Hejmar 41 - Tabloyên Serdar Kêseyî

Hunermend Kêsteyî, di sala 1973yê de li Duhokê hatîye dinê û perwerdehîya xwe li başûrê Kurdistanê domandîye. Kestay, endamê Yekîtîya Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ), Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ye.

Serdar Kêsteyî, ji bilî wênesazîyê bi pîşeya karîkaturîyê re jî mijûl e û li Kurdistana Başûr ji bo rojname û kovarên wekî War, Gep û Hêlîn karîkaturan amade dike.

Hunermend Kêsteyî, di serî de li Amedê li gelek bajarên Kurdistanê pêşangehên wêneyan lidarxistiye. Ew li Duhokê dijî û li vê derê xebatên xwe yên hunerî didomîne.

Dema em li berhemên Kêsteyî dinêrin, em dibînin ku hunermend di navbera têgeh û objeyên razber/abstrakt û girgîn/konkret de diçe û tê. Hunermend di berhemên xwe de rengan bi cêwazeka wisa cuda bikartîne ku li ser meriv zêdetir tesîreka nedîtbar çêdike.
Di berhemên wênesaz de zêdebûna motîfên jinan herçiqas balê bikşîne jî rengan wisa bikartîne ku motîfên jinan hinekî piştperde dibin. Herçiqas hunermend di navenda kompozîsyona xebatên xwe de cih bide jinan jî, meriv hostayîya wî dikare di bikaranîna rengan de bibîne.

Serdar Kêsteyî, bêyî ku xwe bispêre motîfên folklorîk, di coxrafyaya ku dijî de wekî motîf jinê digire dest ku di civatê de giranîyeka wê ya gihanî û civatî heye û bi vî awayî dixwaze peyamên xwe bide der.