Hejmar 30 - Tabloyên İsmail Çoban

İsmail Çoban di 1945ê de li Çorumê ji dayik bûye, ji 12 zarokên malbateke xizan ê herî biçûk e. Di biçûktîya xwe de diçe Stenbolê, ji alikî ve li cem dukandar û terzîyan dixebite û rojnameyan difiroşe, ji alîyê din ve jî perwerdeya xwe didomîne. Bi armanca bicîhanîna îdeala xwe ya mamostetîyê di navbeyna salên 1960-65ê de li Ankarayê di Dibistana Mamostetî ya Atatürk de dixwîne. Îdeala xwe ya mamostetîyê bi cîh tîne, lê evîna wî ya hunerê berê wî dide rêyeke din. Dîsa vedigere Stenbolê û li wir di çapxane û kargeha grafîkê de dixebite. Di salên 1965-68ê de Dibistana Bilind a Hunerên Bedew dixwîne, 1968ê de ji ber sedemên dijwar yên jîyanê mecbur dimîne him ji dibistana xwe û him ji Tirkîyê dûr bikeve, İsmai̇l Çoban tê Almanyayê û perwerdeya xwe ya hunerê li vê derê bi dawî tîne. 1971ê de li bajarê Wuppertalê bawernameya xwe digire û dest bi wênesazîyê dike.

İsmai̇l Çoban bingeha huner û xebatên xwe li ser hîmeke pirçandîyê ava dike, ji formên ku tên nasîn û ji hunera pîyaseyê pir dûr e. Çoban ji rastîyên ku pê bawer e tu caran tawîz nedaye û xwedîyê şêwazeke bi hêz û xwerû ye.

İsmai̇l Çoban hizirîna felsefeyê bi hostetî dinexşîne, ji bîr û bawerîyên xwe yên polîtîk jî tu caran tawîzan nade. Hunermend di wêneyên xwe de rewşa dijwar a ku mirov di jîyanê de rû bi rû dimînin, hêjayîyên mirovîyê yên di bin gefan de ne û di heman demê de bûyerên dîrokî jî dinexşîne.

Xebatên hunerî yên İsmai̇l Çoban bi tenê bi Almanya û welatên Ewropayê re ne bi sînor e. Ew bi bawerîya hêza xwe ya hunerê Amerîka, Japonya, Kore û Azerbeycan jî di nav de li gelek welatan dersan dide, konferansan çêdike û pêşangehan vedike. Hunermend herweha di 2005ê de li Wuppertalê "Weqfa İsmai̇l Çoban a Piştgirîya Hunermendên Ciwan" damezirand.

İsmai̇l Çoban ku bê hejmar xebatên wek pêşengah, sempozyum û çalakîyên hunerî li dar xistine, li Wuppertalê dijî û xebatên xwe yên wênesazîyê û weqfê li kargeha xwe ya Wuppertalê didomîne.

İsmai̇l Çoban armanca xwe bi van gotinan tîne ziman: "Mirov tenê bi xwarinê najî. Huner û çand nirxên civakê ne. Huner û çand pêşengîya lihevhatina civakan dikin. Civateke bê huner û bê çand wek şorbeyeke bê xwê û bê çêj e."

Ji bo agahdarîyên zêde li malperên
http:/www.ismailcoban.com
http:/www.ismail-coban-stiftung.de
binêrin