Hejmar 33 - Tabloyên Zouber Yousef

Hunermend  Zouber Yousef di 1968ê de li Khirbat Al-Bayader (Sûrîye) ji dayik bû. Sala 1973ê tevî malbata xwe li Hesekîyê bi cîh bû.

Di 1979ê de li Sûrîyê di beşa wênesazîyê de wek xwendekarê herî serkeftî hat hilbijartin.

Perwerdeya xwe ya bilind di navbeyna salên 1986-1990ê de li Akademîya Huner a Şamê kir. Bi xebata xwe ya “Piçek Mîtolojî” li Akademîya Huner  wek xwendekarê herî serkeftî perwerdeya xwe xelas kir û ji beşa peykertraşîyê bawernameya xwe wergirt.

Di 1990-1991ê de wek mamosteyê wênesazîyê û wênesazekî xweser xebitî.

1999ê de li Almanyayê  bi cîh bû. Li NRWê li bajarê Siegburgê dijî û xebatên xwe yên hunerî û wênesazîyê li wê derê didomîne.

Mijara bingehîn ya wêne û peykerên hunermend Zouber Yousef  liv û tevger e. Ev liv û tevgera di berheman de şêweya xwe îfadekirina hunermend e. Bi vî awayî hunermend Yousef hestên xwe yên veşartî pêşkeşî bîneran dike. Hunermend bi vê dozîn û têgehê berhemên xwe diafirîne û di heman demê de bi bedewkarî û estetîkeke bi hêz digihîjîne me bîneran.

Hunermend ji alîyekî ve dixwaze bi hestên xwe yên veşartî berhemên xwe biafîrîne û ji alîyê din ve jî  bawer dike ku di jîyanê de enerjîyeke veşartî û nependî heye û ji vê enerjîyê îlhamê werdigire.

Hunermend, mijar û fîgurên berhemên xwe ji bûyer û serpêhatîyên ku di jîyana rojane de tesîr li ser hiştine, werdigire. Mirov dikare bibêje fîgurên berheman kurtedîmenên ji jîyana hunermend in.

Xalekî din a di berhemên Yousef de balê dikşîne ser xwe jî, bikaranîna efsane û bûyerên mîtolojîk in. Hunermend bawer dike mirov dikare ji bûyerên mîtolojîk û efseneyan ji bo dahatûyê dersan derxe.

Hunermend Yousef xebatên xwe yên hunerîyê li kargeha xwe ya bajarê Siegburgê didomîne û di heman demê de li kargeha xwe ji bo şagirtên alman dersên peykertrajî, wêne û enstalasyonê dide.

Di derheqê hunermend Zouber Yousef de ji bo agahdarîyên zêdetir li malpera www.zouber.com binêrin.