Hejmar 44 - Tabloyên Haydar Turan

Di sala 1980yî de li Edeneyê ji dayik bûye; ji dibistana pêşîn heta lîseyê jî dîsa li heman bajarî xwendîye.

Di sala 2001ê de Beşa Peykerî ya Fakulteya Hunerên Bedew ya Mêrsînê qezenc kir û di sala 2005an de jî dawî li perwerdehîya xwe anî.

Hunermend Haydar Turan heta niha li gelek bajaran pêşangehên peykerî, wêne û enstalasyonê lidarxistine.

Di sala 2004an de li Mêrsînê pêşangeha enstalasyonê, di sala 2005an de li Semsûrê ya peykerên metal, di sala 2007an de li Qibrîsê ya enstalasyonê hinek ji wan e.

Wênesaz û peykertraş Haydar Turan heta niha beşdarî gelek çalakîyên hunerî bûye û herweha xelatên curbecur wergirtîye.

Di sala 2004an de tevlî Pêşangeha Karma ya Seramîk, Peyker û Wêneyan ya Festîvala Sîlîfkeyê ya Navnetewî bû û Belgeya Rûmetê wergirt.

Hunermend Turan herweha di sala 2007an de di çalakîya Huner û Wêjeyê ya Konseya Bajêr ya Semsûrê de "belgeya spasîyê" girt.

Haydar Turan ji bilî xebatên xwe yên hunerî li dibistanên seretayî yên Mêrsînê mamostetîya dersa wênesazîyê kirîye.