Hejmar 34 - Tabloyên Kîto Sîno

Hunermendê kurd Kîto Sîno li Kurdistana Rojava ji dayik bûye.

Kîto Sîno 1988ê de ji bo perwerdeya bilind çûye Rûsyayê. Perwerdeya xwe ya hunerê li Moskovayê li Akademîya Huner a Stroganov di beşa abîde û dekorasyonê de temam kirîye. Di navbeyna salên 1995-2004ê de wek gestvanekî hunerê li welatên Rûsya, Almanya, Polonya, Holanda, Belçîka û Sûrîyeyê gerîyaye. Hunermend berhemên xwe yên ku li geştvanîyê afirandine li wan welatan hiştiye.

Hunermend Kîto 10 sal e li Belçîkayê dijî. Di destpêka li Belçîkayê bicihbûnê de hunermend bi gelek destengîyan re rûbirû maye lê di demeke kin de bi hêza hunera xwe, xwe daye pejirandin û ji desttengîyan xelas bûye.

Hunermend Kîto Sîno bi hunera xwe ya mozaîkê û bi workshopan li Belçîkayê bi nav û deng bûye. Bi teknîkeke cihê ya mozaîkê li ser navê “Kîtomozaîk” patent wergirtiye. Hunermend di warê hunera mozaîkê de bi performanseke pir baş projeyên gelek girîng çêkiriye û çêdike.

Ji xebatên Kîto Sîno tê dîtin ku hunermendekî pir alî ye. Di warê wênesazî, peyker, mozaîk, nîgar û enstelasyonê de berheman diafirîne. Hunermend hin wêneyên xwe jî bi boyaxa ku bi destê xwe û li gor konsepta xwe hildiberîne, çêdike.

Taybetmendîyek din ya Kîto Sîno ku wî ji hunermendên din cihê dike jî xebatên wî yên li ser bilêtên trênê ne. Hunermend li ser bilêtên trêne xwedîyê konsepteke balkês e.

Kîto Sîno nêzîkî 13 sal e li ser bilêtên trênê wêneyan çêdike. Heta niha 200 car rêwîtîya bi trênê kiriye û koleksîyoneke wî ya ji 200 wêneyên li ser bilêtên trênê hatine çêkirin heye. Dema rêwîtîyê dike li ser bilêtên xwe wêneyan çêdike, xem û xeyalên xwe li ser van bilêtan dinexşîne.

Êdî Kîto Sîno, trên û bilêt bûne hevparçeyek. Ev konsept bûye îşareta hebûn, hest û ezmûnên wî.

Hunermend Kîto Sîno bi van parçeyên bilêtê ji alîkî ve demê, evînê, azadîyê û aştîyê bi motîfên xwe derdibire, ji alîyê din ve jî me dibe rêwîtîya navbeyna raborî û dahatûyê.

Di derheqê hunermend de ji bo agahdarîyên zêdetir li malpera http://www.kito.be binêrin.