LMdK - Hejmar 12, Çiriya paşîn 2010

LMDK PDF

Qumara li ser înternetê

Ji şeş mehan û vir ve ye ku ez li ser internetê dilîzim, her meh ez % 20 meaşê xwe wenda dikim, nuha ez bê kar im, ji ber wê ez hinekî zêdetir hay ji xwe heme. Bi şev ez ji xewê şiyar dibim ku bilîzim, lê belê ez daxwazên ji bo lîstinê red dikim. Li hemberî kesên biaqil, ez xwe dikim pêkenok." Ev şahîdî li ser Le Monde.fr (1), hatiye weşandin, "Gilles" ne keseke weha ye ku bala medyaya fransî bikişîne.

Kultur - Polîtîk

Kurd û Hollywood

Du wênekêşên şerr, Frank û David, radihijin mekîneya xwe ya wêneyan û li dunyayê digerin û wêneyên pevçûn û kuştinan dikişînin. Ev herdu wênekêş di 1988’an de, berî  êrişa kîmyewî ya li Helepçeyê, ji bo kişandina wêneyên şerrê di navbera Seddam û Pêşmergeyan de, berê xwe didin Kurdistana Başûr. Dibin mêvanê ‘klînîkeke şkeftî’ şahidê pêşmergeyên birîndar û guhdarê bijîşkekî kurd. 

Du rûyên Mario Vargas Llosa

Romana nû ya nivîskarê perûyî Mario Vargas Llosa, xelatgirê Nobela wêjeyê ya 2010’ê (1), di roja 3’ê çiriya paşîn, yanî tam di dema wê de, derdikeve pêş xwendevanên îspanyolaxêv. Navê wê El sueño del celta (Xewna Seltî) ye û lêhengê wê jî Roger Casement e, kesayetiyeke rastîn û ne ji rêzê. Casement balyozê brîtanî yê li Afrîqayê bû û wî berî her kesî, di sala 1908’ê de, li dijî hovîtiyên dagîrkeriya tunekirinê (deh mîlyon mirî) derket. Ev bûyer li Kongo’yê, ji hêla keyê Belçîkayê Leopold II. ve hatibû birevebirin ku keyî ev welatê pirr mezin û nifûsa wî kiribû mal û milkê xwe yê şexsî...

Ji odeyeke li Glasgowê

Ez her tiştê xwe aşkere bêjim: di hilbijartinên giştî yê bihurî yên li Brîtanyayê de min dengê xwe bi kar neanî. Ne di hilbijartinên beriya wê de û ne jî di yên beriya wê de. Ez tu carî dengê xwe di hilbijartinên Brîtanyayê de bi kar naynim. Ez hez dikim carinan qeşmeriyê bikim, lê ya ku ez tercîh dikim qeşmeriya bi neviyên min re ye.

Hevaltiya Îran û Hindistanê ya taybetî

Îran û Hindistan cîranên hev in, û bi saya rêyên ketina Afganistan û Asya Navîn, yên ku di ser Îranê re derbas dibin, Hindistan ji ber Pakistanê asê namîne ; lewre jî, hevkariya Îranê ji Hindistanê re girîng e. Weke din, her du welat jî dijberên desthilata Talîbanan (1996-2001) bûn. Piştî rûxandina wê, New Delhiyê Qabûl teşwîq kir ku bi Îranê re têkiliyan deyne, da ku pêwîstiya Afganistanê ya bi Pakistanê re kêm bike.

Hevkariyeke nedîtî û nixumandî admin Mo., 22.11.2010 - 12:50

Lutkeya Hindistan-Afrîka nîsana sala 2008’ê li New Delhiyê pêk hat. Lutkeyeke din jî di navbera Amerîkaya latin û cîhana erebî, adara 2009’an li Dohayê (Qatar) çêbû. Lutkeya sêyem di navbera Amerîkaya latin û Afrîkayê de li girava Margarîtayê (Venezuela), îlona 2009’an hat lidarxistin. Gelo kesî behsa van civînan bihîst? Çîn êdî di kirrîna petrola suûdî de, di pêşiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de, bikirê yekem e. Hevkariyeke aborî û politîk di nava Hindistan, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê de heye. Gelo kê behsa wê bihîstiye?

Misir bi ku de çû?


Ji ber ku weke hilbijartinên bihurî, ew ê bi neduristiyên pirrhejmar û vehilbijartina pirraniya berfireh a Partiya neteweyî ya demokratîk (PND) ya serokkomarê Husnî Mubarek bi encam bibin, hilbijartinên giştî yên misirî ku dê payîza 2010’ê pêk bên, dê rewatiya desthilatê xurt nekin. Ji bo vê yekê, Mubarek dixwaze şûna Qahîreyê ya li ser dika navneteweyî vegerîne asta wê ya bilind.

Ji têkoşîna bo xweseriyê ber bi meyla serxwebûnê ve

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya general Barzanî, statuya xweseriyê ya ku hikumeta Iraqê di roja 11’ê adara 1974’ê de dabû Kurdistanê, red kir. Ev rabûna tansiyonê, çar sal roj bi roj bi du peymana 1970’ê re pêk tê ku bi wê peymanê ve dawî li neh salên şerrî anîbû.

Tevgera Tea Party’ê li Teksasê

Li Teksasê yekemîn pêla mezin a koçberiyê di navbera dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de çêbû. Hingê Ewropî bi awayekî girseyî li bendera Galvestonê peya bûn. Ev eyaleta li başûr îroj hedefe sereke ya koçberên ji Meksîka û Amerîkaya Latîn e. Para bêhtir ev koçber bi awayekî neqanûnî dikevina nav erda eyaletê. Tevliheviya nîzama etnîk, çandî û zimanî yên ku ji ber koçberiyê pêk tên, bi awayekî mayînde rengê qada siyasî ya eyaletê diguherin.

Rasta amerîkî û serkevtina wê

Dijminê Amerîkayê yê herî xeternak çi ye gelo? Havîna bihurî vê pirsê di navbera du rûyên navdar ên rastgirên amerîkî de nîqaşeke tund derxist holê. Bill O’Reilly yê kanala Fox Newsê ku yek ji bernameyên herî zêde tê temaşekirin bi rê ve dibe, bersiva ku mirov li bendê ye dide: el-Qaîde. Di dema birêveberiya Bush de, şoka şaristaniyan reng dida awayê niherîna muhafizekarên amerîkî ya li dunyayê jî.