Hejmar 39 - Tabloyên Nauras M.A. Sadiq

Bi navê xwe yê hunermendî Nauras Mezopotamî, hunermendekî kurdê helebçeyî ye û ji 1999an vir ve li Hollandayê dijî. Di navbêra 1989-1993yê de li Silêmanîyeyê li Akademîya Hunerê perwerdeya xwe temam kirîye.

 

Wekî gelek hunermendên kurd Nauras jî ji zilm û zordestîya serdes-tan para xwe girtîye. Ji ber sedemên polîtîk demeka dirêj di zîndanê de maye û dû re jî mecbûr maye ku welatê xwe biterikîne û di 1998an de çûye Ewropayê. Hunermend Nauras di 1999an de li Hollandayê mafê penaberîyê wergirtîye, ji wê demê vir ve xebatên xwe yên hunerî li wê derê didomîne.

 

Hunermend Nauras zaroktîya xwe li Helebçeyê derbas kirîye û bûye şahidê yek ji jenosîdên herî mezin. Bûyerên ku di zaroktîya xwe de jiyaye, li ser mijarên huner û berhemên wî tesîreka mezin hiştîye. Ji ber ku hîn di zaroktîya xwe de bi zordestî, şidet û asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Di hunera wî de mijarên wekî azadî, evîn, xoşewîstî û aştî derdikevin pêş.

 

Hunermend wisa dibêje: "Ez xwe ji alîyê hestên hindurîn ve wekî çivîkek azad û serbixwe hîs dikim, tevî vê yekê zordestan ez mecburî koçberîyê kirim."

 

Hunermend di xebatên xwe de giranîyê dide ser sembol û lêgerînên nû. Di berhemên wî de xala herî zêde balê dikşîne bikaranîna amûrên cihê ye. Em dikarin bibêjin ku di warê bikaranîna amûran de ji gelek hunermendên kurd cihê ye. Wekî mînak, ji dêlva ku rengên klasîk bi kar bîne, her dem di nav lêgerîna hilberîna rengên xwe yên taybet de ye. Di berhemên xwe de bi gelemperî rengên ku ew bi xwe hildibirîne bi kar tîne.

 

Li Kurdistanê û welatên wekî Iraq, Hollanda, Japonya, Belçîka, Amerîka û Yûnanistanê bi pêşangehên xwe berhemên xwe gihandîye hezkirîyên hunerê yên ji çandên cihê..

 

Nauras

bîranînên neyînî yên ku di zaroktî û xortanîyê de ji ber rewşa polîtîk ya Kurdistanê tesîr lê kirine, di xebatên xwe de dest nişan dike. Di paşxana wêne û tûwalên piçûk yên hunermend de çîrokên mezin veşartî ne. Hunermend Nuaras hestên xwe tevlî van çîrokên mezin dike û di heman demê de hin dîmenên ji çîroka jîyana xwe jî pêşberî me dike.

 

Hunermend Nauras mamostetîya xet û ornamentê (nexşandin) dike. Li gel vî karî bi gelek hunermendên hollandî re jî xebatên hevbeş dike û endamê Komeleya Hunermendan ya bajarê Frieslandê ye.

 

Di derheqê hunermend de ji bo agahdarîyên berfireh li malpera http://www.aad.exto.nl

www.kunstgang.nl binêrin.