Hejmar 43 - Tabloyên Awder Osman Baqî

Awder Osman Baqî, li başûrê Kurdistanê li bajarê Helepçeyê hatîye dinê. Li Zanîngeha Silêmanîyê perwerdehîya xwe ya hunerî bi awayekî serkeftî qedandîye.

Awder Osman Baqî, hem endamekî çalak yê Rêxistina Hunermendên Kurdistanê, hem yek ji xebatkarên sazîya Navenda Çandê ya Helebçeyê û hem jî endamê Dezgeha Mamosteyên Kurd e.

Hunermend Awder, heta niha tevlî 51 pêşangehan bûye; ji bilî kolaj û enstalasyonan herweha bi wênekêşîyê re jî mijûl bûye. Ji bilî pêşangehên wêneyî, heta niha çend pêşangehên fotografan jî li dar xistîye.

Awder Osman, wekî xortekî hestîyar û çalak yê ji nifşa nûjen, di warê peyîkandina şêwaza xebatên xwe yên hunerî de berê xwe daye hunera hemdem ya rojava û cîhanê.

Wênesaz Awder, bi berhemên xwe yên heta niha afirandî ji bo hunera kurd hêvîyeka mezin dide meriv.

Hunermend Awder Osmanê ku li gel Navenda Çandê ya Helebçeyê dixebite, perwerdekarîya hunerî dide, di nav kar û xebatên galerîya Helebçeyê de cih digire, wênesazî û wênekêşîyê dike, bi her awayî xwe daye çand û huner û bi şêwaza hunerê xwe layîqî şopandinê ye.

Di der barê wênesaz Awder Osman Baqî de ji bo zêdetir agahî lînkên jêrîn bitikînin:

www.awder88art.carbonmade.com
www.awder88.kurdblogger.com