Hejmar 36 - Tabloyên Parwez Zabihi

Parwez
Zabihi (60) ji bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji
sala 1986ê heta 2007ê li paytexta Îngiltere li Londonê jîyaye û
xebitîye.

Hunermend
Zabihi, di navbera salên 1986 û 1989ê de li dibi-stana Huner û
Dîzaynê ya Central St. Martin (Central St Martin School of Art
and Design)
xwendiye. Dûre, ji 1994ê heta 1996ê li
zankoya Central School of speech and Drama (CSSD)
perwerdahîya huner, wênesazî û dîzaynê dîtîye. Di salên 2005
ta 2006ê de jî li Koleja Kensington and Chelsea mamostetî kiriye.
Ji sala 2007ê ve li Hewlêrê mamo-steyê huner e û dersên li ser
hunera brîtanî ya salên 1830 heta 1850 dide.

Hunermend
Zabihi di wêneyên xwe de ji bilî tûwalê carna kitanê jî
bikartîne. Wênesaz, di wêneyên xwe yên xuyangî de ku wan bi
boyaxa rûnî dixemilîne cîh dide dîmenên xwezayî.

Hunermend
Zabihi, heta niha li gelek welatan û li gelek pêşangehên navdar
ên wek; Zamwa Gallery Suleymanî Kurdistan, Dixon Gallery London,
Chelsea Gallery (Solo show) London, King’s Cross Gallery (
Installation), Shorditch Gallery London ( Installation), Cable Street
Gallery London, Whitechapel Open London, The Nunary London,
Kalendburg Library Gallery Denmark û li Holbek Library Gallery
Denmark wêneyên xwe pêşkêşî hunerhezên kurd û ewropî
kirine.

Zabihi,
ji bilî wênesazîyê perwerdahîya wênekêşîyê jî dîtîye û
dûre di heman warî de ders daye kursîyeran. Herweha Zabihi ji bo
markayên wek Nike, Uniqlo, Janet Ragger şêwirmendîya reklamê
kiriye.

Wênesaz
Zabihi, zimanên kurdî, farisî û îngilîzî baş dizane.

Ji
bo têkilîdanînê;

parwezzabihi@gmail.com