Hejmar 38 - Tabloyên Sitar Ali

Wênesazê vê hejmarê hunermend Sitar Ali sala 1957an li gundê Zêwê yê li ser navçeya Amedîyê ji dayik bûye.

Xwendina xwe ya seratayî û navînîyê li Mûsilê bi dawî anîye. Di salên 1979-80yî de li zanîngeha Mûsilê beşa hunerê xwendîye.

Hunermend Alî li paş temamkirina xwe ya xwendina hunerê wekî çalakvanekî hunera wênesazîyê di dibistanên seretayî û navînî de xebitîye û di hin festîwalên zanîngehên Iraqê û Herema Kurdistanê berpirsîyarîya hunerî kirîye.

Hunermend pêşangeha xwe ya yekem li gel hunermend Gara Risûl li zanîngeha Mûsilê vekirîye.

Di 1983yan de pêşangeha xwe ya taybet li Duhokê vekirîye û ji wê demê vir ve li gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Duhok, Hewlêr, Silêmanî û li derveyî welat pêşangehên taybet vekirîye û beşdarî pêşangehên hevpar bûye.

Sala 1991î li Almanyayê berpirsîyarîya pêşengeha hunermendên kurd ya hevpar kirîye û sala 2009an jî li Bexdadê berpirsîyarîya festîwala rewşenbîrî ya kurd kirîye.

Hunermend Sitar Alî li gel wênesazîyê li ser huner û rexnegarîya hunerê bi kurdî û erebî di hin kovar û rojnameyan de gotar jî dinivîse û herweha bi navê „çend xwendinên şêwekarî“ pirtûkek jî çap kiriye.