LMdK - Hejmar 1, Mıjdar 2009

LMDK PDF

Şerên veşartî li Yemenê

Dûrî çavê dinyaya derve, herêma Saada li bakur rojavayê Yemenê, nêzî sînorê bi Erebîstana Suûdî re, ji Hezîrana 2004’an û vir ve veguheriye qada şerekî bi şîddet (1). Li vir hukûmet şerê komek serhildêrên bi navê “Hûtiyî” dike. Serokê komê parlemanterê berê Huseyin el-Hûtî bû, ji mirina wî ya di îlona 2004’an û vir ve birayê wî yê jê piçûk Ebdulmelîk el-Hûtî serokatiya komê dike. Tevî agirbesteke ku di Tîrmeha 2008’an de hatî eşkerekirin jî, ji nîvê Gulana 2009’an û vir ve şerî ji nû ve dest pê kir.

Qanûna bêdengiyê di nava CIA’yê de

Li ser dîwarê çepê yê salona ketina qerargeha Central Intelligence Agency (CIA) a li Langleyê (Virginie), bi nivîseke ecêb mezin ayeteke a Încila Yûhanna hatiye nivîsandin: “Û hûn ê rastiyê nas bikin û rastî wê we azad bike.”

Komkujiya ku li kirdarê xwe digere admin Fr., 19.03.2010 - 12:47

Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn.

Têkoşîna me admin Fr., 19.03.2010 - 12:49

Rewşa wê ne weke ya yên din e û bi awayekî din e: Ne berdewamiya wê û ne jî serxwebûna wê di xetereyê de ye, lê belê derfetên wê yên bipêşketinê kêm bûne. Ji bo zelalkirina pêşeroja wê, ji bo berdewamîya tevlêbûyina şerê ramanan û ji bo ku em bikarin awayê xwe yê dîtinê û yê têgihiştina xwe ya dinyayê veguhezînin xwendevanên nû, em bangê li we dikin. Piştî tekstîl û siderurjî û otomobîlê... çapemenî.

Îdeolojiya serxwebûna bindestan

Ji ber vê yekê ezê jî di vê lêkolînê de, him paradîgmayên sereke, him jî yên li dijî van binirxînim. Mînak; Gelek caran di lêkolînan de şer weke “pirsgirêka gelên bindest“ tê binavkirin. Gelo çima weke “pirsgirêka gelên serdest” nayê binavkirin? Yan jî daxwazên gelên bindest wek xetereke mezin tê pejirandin. Lê pişgiriya mafê gelên bindest weke pirsgirêk nayê hesibandin. Ji ber vê yekê zelalkirina teoriyan, metod û binavkirinan pir girîng in.

Polonî û Cihû, ewqas nêz, ewqas dûr

Antî-semîtîzm û Şoa:* Dema ku mirov li têkiliyên di navbera Cihû û Poloniyan de difikire ev du peyv tên bîra mirov. Tevî ku vîzyoneke ne têr zelal a van têkiliyên bi sedan salan mijara gotinê ye heye jî (Polonya ya têr xweşbîn di serdema navîn de, ji bo bi hezaran cihûyan bûbû weletakî bijarte), Şoayê dawî li civaka cihû ya li ser erdê poloniyan bû anî û antî-semîtîzma piştî şer – ji ber hesabên siyasetmedarên îktîdara “gel” – kir ku bîranîna wê ji dîrokê bi wê de biçe. Rewş bi vî rengî bû, heta ku 1989’an, gava ku dîrokê xwe ji desthilatdariya îdeolojiya fermî rizgar kir.

YE û pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê

Pirsgirêka kurd ji bo bernameya siyaseta derve ya Tirkiyeyê her ku diçe girîngtir dibe. Ev pirsgirêk di heman demê de di gel pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî li hev bandor dikin. Ji aliyekî ve pirsgirêka kurd wek arîşeyeke navxweyî ya Tirkiyeyê dikeve bin bandora reformên YE’yê, ji aliyê din ve jî di çarçova peywendiyên Tirkiye û YE’yê de pirsgirêk bi xwe dibe hîmeke bitesîr.

Du welat - Du komkujî

Ger ku ez koçî Almanyayê nebûma, bi îhtîmaleke mezin, min ê têkiliya di navbera pêşeroja xwe, bîranînên xwe, têkiliya di navbera pêşeroj û bîranînên kurd, ermenî, elewî, mûsewî û rûman de, fêm nekiribûya. Ne mimkûn bû ku min cudatiya di navbera wan de fêm bikiraya. Wê tu haya min ji mînaka “baxçevan-baxçe” tunebûya, min ê zû bi zû fêm nekira ku tişta bû sedema komkujiya ermeniyan a 1915’an “ne serhildana ermeniyan e”, berevajî vê, sedem projeya avakirina ‘’Dewleta tirk- misliman-sûnî” ya Jon Tirkan e. (Prof. Dr.

Govenda ‘‘G’‘ yan

Gava ku bahsa ‘‘G’‘yê tê kirin, lîsteyeke dûvdirêj zêde dibe. Îroj ji G- 2 virve, -eger mirov Asambelêya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî (NY) tevlî bike,- berbi G-192’an diçe! Ev zêdebûn nêz e. Piştî wendabûna Yekîtiya Sowyetan, a rast, tekane koma berbiçav a navnetewî û bi vê pêşdîtina çapemeniyê, ji aliyekî ve, bû G-77, û ji yê din, G-7 bû G-8 (li ferhengoka jêrê binerin).

Cihûyen Amerîka li dijî rastgirên Îsraîlê

Dema di Tîrmeha 2009’an de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberên sêzdeh rêxistinên cihûyan li Qesra Spî kirin mêvan, di lîsteya vexwendiyan de navên ku êdî em fêrî wan bûbûn hebûn: serokên strûkrûrên kevin ên muhafezekar ên mîna Konferansa Serokên Rêxistinên Mezin ên Cihûyên Amerîkî (Conference of Presidents of Major American Jewish Organizations), Lîga Dijberî Piçûkxistinê (l’Anti-Defarmation League - ADL), Komîteya Cihûyên Amerîkî û bêguman ruhê lôbiya Îsraîlê; l’American Israel Public Affairs Committee (Aipac).