Hejmar 11 - Tabloyên Yûsiv Bekir
Yûsiv Bekir, sala 1971’ê li Efrînê ji dayik bûye.
Di navbera 1990-1994’an de li Şamê, li Akademiya Hunerên Bedew de, beşê wênesayiyê xwendiye û ev beş bi dereceya yekem xilas kiriye.
Sala 1981’ê, hê deh salî bû, di pêşbaziya « zarokên suriyeyî » de xelat wergirtiye.
Sala 1988’an, xelata baştirîn peyker ya Muzeya Neteweyî ya Helebê wergirtiye.
Hunermend heta nuha tev li gellek pêşengehên şexsî an jî komî bûye û zêdetirî bîst pêşengeh li dar xistine.
Li Şam, Heleb, Munîh, Frankfurt, Dusseldorf, Koln, Monako û Stockholmê tev li pêşengehên şaredariyan bûye.