Hejmar 42 - Tabloyên Azad Saber

Azad Saber, di sala 1968an de li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê hatîye dinê û li vê derê mezin bûye.

Wênesaz Saber, hîn dema li Kurdistanê bû hunera xwe ya wênesazîyê pêşve biribû û bi rêya pêşangehan navê xwe li derûdor dabû bihîstin.

Li Kurdistanê dema karê xwe yê hunerî dimeşand, di nava komeka wênesazên nifşa nûjen de cihê xwe girtibû.

Dûre ji ber zext û zordarîyên rejîma îraqî ya wê demê û tesîra wê ya gihanî hunermend Kurdistan terikand û berê xwe da Hollandayê, bajarê Amsterdamê.

Di vegotinên xwe yên hunerî de Saber dibêje ku huner ji bo wî tê wateya azadî û bêsînorîya afirînêrîyê. Saber, bi berdewamî rave dike ku heger ew xwe azad his neke, nikare hunera xwe jî bidomîne. Lewre dibêje, ew li Hollandayê bi cih bûye û dema hatîye vê derê xwe azad his kiriye.

Saber, li ser têkilîya xwe û hunerê jî hestên xwe bi vê hevokê tîne ziman: "Huner, xwîna min e, ez çawa his bikim tabloyên xwe wisa dineqişînim/dixemilînim û ez nikarim bi awayeka din bijîm."

Hunermend Saber, heta niha ji bilî Kurdistanê li welatên wekî Hollanda, Tirkîye, Iraq, Fînlandîya, Yûnanîstan, Almanya û Îngiltereyê hem pêşangehên şexsî û hem jî yên komî lidarxistine.

Kanalên televîzyonên hollandî û belçîkî heta niha bi bernameyên taybet cih dane Azad Saber, huner û berhemên wî.

Azad Saber tabloyên xwe piranî bi boyaxa akrîl li ser tûwalê çêdike û gelek tabloyên xwe wekî rêzewêneyên ‘hêvîya siberojê‘ bi nav dike.

Ji bo zêdetir agahî û dîtina tabloyên hunermend yên din hûn dikarin lînka jêrîn bitikînin.

http://azad.exto.nl/