LMdK - Hejmar 10

LMDK PDF

Ziman û kontrola ramanê

Kî zimên kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya zimên ve dibe. Francis Bacon balê dikişîne ser bi hev re girêdana ziman û ramanê û wî bawer dikir ku ziman berî ramanê tê û ew bi têgehên ku pêk tîne, şiklê ramanê jî diyar dike.

Peyvên aparata desthilatdariyên totalîter û polîtîkaya wan ya li dijî mirovahiyê dibe sedema bandoreke totalîter û guherîna raman, helwêst û tevgerê.

Biryara Kosovayê û daxwazên Kurdan

Mafê self-determînasyonê tê wateya Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe. Ev maf herweha di çendîn peyman û danezanên navneyeweyî û herêmî de jî wekî yek ji mafên mirovan ên bingehîn hatiye pejirandin (1). Li gorî van peymanan: “Her gel xwedî mafê self-determînasyonê ye. Li jêr vî mafî ew dikarin bi serbestî statuya xwe ya siyasî diyar bikin û bi azadî pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî pêk bînin (2).”

Wêneyên nezaniyê

Meha bihurî, wêneyekî Bîbî Ayşa li ser berga Time Magazine hat weşandin. Ne guhê wê hebû û ne jî bêvila wê û bi qasî ku dibêjin, Talîbanan li wê weha kiriye (1). Li Îranê jî, Sakîne Mohammedî-Aştiyaniya ku berê jî hatibû qermeçîkirin, bi ricimandinê hat cezakirin. Rûyê wê yê ku hê derb nexwariye, bûye sembola hevgirtina li dijî rejîma Tehranê. Ev herdu dîmenên jinan mirov didin fikirandin, lê gelo li çi didin fikirandin? Ne li bêrehmiya îslamîstên afgan: Sovyetê ev rewş berê dîtibû, gava ku bi piştgiriya rewşenbîrên medyatîk, Rojavayiyan çek didan fondamantalîstan.

JI ÇAPEMENIYÊ

TEQAWÎT

Çapa tîrmehê ya Left Business Observer (LBO), li gorî xwe, niqaşên di derbarê girîngiya bipêşxistina « teqawîtiya ji aliyê darayî ve » ku li Fransayê tim tê rojevê, zelal dike. Li Amerîkayê, Borsa nebû xwediyê cihekî maqûl ku mirov pişta xwe pê girê bide, digel ku demeke dirêj herkesî pesnê wê dida:

Hêz û sergêjiya dîplomasiya sirbî

Serxwebûna ku Kosovayê gulana 2008’an yekalî îlan kir, lê belê ji aliyê pirraniya Dewletan ve nehatiye naskirin, dê di Meclîsa giştî ya Yekîtiya Neteweyan de ku vê îlonê li New Yorkê dicive, bibe mijara rojevê. Ev sê sal in ku dîplomasiya sirbî hewl dide ku welatên din qane bike ku serxwebûna herêma wê ya berê bi awayekî fermî nas nekin; ji xwe re gellek piştgir jî peyda kirine ku ev hêvî ji wan nedihat kirin.

Bîlançoya civakî ya serdema “Lula”

Ji cerga vegera demokrasiyê (1984), cara yekem e ku Brezîlî dê 3’ê çiriya pêşîna 2010’an biçin hilbijartinên beyî Luiz Inácio Lula da Silva. Gelo, weke ku çepê jê hêvî dikir, di du dewrên serokatiya vî sendîkavanê kevn de Brezîlya veguherî?

Londra têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re diguherîne

Her çend selefê wî ji ber dîplomasiyê li ber Amerîkayê çok danîbû erdê jî, serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Cameron David soza têkiliyên hêzdar da Amerîkayê lê belê, herweha lê zêde kir ku ev yek wan nake xulamê Amerîkayê. Ev di demeke weha de îddîayeke hesas e lê belê rastiyek heye ku havelbendiya dîrokî ya van her du welatan ku ji betonê hatiye çêkirin, hildiweşe.

Berdêla lihevkirina Fransa-Ruwanda

Di dema serdana xwe ya Kîgalî de 25’ê sibata 2010’an, serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy aşkere kir: “Em dixwazin ku berpirsiyarên qirkirinê werin dîtin û cezakirin. Di vê mijarê de, bi vir de wê de nîne.” Ji 1994’an û vir ve, cara yekem bû ku serokkomarekî Fransayê diçû Ruwandayê. Gelo ev daxuyanî dê li Fransayê dawiyê li destnedana sûcdaran bîne? Serokê Yekîtiya aliyê sivîl ji bo Ruwandayê (CPCR) Alain Gauthier bi xemgînî got: “Di nava 15 salan de dozgeriyê dozek bi tenê jî venekir.