sîber û xetên razbar, ku digel teşeyên rengîn ên asîman û xwezayê re bûne yek, îlhamê didin van xebatan... Dîmenên avî, asoyên tarî yên şêlo û dirûvên guherbar, xeyalên ruh dewlemendtir dikin... Wênesaz mijara xwe ya berê berdewam dike, lê belê teşeyên razber ên jinan li berhemên xwe yên vê dawîyê zêde kirine. Berhemên wî sade ne û di xeta asoyê de peşên guherbar ên sê tebeqeyên sereke taswîr dike, muzîk û dîroka demê û herweha hawîrdora ku hertim diguhere.

Aram li seranserî cîhanê di gelek galerî û muzexaneyan de 73 pêşangehên takekesî û komî li dar xistine, ku Japonya, Almanya, Swêd, Danîmarka, Norwêc, Brîtanya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Bakur di nav wan cihan de ne. Wênesaz hêjayî gelek xelat û nîşanan hatiye dîtin û gelek dezgehên çapemenîyê digel wî hevpeyvîn kirine. Berhemên Dara Aram di gelek kolleksîyonên şexsî û dewletî de cih digirin ku Sefareta Kanadayê li Danîmarka û Swêdê hin ji wan in. Irvin Zukerê kollektorê navdar ê ku Hamilton a Ontarioyê û hunermendên navdar ên kanadayî Leonard Cohen û Doris McCarthy û Şaredarê Richmond Hillê Dave Barrow û Serokê Dezgeha Polêsan a Herêma Yorkê Armand P. La Barge ew kes in ku xwedî berhemên Aram in. Hunermend Aram gelek berhemên xwe bo dezgehên xêrxwazî, alîkarî û çandî kirine dîyarî. Aram di gelek kolej, zanîngeh, dibistanên seretayî û navendî de ders dane.