Hejmar 24 - Tabloyên Serpil Odabaşi

Di sala 1975ê de li Amedê ji dayîk bû. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwend.

Di sala 1995ê de li Zaningeha Gazî dest bi perwerdeya beşa wêneyê kir. Di dema cûntaya 12ê îlonê de malbata Odabaşi bi dijwarîyan re rûbirû ma. Di wê pêvajoyê de Odabaşi di karên cûrbecûr de xebitî û perwerdeya xwe domand. Hunermend Odabaşi li dijî binpêkirina mafên mirovan wek çalakvanê mafên mirovan kar kir û 3 sal di Weqfa Mafê Mirovan de xebitî. Hunermend li gel helwêsta xwe ya dijberîya şer, desthilatî û zayendparêzîyê bi mîzahê re jî têkildar bû. Nêrîna hunermendê, ya îronîk tesîr li ser wêneyên wê jî kirin.

Odabaşi, bi salan li Stenbolê wek mamosteya wênekarîyê xebitî. Yekemîn pêşangeha xwe ya şexsî sala 2001ê bi navê "Parçebûn" li Enqereyê vekir. Ev pêşangeha hunermend bi taybetî li ser mijarên wek ewleyîya şexsî, taqîbat û guhlêbûnê bû.

Paşê jî hunermend bi pêşangehên xwe yên li bajarê Atînayê bi navê "Apoletên li kuçeyan", li Amedê "Maskeya berfê" li Navenda Çanda Alman a Îzmîrê "Qet(i)la wî/wê mubah e" û li Enqereyê li navenda huner a hevdem "Tunebûna min ji bo hebûna te" xwest ku balê bikşîne ser mijarên wek cûdaxwazî, kuştinên nefretane û di jîyana rojane de faşîzm. Li gel berhemên bi mijarên milîtarîzm, cinsîyetparêzîya civakî, lînç, penaberî û homofobî berhemên wê yên portreyên şexsî jî hene. Wêneyen wê li şahîyên zaningehan û mihrecanan de jî hatin pêşkêş kirin. Odabaşi, ji bo piştgirîya zarokên mexdûrên qanûna li diji terorê (TMK) jî li Amed, Wan û Çolemergê jî pêşangeh vekir.

Hunermend li gel xebata xwe ya wênesazîyê bergên pirtûk û kovaran jî amade dike. Odabaşi endama "Yekitîya Hunermendên Çalakvan a Navnetewî" ye. Di hevpeyvîneke xwe de bi gotinên wek "min xwest bi neynikekê bûyerên li Tirkîyeyê diqewimin nîşan bidim" armanca xebatên xwe rave dike.

Di derheqê hunermend de ji bo agahdarîyên zede li navnîşana http://srpl.info/ binêrin.