LMdK - Hejmar 13, Çileya pêşîn 2010

LMDK PDF

Piştî du salan, çi bi şoreşa ciwanên yûnan hat?

Em ji cîhê sûc, devera ku çirûska pêşî jê pekiya dest pê dikin: rêya Mîsolonjiyû, li navenda Eksarşiya rêyeke peyayan a çûnûhatina wê pirr a li Atînayê. Çend bar, dar, bi dehan ciwanên li vir û li wir û hin jê li erdê rûniştî, hêdî hêdî bîrayên xwe tamijkî vedixwin. Ne qadeh, ne qotî, ji şûşeyên 50 cl’yî vedixwin ku ji dikana di quncikê de kirrîne. "Lewre, erzantir e." Li ser dîwaran hemûyan afîş, nîvîs û hin afîşên din hene.

Pisporiya zanistî di xizmeta welatiyan de? admin So., 19.12.2010 - 00:37

Gelo daxwazên pisporiya Dezgeha Ewropayî ya Ewlehiya Xwarinan (AESA) li ser bêxeteriya riwekên transjenîk bi kêrî çi tê, digel ku hemû fikirên wê heta nuha erênî bûn û seroka wê bi lobiyeke endustriya xwarinê ve girêdayî bû? (1) Heger pisporên Rêxistina navneteweyî ya tendurustiyê (WHO) digel vaksînçêkeran têkel nebûbûna, gelo xetereya virûsa H1N1 dê bi vî rengî hatibûya nepixandin? Di rojên weha de ku lobî, her ku diçe, ji bo pesendkirina tercîhên endustriyel û nûbûnan çalaktir dibin, divê em li pisporiya zanistî bipirsin.

Gelo Valonya dê heta hetayê sosyalîst bimîne?

27’ê Gulana 2009’an, roja çarşemê. Bûyer di weşana bernameya siyasî "Huis clos" (ji raya giştî veşartî) ya saziya Radyo û Televizyona Belçîkî ya Fransewîaxêv (RTBF) qewimî. Di nava deh rojan de hilbijêrên valonî dê hikumeta xwe ya herêmî hildibijêrin. Li gorî anketan rêjeya dengan a Partiya sosyalîst (PS) û ya Tevgera reformator (MR, lîberal) weke hev bûn.

Nasnameya Valoni

Ji bo kesên ku lê dimînin Valonya çi ye? Heta bi kîjan radeyê ew girêdayî herêma xwe ne? Anketeke ku ji aliyê rojnameya brukselî ya referans La Libre Belgique (Belçîkaya Azad) ve 20’ê çiriya pêşiya 2010’an hatiye weşandin gihîştibû wê encamê ku % 4’ê şêniyên welêt xwe "di serî de weke valon" hîs dikin, li aliyê din % 25 xwe "di serî de flaman" û % 44 jî xwe "di serî de belçîkî" hîs dikin.

Di navbera lundisme û belçîkîbûnê de admin So., 19.12.2010 - 00:49

Ev potaya [neteweya pirreng] ku civakeke xeyalî diafirîne". Fîlozofê valon Jacques Sojcher bi vî rengî çandê terîf dike: çand ew e ku dike komek tevahiya tevgerên fikrî, çandî ku di wê re dibihurin, di "qalibekî pirreng û nepeytandî" de dihelîne; li gorî Jacques Sojcher, bi dana zêhniyeteke vekirî ya ku ji bo ku ji mirovan welatiyan biafirîne pêwîst e, çand divê mirovan bike hêjayî civaka tê de dijîn.

Xelkekî nenas: almanîaxêv admin So., 19.12.2010 - 00:54

Bêdadî

Van rojan, lîberal pirr bi hejaran eleqedar dibin. Weke mînak, li Brîtanyayê, serokwezîrê mihafezekar David Cameron’ê ku ji pêşiyê xwe, Tony Blair’ê serokê berê ye Partiya Karkeran, îlhamê digire, dixwaze bi girseyî xercên qeydiyên Zanîngehê zêde bike (1). Ev pirs tedbîreke civatî ye. Objektîf e, gelo? Xwendina bilind ku pirraniya "mişteri"yên wê ji tebeqeyên halxweş tên divê nekeve situyê hemî kesên ku bacê didin. Dewlet dixwaze teserrûfekê bike; bûrsa hejaran heye.

Riya ku ji antîkurdolojiyê ber bi kurdolojiyê ve diçe û Îsmaîl Beşîkçî

Peyva kurdolojîyê (kurdna-sîyê) bi gelemperî tê wateya xebat û lêkolînên li ser ziman, dîrok, wêje û avabûna civakî ya Kurdan. Heman peyv, ji bo binavkirina wan dezgehên îlmî jî tê bikaranîn ku li ser van mijaran xebatên zanistî dimeşînin (1). Ji ber ku li Tirkiyeyê hebûna Kurdan hatiye înkarkirin û her tiştê ku bi Kurdan re têkildar e digel navê welatê wan Kurdistanî hatine qedexekirin, li vî welatî tu xebatên kurdolojiyê çênebûbûn. Îsmaîl Beşîkçî, di vî warî de di zanîngehên Tirkan de awarteyek e.

Krîza Siyasî ya li Iraqê û rola Kurdan

Kurd bi erka tayînker

Di çapemeniya anglosakson û di ya ereb û alman de jî, li ser rola damezrandina hikumetê, di krîzê de zêde mubalaxe hat kirin û ev yek wek rola tayînker (kingmaker) hat nivîsandin û nîşandayin.

Di realîteya polîtik ya Iraqa nû de, faktora kurd roleke girîng a zelal wergirtiye. Lê belê dîsa jî li gor bandora rewşên heyî, hêzên siyasî yên ereb li ser sîstema nû li Iraqê biryar didin. Eger rewşa hêzan û helwesta partiyên ereb daxwazên Kurdan bigirin ber çav, du tişt zelal dixuyên:

1. Têkiliya Kurdan bi hemû berendamên serokwezîriyê re ji normal heta baş bû.