Hejmar 27 - Tabloyên Zoro Mettini

Di 1949ê de li Amûdê ji dayik bûye. Ji ber sedemên polîtîk a malbata xwe di 1964ê de bi malbata xwe re koç kiriye Lûbnanê. Wî 1969ê Akademîya Hunerên Bedew a Beyrûdê beşa wêne û peykerê qedandiye.

Demek wek mamosteyê dersa wênesazîyê xebitîye. Di 1972ê de bi sedan kesên din re beşdarî pêşbirka akademîya huner a Amerikayê bû û xelata duyemîn wergirt. Di 1973ê de wek rêveberê hunerê yê kovara "Weekend" xebitî û bû endamê Peyana Hunermendên Rojava. Di 1974ê de jî bû endamê lijneya rêveberîya vê peyanê. Di heman salê de wek nîgarkêş di firmaya reklamê "Worltrade" de xebitî.

Di 1976ê li Berlinê bi cîh bû û li vê derê dest bi xebatê kir. Bû endamê Yekitîya Wênesazên Alman û endamê lijneya rêvebir a wênesazên Steglitzê. Di Volkschochschuleyê bi salan dersên peyker û wênesazîyê da.
Bi gelek hunermendên bi nav û deng re xebitî. Hin ji wan ev in: Xwediyê xelata Oskarê, filmçêkerê alman Hans-Jürgen Kiebach, Cigerxwîn, Henry Moore, Nûredîn Zaza, Hemreş Reşo, Prof. Waldemar Grzimek û Prof. Erich Fritz Reuter.

Di 1987ê de li Steglitzê, Maseya Çandê pêşbirkek li dar xist. Di vê pêşbirkê de hunermend Mettini xelata yekemîn a dekora dikê wergirt. Di 1972ê de di pêşangeheke têkel de êrişî wêne û peykerên wî kirin ku mijara wan azadî, wekhevî û mafê çarenûsî ya gelan bû.

Hunermend Zoro Mettini hunera xwe û felsefeya xwe ya jîyanê li ser mijarên azadî, wekhevî, aştî , xweza û jîngehê ava kiriye û di heman demê de xwedîyê kesayetîyeke balkêş e. Wek mînak 63 salî ye û li gel vî jîyê xwe berdewam beşdarî maratonên 10 km dibe.

Mirina hevjîna wî Birgit Vogt -ku di heman demê de menejer û şêwirmenda wî bû jî- li ser wî tesîreke pir mezin kir. Li pey mirina hevjîna xwe, 10 sal navber da xebatên xwe yên hunermendîyê. Paşê di 2010ê de bi pêşangeheke enstelasyonê dîsa dest bi xebatên xwe kir.

Zoro Mettini hunermendekî surrealîst e. Hunermendên surrealîst hêza xeyalên xwe tevli bûyer û fenomenên li dorhêla wan diqewime, dikin û bi awayekî surrealîst berhemên xwe yên hunerî diafirînin. Zoro Mettini jî di nav hunermendên kurd de nûnerê vê grupê ye. Li cem hunermendên surrealîst ji kesan zêdetir hêza xeyalê û raman giring e.

Di afirandinên balkêş û surrealîst de, ji naveroka jîndeyên di wêneyan de ne û ji tiştên tên teswîr kirin zêdetir, ketina nav dinyaya ku bi xeyalan hatiye afirandin taybetmandîyekê dide hunermendan. Hunermend Zoro Mettini, azadî, wekhevî, xweza û jîngehê bi felsefeya hunera surrealîst pêşkeş dike.
Taybetmendî, hêzeke bilind a xeyalê, tesîrkirin û fikirandina temaşevanan di xebatên hunermend Zoro Mettini de taybetmendiyeke hevbeş e. Hunermend tiştan bi xeyalên binehişîya xwe ji xwezayîtîya wan bi cihê dike û bi şiroveyeke taybet û xeyalî pêşberî me dike.

Berhemên wî di vê radeyê de ji yekbûna estetîka derdora derve û estetîka wî ya hundurîn pêk tên. Zoro Mettini, me bi berhemên xwe yên ku ji senteza dinyaya rastîn û dinyaya xeyalan pêk hatine, rûbirû dihêle.

Di berhemên Zoro Mettini de tiştên ku em dixwazin têbigihîjîn û şirove bikin ne bi tenê ew tişt in yên ku heta niha em fêrbûne, di heman demê de têgihîştin û şirovekirina dinyaya xeyalên nepenî ya hunermend e jî.
Zoro Mettini li derveyî Almanyayê beşdarî gelek pêşangehan bûye. Hinek ji van ev in: Beyrûd, Londra, Paris, Malmö, Helmstedt, Rotenburg, Hamburg, Berlin, München, Zürich û Lausanne.

Hunermend li Berlinê dijî. Ji bo agahdarîyên zêdetir hûn dikarin li malpera www.mettini.de binêrin.