Hejmar 46 - Tabloyên Özgür Epözdemir

Wênesaz û grafîkvan Özgür Epözdemir, di sala 1982yan de li navçeya Tetwanê ya girêdayî Bedlîsê hate dinê. Li Tetwanê dest bi perwerdahîya xwe ya seretayî kirîye û hîn dema di sinifa duyem ya dibistana pêşîn de bû tevî malbata xwe koçî Mêrsînê kir.

Grafîkvanê ciwan Özgür Epözdemir, dibistana navîn û lîseyê li Mêrsînê kuta kir. Epözdemir, dûre li Beşa Seramîk ya Fakulteya Hunerên Bedew ya Zanîngeha Mêrsînê berdewamî li perwerdahîya xwe ya bilind kir.

Hunermend, piştî du salan li heman zanîngehê derbasî beşa dîzayna grafîkê bû. Di sala 2007an de perwerdahîya xwe ya bilind qedand. Her ku ji zanîngehê mezûn bû û heta niha, di ajansên cur be cur yên reklaman de dixebite. Niha li Enqereyê jîyana xwe didomîne.

Özgür Epözdemir, di sala 2009an de li Stenbolê wekî grafîkvan li Expo Chanel di departmana dîzayna grafîkê de xebîtî. Di sala 2010an de li Mêrsînê di ajansa Gazoz Kapaa'da kar kir. Ji bilî van karan, herweha li başûrê Kurdistanê di kanala televîzyonê ya bi navê Kurdmax Tv de dîsan wekî dîzaynerê grafîkê xebitî. Dûre li Enqerê di ajansên Outline û Prosigma Tasarımê de kar kir.

Hunermendê kurd heta niha bi xebatên xwe yên hunerî tevlî gelek hawîrkan û pêşangehan bûye. Di sala 2005an de li Mêrsînê tevlî hawîrkana Exlibris ya Beşa Dîzayna Grafîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew ya Zanîngeha Mêrsînê bû û di encamê de xelata sêyem bi dest xist. Herweha di sala 2006an de tevlî xelatên reklamên herî baş yên çapemenîya sor (Kırmızı Basında En Iyiler Reklam Ödülleri) bû. Dîsan heman salê bêşdarî hawîrkana afîşan ya 125mîn salvegera ji dayîkbûna Atatürk ku Zanîngeha Mêrsînê li dar xistibû bû.