Facebook, neynika sêhrbaz
Çend roj berê, Facebookê ji min xwest ku ez navê xwe biguherrînim. Ne ku min nasnavekî dijûnker, an teşwîqkerê nefreta nijadî, an xesbkerê navê Mark Zuckerbergê mezin (patron, damezrîner û pardarê sereke yê malpera înternetî Facebookê), ne jî yekî nêzî markayeke qeydkirî, ji xwe re bijartibû. Lê min nasnavek ji xwe re hilbijartibû ku ji herfên alfabeya koran yên xweşik pêk dihat. Muhendîsên malpera kalîforniyayî ji nişka ve biryar dabû ku ev êdî li gorî tîpografiya wan minasib nebû.