Hejmar 25 - Tabloyên Yehya Al Selo

Yehya Al Selo, di 1962ê de li bakurê bajarê Helebê li gundê Ahrasê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya hunerê li zanîngeha Helebê temam kiriye. Yehya Al Selo bi gelemperî li ser wêneyên ebadmezin dixebite. Hunermend di xebatên xwe de bi piranî boyaxa rûnî bi kar tîne, di heman demê de karîkaturan jî çêdike.
Li gel xebatên xwe yên hunera plastîk bi zimanê kurdî çîrok û romanan jî dinivîse. Yehya Al Selo ji ber sedemên siyasî welatê xwe terk kiriye û ev çend sal in wek penaberê polîtîk li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir didomîne.

Yehya Al Selo van çend salên dawîyê ji wêneyên xwe zêdetir bi taybetî bi karîkaturên xwe balê dikşîne ser xwe. Di çapemenîya kurdî de ji bo gelek rojname û kovaran karîkaturan xêz dike.

Yehya Al Selo, di wêneyên xwe de stîlên cûrbicûr bi kar tîne. Ji xetên realîst heta dîmenên konkret li ser mijarên fireh û ji hev cihê dixebite.
Yehya Al Selo ji ber ku li ser ebatên mezin dixebite, di wênesazîya xwe de asoyeke fireh bi komposîzyoneke pir xweş radixe ber çavan. Hunermend bi giranî nexşên kurdî bi kar tîne, lê carna jî stîleke abstrak tev lê dike û heman nexşan bi şeweyekî nûjen pêşberî me dike.

Xebatên hunermend ku di nav de hem xetên klasîk, hem jî xetên nûjen dixuyên, bi reng û hestên xwe ji bo hunera wênesazîya kurdî dewlemendîyeke mezin e.

Hunermend pêşengeha xwe ya yekemîn di 1987ê de li Helebê vekir. Li Sûrîyeyê beşdarî gelek pêşengehan bû. Ji sala 2008ê vir ve li Almanyayê jî beşdarî pêşengehan dibe. Heta niha li bajarên Trier û Neuwiedê 3 pêşengeh vekirine.