Hejmar 26 - Tabloyên Mehmet Latif Saglam

Di sala 1966ê de li Qoserê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Qoserê temam kiriye. Li zanîngeha Marmarayê, beşa huner a peykerê tewa kiriye.

Ji ber ku zaroktîya wî li deşta Qoserê derbas bûye, dîmenên zevî û bostanên deşta Qoserê yên bê ser û binî tesîreke mezin li se wî hîştine. Ev tesîr di xebatên wî yên hunerî de dê biba mijara bingehîn a rêzewêneyên "batirsokên bostanan".

Di nav hunerên plastîk de bi beşên wek wêne, peyker, seramîk û fotografê re mijûl bûye. Ji ber vê yekê di xebatên xwe de hewl daye ku vegotina devkî (wêjeya helbestî) veguherîne vegotina plastîk. Di xebata xwe ya bi navê "Portreyên Bi Rengên Helbestan" hewl dide ku vegotina helbestên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan, Ahmed Arîf, Feqîyê Teyran û Yilmaz Guney bi zimanê hunera plastîk şirove bike.

Hunermend Saglam di pêşen-geha xwe ya bi navê "çar cara çar" de jî çar helbestên Ahmed Arîf, Nazim Hîkmet, Hasan Huseyin û Orhan Weli bi hunera plastîk şirove kir.

Saglam di gelek komeleyên huner, sendîka û rêxistinên hunerî de xebitîye û rêveberî kirîye. Demeke dirêj e di festîval û kampên hunerê de rêveberîyê dike. Li gelek bajarên Tirkîyeyê beşdarî çalakî û pêşengehan bûye. Di sala 1992yê de dest bi mamostetîya hunerê kir. Niha jî li lîseya hunerên bedew a li bajarê Meletîyê wek mamoste dixebite.