LMdK - Hejmar 11, Çiriya pêşîn 2010

LMDK PDF

Rojhilatê Rojhilatê


Hertim dişibin hev, tu carî ne weke hev in, rêwîtiyên ku wênegir Klavdij Sluban li pey hev bi trêna Transsîbiryayê kirine, tên ber hev û ji deh salan vir ve ye ku hevdu temam dikin. Têgehên çûn û hatinê tev li hev dibin, lê belê ji bo çûyîna ji Pekînê heya Moskovayê ya di ser Oulan-Batorê re, dekor û leheng, weke bermahiyên komediyeke mirovahiyê ya li ser rêhesinan in…

Kultur - Polîtîk

Birîna Reş

Komareke weha ku barê wê li ser jendirmeyan maye. Gundekî Kurdistanê yê xizan. Gundek. Di nava wî gundî de malek. Di nava wê malê de ev tişt dixuyin: “Çewalekî nîvî ardê ceh li ber dîwêr, sê- çara lêhêf, doşek û balîfên kapikî yên qetyayî, merşeke mûyî qetiyayî û nerûkirî di kulînê de.” Belê em behsa pirtûka Mûsa Anter a ya navê wê “Birîna Reş” dikin. Ev berhema ku di nava wêjeya kurdî ya bakurî de dikare weke serhildanekê were nirxandin, di çapa xwe de weke şanoyê hatiye nivîsîn, lê di heman katê de, roman e jî, çîrok e jî û dîrok e jî.

Dewletek ji bo du xewnan


Hevdîtinên di navbera Israîl û Filistînê 2’yê îlonê di bin çavdêriya serok Barak Obama de ji nû ve dest pê kir. Lê ji hêlekê ve mêtingehên israîlî zêde dibin, û ji hêlekê ve jî her du alî di warê Quds, penaberî, sînor û avê de ji hevdu gellekî cuda difikirin. Ev pirsgirêk dibe sedem ku hin rayedarên ku di nava wan de Îsraîlî jî hene, ber bi fikreke nû ve biçin û piştgiriyê bidin avakirina Dewleteke yekgirtî, ji Deryaya Spî heta çemê Urdunê.

Hêzeke daristanî ya bêxwedî

Di rojên destpêkê yê tebaxa 2010’an de, blogvanekî Tver’ê bi van peyvan berê tîrên hêrsa xwe dide Vladîmîr Pûtîn: di vê dema ku gundê wî di bin agirê şewata daristanê de ye, ew behsa "demên berê yên xweş" ên sovyetan dike ku hingê ji bo têkoşîna li dijî şewata daristanan zengilek, bêrmek û nobedarên daristanê hebûn; bi van nobedaran re bêrek û kumekî parastinê hebû ku bi nivîsa "Xizmeta Dewletê ya Parastina Daristanên Yekîtiya Sovyetan" hatibû neqişandin. Ev şahidiyek e ku ciddiyeta şewatên li Rûsyaya Navî derdixe pêş.

Ji perestroykayeke gellekî kurt ber bi putinîzmeke bêdawî ve


Şewatên daristanan yên mezin ku di havîna 2010’an pêk hatin qelsiyên rejîmê derxistin holê. Lê belê, sîstema ku Vladimir Pûtîn bi cîh kiriye zêde naşibe sîstema dema sovyetê.
Peymaneke civakî ya nû hatiye sazkirin û azadiya takesekî û desthilatdariya otorîter li hev bar kirine. Lê, Rûsya kêmaniyeke ciddî ya çîna rewşenbîran dijî ku bikare rêyê li ber nûbûnan veke. Gelo serokê nuha dê reformên rasteqîn bide destpêkirin?

Çend pirsiyar ji bo dîrokê ji bo derketina ji aloziyeke herêmî

Sala 2009’an, li Afganistanê, 2412 sivîl hatine kuştin(1); û bi tenê li bakûr-rojavayê paştûnişîn –sivîl, esker û serhildêr jî tê de– hejmara kuştiyan nêzîkî 12.000’an e (2). Biryar û encamên konferansên navneteweyî yên London (28 çileya paşîn 2010) û Qabûlê (21 tebax) bi aşkereyî kêm û kêmasî ne ji bo rawestandina zivirîna vê xeleka kujer û xetera şikestina van du welatan ku bi qasî 200 milyon kes tê de dijîn. Gelo, ji bilî lihevhatina bi Talîbanê re, çareyeke din heye?

Koreya Başûr, li deryaya Çînê devê pireya şerr a stratejiya amerîkî

Gotûbêjên di navbera Komara Koreyê û Komara Koreyê ya Gelî û Demokratîk ku piştî noqavbûna keştiyeke başûr-koreyî rawestiyabûn, 20’ê îlonê dîsa dest pê kir.

Erê, Pyongyang prowakasyonên xwe didomîne, lê ev yek li hesabê Seûlê jî tê, lewre ew bi xêra rewşê sedemekê him ji mesrefên xwe yên sîlehan re û him jî, ji hevkariya stratejîk ya bi Amerîkayê re dibîne.

Çar canên modela Îrlandî

Banqeya Natixisê henekê xwe pê dikir û digot "li Îrlandayê dîsa baran dibare". Dublînê bala xwe dayê ku bernameya wê tedbîran -ya ku diviya razîner qane bikirana- têkçûyina wê xurttir dike û dibe sedema ku bazar xeman jê bixwe. Şagirta keltîk ya baş bi vî awayî hindik maye ku weke Yûnanistanê topê biavêje û nikaribe deynê xwe bide. Modela îrlandî careke din jî parçe dibe, lê vê carê belkî nikaribe weke carên din bi mûcîzeyan jê bifilite.

Ji bo bêhtir kuştinê bêhtir aqil

Di sedsala 20’an de nêzî sed û çil şerrî qewimîn, didu ji wan yên "cîhanê" bûn; 15 ji wan her yekî bûn sedema mirina bêhtirî milyonek mirovî. Beriya 1939’an bîstûpênc şerr û sed û panzdeh jî, ji 1945’an û pê ve qewimîne. Bi "pêşketinên" pêşxistina sîlehên nû yên her diçe buhatir û pêşketîtir dibin, rîtm hêdî hêdî bileztir dibe, qet nebe heta dawiya şerrê sar rewş weha bû. Piştî 1991’ê û jihevketina Yekîtiya Sovyet, şerrên di navbera dewletan de şûna xwe her ku diçe bêhtir ji şerrên navxweyî re dihêle.