Hejmar 37 - Tabloyên Mohammad Ismail

Wênesaz Mihemed Îsmaîl (Mohammed Ismail) sala 1971î li başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Hunermend Îsmaîl, ji sala 1991î heta 1995an li bajarên Hewlêr û Silêmanîyê pêşangehên xwe yên şexsî yên pêşîn li dar dixe. Ji bilî hunera wênesazîyê li ser elektrîkê perwerdahî dibîne. Herweha, di navbera salên 1992-1995an de, di kovara bi navê Hengê de wek şêwirmendê teknîkî dixebite.

Mihemed Îsmaîl, pêşangeha xwe ya yekem di sala 1991î de li Hewlêrê li Salona Mîdyayê vedike. Ya duyem jî dîsa li heman pêşangehê bi bêşdarîya wezîrê çandê yê wê demê Şêrko Bêkes li dar dixe. Hunermend dûre pêşangehên sêyem û çarem jî dîsa di salên 1994 û 1995an de li Hewlêrê li Salona Serdem a Navendî Roşinbîrî li dar dixe.

Mihemed Îsmaîl, di sala 1996an de pêşangeheka xwe ya din li Galerîya Silêmanîyê bi piştgirîya Yekîtîya Hunermendên Kurdistanê li dar dixe. Îsmaîl, di tabloyên xwe yên wê demê de wek naverok cîh daye şerê birakujîyê. Di sala 1996an de ji ber sedemê şerên navxweyî yê li Kurdistanê dev ji karê xwe berdide û wek gelek ciwanên kurd yê wê demê welatê xwe diterikîne û berê xwe dide Stenbolê. Li Stenbolê sê salan dimîne û dûre diçe Almanyayê. Niha li Holandayê dijî. Endamê Yekîtîya Hunermendên Kurd û Sendîkaya Çandê ya Holandayê ye. Îsmaîl, herweha endamê Civaka Dildarên Astronomîyê ya Kurdistanê ye jî.

Mihemed Îsmaîl, piştî ku derdi-keve derveyî welêt di sala 1998an de pêşangeha xwe ya heftem li Stenbolê, li Muzeya Çapemenîyê li dar dixe. Di sala 2001î de pêşangeheka din li bajarê Liverpool yê Îngiltereyê di Galerîya Dominoyê de li dar xistîye. Di sala 2004an de jî pêşangeha xwe ya nehemîn li Holandayê li Galerîya Dorie Haarman pêk anîye. Ji bilî vê, hem li welêt û hem jî li derveyî welêt beşdarî gelek pêşangehên komî yên hunerî bûye. Niha li Akademîya Hunerên Bedew ya Gerrit Rietveld perwerde dibe. Hunermend Îsmaîl, di tabloyên xwe de zêdetir boyaxa akrîl û mirekebê bi kar tîne.