LMdK - Hejmar 14

LMDK PDF

Hejmar 14 - Tabloyên Rodi Khalil

Rodi Khalil, di sala 1973’yan de li Tel Hadat a Sûriyê hatiye dinyayê. Dibistana navîn, li bajarê Al Hassaka û zanîngeh jî li Şamê qedandiye. Khalil, li Zanîngeha Şamê beşê mîmariya hundirîn, hunêr û dekorasyon xwendiye. Rodi, li Sûriyeyê yek ji wan kesên bênasname ye. Ji ber ku ne xwedî nasnameyeke fermî bûye nikariye dîplomaya zanîngehê bigre.

Rodi Khalil, bingeha hunera xwe li ser bedewiya çanda kurd daye rûniştandin û nexasim peyxama xwe zêdetir ji efsaneyan digire.

Sir û çizirîn

Di cotmeha sala 1962ê de, bayê şerekî mezin ê nukleerî rûyê cîhanê difirikîne. Demeke kin berîya hilbijartinên nîvserdemî, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê John Kennedy bê navber tîne ziman ku tu baregeheke fuzeyên êrişê yên sovyetî dê li Kubayê bi cih nebe, ew ê neyê qebûlkirin. Moskova wêdetir jî diçe, lê belê bêyî ku karibe tê derxe ka daxuyanîyên amerîkî ji bo nermkirina hilbijêran tên kirin an jî îqazên cidî û jidil in. Ragihandinên veşartî dê niyeta aktoran diyar bikin û weha bikin ku karibin buhranê çareser bikin.

Civata tirk Kurdan çawa fam dike?

Heta roja îro, hêza herî mezin ya ku di warê kurd, zimanê kurdî û pirsgirêka kurdî de teşe daye raya giştî, hertim dewlet bûye. Çapemenî, zanîngeh, dezgehên dadgehî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, odeyên pîşeyî û hwd. di mijarên wekî kurd û pirsgirêka kurdî de li gor daxwazên îdeolojîya fermî tev digerin. Dibe ku fermanên nivîskî jî hebin, ku nîşan bidin ka kesayetî û sazî sebaret bi van mijaran çawa tev bigerin, bi çi têgihan bipeyivin. Lê belê aşkere ye ku ev ferman bi nivîskî û devkî hatine pejirandin.

Ji Ewropaya kevnar

Kevnebirêveberê giştî (1962-1982 û 2000-2003) yê kovara New Left Review (Çepa Nû) li Londrayê û profesorê dîrok û civaknasîyê yê Zanîngeha Kalîforniyayê li Los Angelesê, Perry Anderson yek ji sîmayên herî naskirî yên marksîzma brîtanyayî ye. Ew di heman demê de yek ji kesayetîyên herî kone û zana yê qada siyasî û çandî ya piranîya welatên Ewropayê ye, ku wekî gerokên îngilîzî yên sedsala XVIII ê li van welatan jî digere.

Rista agahdarbûna ji rastîyên dîrokî yên Dêrsimê li ser çareserkirina pirsgirêkên îro

Da ku mirov Komkujîya Dêrsimê fêm bike, ku di salên 1937-38ê de pêk hatibû, divê mirov li bûyerên sala 1925ê binihêre. Bêyî ku ew serdem were fêm kirin, Dêrsim nikare were fêm kirin. Operasyona Dêrsimê, wekî parçeyeke pirsgirêka kurdî, bûyerek e ku ji wê demê de hatibû plan kirin.

Wekî tê zanîn sozên ku di dawîya Têkoşîna Neteweyî [Milli Mücadele] de hatibûn dayîn, piştî avabûna Komarê nehatin bicihanîn, û lewra jî di sala 1925ê de serhildana Şêx Seîd dest pê kir.

Li Ewropayê, lîstika sê malbatan

Hemin rasta tundrew êdî ya berê nîne. Kulta şovenîst a "zilamê xurt"? Bêguman wê rojekê jinek bibe seroka Bereya Neteweyî (FN), rast e ku ew keça damezrênerê wê ye jî... Papa Benedict ê XVI. dêr û tundrewên dînî li hev tîne? Sazîyên ku demeke dirêj xwe dispartin exlaqê xrîstîyanîyê mafên homoseksuelan diparêzin û li ser serê wan birêvebirên ku xwe weke nêremo nîşan didin, hene... Çi bi rêbiwarîya li gorî rêûresmê ya li beramberî dij-semîtîzmê û înkarkerîyê hat? Piranîya tevgerên rasta tundrew êdî destekeke hemin didin hikûmeta heyî ya Îsraîlê, pêşengîya Rojavayê.