Hejmar 29 - Tabloyên Muzaffer Oruçoğlu

Wênesazê vê hejmarê Muzaffer Oruçoğlu, di 18ê adara 1947ê de li gundê Zavota Mezin ê navçeya Golan a bi ser Qersê ji dayik bûye. Ji ber ku li gundê wî dibistana seretayî tunebû, perwerdeya xwe ya dibistana seretayîyê li dibistana gundê cîran (Zavota Piçûk) û li Qersê xilas kir. Li dû dibistana navîn a Qersê, ezmûna dibistana mamostetîyê ya Rîzeyê qezenc kir, du sal şûn ve jî li Stenbolê çû dibistana Bilind a Mamostetîyê ya Çapayê. Perwerdeya xwe ya bilind li Fakulteya Fenê di beşa astronomîyê de berdewam kir.

Di 1967ê de Îbrahim Kaypakkaya jî di nav de Muzaffer Oruçoğlu tevî 9 hevalên xwe li dijî fîloya şeşem a Amerîkayê belavokek belav kir. Ji ber vê çalakîyê ji dibistana mamostetîyê ya Çapayê hat bi dûr xistin. Beşdarî tevgerên 68ê ya xwendevanan bû. Di FKFê (Fikir Kulüpleri Federasyonu: Federasyona Klûbên Ramanê) de wek endamê Komîteya Huner û Zanîstîyê xebitî. 1969ê hat girtin, demekê di girtigeha Sîlîvrîyê de ma.

Di sala 1972yê de di nav damezrênerên TKP(M-L)yê de cîh girt. Di 1973ê de li Stenbolê hat girtin û cezayê muebbedê (bê dawî) wergirt. Di pêvajoya jîyana girtîgehê de rojên xwe bi nivisandina roman û helbestan derbas kir. 13 sal di girtigehê de ma, li dû serbestberdana ji girtigehê Oruçoğlu birin eskerîyê. 40 roj bi şûn de ji leşkerîyê revîya çû Yewnenistanê, ji wir jî çû Fransayê û bû penaber. Ji nû ve dest bi nivîsandina romanan û wênesazîyê kir. Di kovarên polîtîk û wêjeyî de gotarên wî hatin weşandin.

Oruçoğlu sala1988ê zewicî û li Avustralyayê bi cîh bû. Li vê parzemînê berê li koleja wênesazî û peykerê (Greensborough TAFE COLLEGE-NMIT) ya 2 salan, dûre jî li beşa PUBLIC ART a Enstîtuya Teknolojî ya Royal Melbourne(RMIT)ê perwerdeya wênesazî û peykerê kir. Heta niha li 6 welatan zêdeyî 40 pêşangehên şexsî vekirine.

13 ji wan roman, 7 çîrok, bi tevayî li ser mijarên cûr bi cûr 30 pirtûkên wî hatine çap kirin. Di 2011ê de bi romana xwe ya 4 cîldî Grizu, xelata Abdullah Baştürk a karker û edebiyatê wergirt. Oruçoğlu li Avustralyayê dijî.

Di derheqê Oruçoğlu de ji bo agahdarîyên zêde li malpera www.muzafferorucoglu.com binêrin.