Hejmar 48 - Tabloyên Arif Sevinç

Wênesazê vê hejmarê Arif Sevinç, di sala 1959an de li Bazîda ku bi ser bajarê Agirîyê ve ye hatîye dinê.
 
Hunermend Sevinç, perwerdeya xwe ya seretayî û ya navînî li Bazîdê û ya lîseyê jî li Qeyserîyê qedand.
 
Dema di Lîseya Qeyserîyê de dixwend, bi teşwîqa mamosteyê xwe yê wêneyê dest bi wêneyên qelemareş kir. Pêşangeha xwe ya yekem jî dîsan li vê lîseyê li dar xist.
 
Di sala 1982yan de dema xwendevanê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîjleyê bû, hate girtin. 4 salan di girtîgeha Amedê ya navdar, di 5 Noluyê de raza û di havîna sala 1986an de serbest hate berdan.  
 
Dema ku ji girtîgehê derket, di tabloyên xwe de cih da motîvên girtîgehê yên wekî lêpirsînê, binçavîyê û jîyana rojane ya girtîgehê. Sevinç, di sala 1987an de bi tabloyên ku mijara xwe ji fîgurên girtîgehê digirtin li Enqereyê li Salona Weqfa Mulkîyeyîyan pêşangehek bi navê 'Haberin Var Mı Taş Duvar-Haya te jê heye dîwarê kevirî’ li dar xist. Tabloyên hunermend herweha di şubeya Komeleya Mafên Mirovan ya Edeneyê de jî hatin pêşkêşkirin.
 
Wênesaz Arîf Sevînç, di avakirina gelek partî û rêxistinên legal de yên wekî Kürt Kav, Partîya Veguherîn û Demokrasîyê-Demokrasi ve Değişim Partisi, DEP, BDP, HAK-PAR û TEVKURDê de cih girt. Di qedemeyên cuda yên van partîyan de berpirsîyarî girt ser milên xwe.
 
Di sala 2008an de li Swîsre û Almanyayê, di sala 2009an de li Dîyarbekirê û di sala 2012an de jî li Stenbolê, di KÜRT-KAVê de pêşangehên xwe li dar xistin.

Hunermend Sevînç, ji bilî wênesazîyê xebatên afîş û desenan jî didomîne û herweha bergên pirtûkan jî çêdike.
 
Arîf Sevînç, 15 sal e di rojname û kovarên ku di bin sêwana Weşanên Evînê de derdikevin dixebite û di Weşanên DENGê de jî berpirsîyarîyên cuda girt ser milên xwe.

Hunermend Sevînç, demeke dirêj e wekî gerînendeyê giştî yê Weşanên Dengê dixebite. arifsevinc3