Hejmar 28 - Tabloyên Ayub Raoof Mahmood

Eyub Raûf Mehmûd (Ayub Raoof Mahmood) di 1985ê de li Silêmanîyeyê ji dayik bû. Di 2008ê de ji Enstîtuya Hunerên Bedew a Silêmanîyê kuta bû.
Di dema xwendekarîya xwe de beşdarî gelek çalakîyên hunerî bû. Di salên 2005-2008ê de wek perwerdekarê hunerê xebitî.

Di 2008ê de beşdarî pêşan-geheke hunerê bû. Heta niha bi tevayî beşdarî 20 pêşan-gehên komî bûye.

Di 2007ê de sazîya Azadî Lawan pêşbirkek wêneyan li dar xist. Eyub Raûf beşdarî vê pêşbirkê bû û xelata duyem wergirt. Ev pêşbirk li Kurdistanê di vê kategorîyê de pêşbirka yekem bû.

Di 2009ê de dîsa beşdarî pêşbirka ji layê sazîya Azadî Lawan ve hatibû li dar xistin bû, îcar xelata yekem wergirt.

Di 2009ê de li Muzeya Netewî ya Amna Swraka pêşangeha huner a navendên cîwanî yên bajarên Silêmanî, Koye û Xaneqîn bi rê ve bir.
Eyub Raûf wek berpirsîyar û perwerdakarê Navenda Cîwanî û Huner a Silêmanîyê xebatên xwe didomîne û li dibistana seretayîyê wek mamosteyê dersa wênesazîyê dixebite.

Bo zêdetir agahdarî:

http://www.sulyon.com
http://www.facebook.com/ayub.raoof