Hejmar 32 - Tabloyên Ahmet Karabulak

1971ê de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ji dayik bû. 1998ê de li Zanîngeha 19 Mayis ji beşa wênesazîyê xelas kir.

2008ê de li Mersînê dezgeha hevbeş depoART û Platforma Însîyatîfa Huner a Mersînê hat damezrandin. Hunermend Karabulak yek ji damezrênerên vê platformê ye. Heta niha li gelek bajarên Tirkîyeyê beşdarî bi dehan pêşangeh û projeyan bûye.

Hunermend Karabulak yek ji amadekarên projeya "Veguhêrîna Bajaran/Destnîşankirina Xesarê" ye. Hunermend li gel wêneyan, enstlasyon û performansan jî çêdike.

Di vê heyamê de hunermendên wesfdar û zanyar ji mijarên wek cinsîyetparêzîya civakî, pirsgirêkên ekolojîyê û pirsgirêkên etnîkî ku ji sedema rewşa sosyolojîk û newekhevîya civakî pêk tên, haydar in û di berhemên xwe de van mijaran bi kar tînin. Ev rewş ji bo hinek hunermendan rewşeke dijwar be jî, ji bo hunermendên zanyar dibe pêvajojoya hilberandineke nû. Hunermend Karabulut jî di berhemên xwe de vê pêşveçûnê bi hostetî bi kar tîne.

Hunermend Karabulak têkilîya xwe ya bi hunerê re bi van gotinan formule dike: "Wek pirsgirêkeke kesane têkilîya min a bi hunerê re li ser rageşîyê hatiye avakirin." Karabulut dema berhemdarîya xwe pêşkeşî civakê dike taybetmendîya xwe û rengê xwe jî bi serkeftî tev li berhemên xwe dike.

Di projeyên hunermend de xaleke ku balê dikşîne jî "tekstên mijarê" ne. Ev tekstên ku bi naverokeke derûnî û felsefî dagirtîne, tenê bi sere xwe hêjayî xwendin û nirxandinê ne. Hunermend bi van tekstên xwe têkilîya di navbeyna huner û civakê de bi serkeftî destnîşan dike. Hunermend di berhemên xwe de mijarên wategiranên derûnî û civakî bi kar tîne, lê li gel vê yekê ev mijarên giran bêyî ku mirov aciz bike, bi mîzah û îronî digihîje temaşevanan.