Hejmar 40 - Tabloyên Delawer Omar

Hunermend Dilawer (Delawer) Omar, 15ê çirîya pêşîna 1986an li navçeya Dêrika Hemko (Kurdistana Sûrîyeyê) ji dayik bû. Malbata wî jî wekî gelek malbatên kurd ji ber sedemên zexta dewleta serdest cih û warê xwe terikand, bû penaber û li Swîsê bi cih bû.

Bavê Dilawer Omar li welat demeka dirêj di zîndanê de maye. Bi taybetî tiştên ku di pêvajoya jîyana zîndanê de hatine serê bavê wî tesîreka mezin li ser hunera Dilawer Omar hiştîye. Dilawer hîn di dema zaroktîya xwe de bi hêza xwe ya afirînerîyê bala xwe daye ser hunerê. Ev hunerwerîya Dilawer bi piştgirîya bavê wî hîn mezintir bû.

Dilawer Omar di xebatên xwe de pêvajoya afirînerîyê û fantazîya wê ji nêz ve vedikole û vê yekê di berhemên xwe de jî dide hîskirin. Nîgar û neqşên wêneyên wî wekî yên piranîya hunermendên kurd helwest û çanda gelê kurd dîyar dike. Dilawer hunermendekî ciwan e û jê tê hêvîkirin ku di dahatîyê de dê bibe hunermendekî bi nav û deng.

Di wêneyên Dilawer de xala ku herî zêde bala wênehezan dikşîne rengên wî ne. Dilawer bi fantazîyeka mezin, bi hestyarî û diltenikî rengan bi kar tîne. Di nêrîna ewil de wêneyên wî wekî behra rengan tê ditîn lê dema meriv bi hûrgilî li tabloyên wî dinêre kûrahîya wateya wêneyan tê ditîn.

Dilawer ji lîstina bi rengan pir hez dike. Dema bi rengan re dilîze jî bi rêyeka pir hêsan hezkirîyên hunera wênesazîyê dikişîne nav kûrahîya berhemên xwe. Gelek caran hewl dide ku di nav deryaya rengan de bi nîgar an jî bi sîyekê dîmenên welatê xwe û çanda gele xwe derxîne holê.

Di wêneyên Dilawer de ji bilî deryaya rengan ya ku pir bi zîrekî tê bikaranîn, xala duyem ya girîng jî hêza dinamik ya tevgera wêneyan û kompozîsyon e.

Di wêneyên hunermendê ciwan de meriv dikare ji ahengê jî behs bike. Dilawer Omar dê bi vîyzona xwe ya cuda di nav hunermendê serkeftî de cihê xwe bigire.