Hejmar 35 - Tabloyên Ilter Rezan

Ilter Rezan di 1960ê de li Dêrsimê ji dayik bûye. Di salên 1978-1980ê de li Enqereyê perwerdeya pedagojîyê wergirt. Ji ber sedemên polîtîk dev ji perwerdeya xwe berda û li Ewropayê bû penaber. Di 1980yê de li Almanyayê bi cîh bû.

Ilter Rezan di navbeyna salên 1990-1994ê de li bajarê Freiburgê perwerdeya hunerê dît. Bi dû re jî bi salan li bajarê Offenburgê di dibistana hunerê de wek mamosteyê wênesazîyê xebitî. Rezan, ji sala 1997ê ve çar salan li Almanyayê seroktîya Yekîtîya Wênesazên Kurd ku bi pêşengîya Enstîtûya Kurdî hatibû damezirandin kir.

Wek gelek hunermendên dîyasporayê Ilter Rezan jî di berhemên xwe de bi giranî li ser mijarên zordestî. tundî, aştî, ziman, pişavtin û gelê kurd û çanda gelê kurd dixebite. Hunermend di berhemên xwe de li gel van mijaran herweha cîh dide hest, xem û xeyalên xwe jî.

Hunermend Rezan xwedîyê teknîk û xêzeke bi hêz e, di stîl û şêwazê de bi metodeke nedîtbar dixebite û berhemên xwe bi motîfên fîguran temam dike.

Di berhemên hunermend de bi awayekî vekirî tê ditîn ku hunermend bi derûnîya merivan re ji nêzîk ve têkildar e.

Di berhemên hunermend de motîf û fîgurên nedîtbar, rûyên nîvxêzkirî û îfadeyên li ser rûyên merivan di heman demê de wek lidervexistina bûyereke derûnî tê xuya kirin.

Ev xêz û rengên wêneyan tesîreke giran a rûhî li ser meriv dihêlin. Ev yeka jî hêza şêweya berhemên hunermend îfade dike.

Ilter Rezan, heta niha li gelek bajarên Almanyayê bi dehan pêşangehên serkeftî li dar xistine. Hunermend li Luksembûrg, Belçîka, Awusturya, Fransa, Polonya û Îtalyayê jî beşdarî gelek pêşangehan bûye.

Hunermend di 2009ê li Îtalyayê di 53yemîn Bîennala Venedîgê de yek ji beşdarvanên hunermend ên ji Kurdistanê bû. Hunermend Li bajarê Bochum yê Almanyayê dijî û xebatên xwe didomîne.