Hejmar 31 - Tabloyên Ahmet Aslan

Ahmet Aslan di sala 1986ê de li gundê Taburoglu yê Kirşehirê ji dayik bûye. Dibistana seretayîyê li gundê xwe xwendiye.

Di sala 1977ê de li navenda Kirşehirê bi cîh bûye û perwerdeya xwe li wê dere domandiye. Di 2000-2001ê de li lîseya Kirşehirê dest bi perwerdeya xwe ya navîn kiriye.

Di 2005-2006ê de li Zanîngeha Gazîyê dest bi perwerdeya xwe ya bilind kirïye, lê perwerdeya vê zanîngehê nîvco hiştiye û di 2007-2008î de li Zanîngeha Selçukê di Fakulteya Perwerdeya Mamostetîya Wênesazîyê de dest bi xwendinê kiriye.

Di vê pêvajoyê de beşdarî hin çalakîyên wek pêşbir, peşangeh û workshopan bûye, li ser îllustrasyonên dijîtal û vîdeoyê xebitîye.

Ji bilî van xebatan ji sala 2008ê vir ve bi rêya otostopê seranserî Tirkîyê û Gurcîstanê gerîyaye û bûye xwedîyê azmûnên girîng. Di vê pêvajoya gerê de li cîhên ku digerîya beşdarî organîyasyonên hunerî bûye.

Di 2011ê de perwerdeya xwe ya zanîngehê bi serkeftî temam kiriye.

Hunermend Ahmet Aslan ji 2007ê vir ve li gelek bajaran pêşangeh li dar xistine. Hunermend li Stenbolê dijî û xebatên xwe li kargeha xwe didomîne.