LMdK - Hejmar 15

LMDK PDF

Hejmar 15 - Tabloyên Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge di sala 1962ê de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kiriye. Heya lîse qedandiye li wê derê maye. Di 1978ê de li Zanîngeha Stenbolê, beşa wêjeyê xwendiye. Xwendina xwe ya duyem beşa zanistiyên civakî di Zanîngeha Marmarayê, di sala 1987ê de qedandiye û pê re jî di ajansên girafîkî de xebitiye.

Hişyarîya bi xwe, di navbera nasnameya niştimanî û neteweyî de

Navendîbûna nebeşdarîyê, asoyeke giştîyane

Di bin sîwaneke siyasî a berfireh de, ku wan velû dike, dijîn. Sîwan, weke gumanekê, xwe li ser hebûna wan a dîrokî vedigire. Di gumana hebûna xwe de, kurdên Sûrîyê dixwestin ku xwe li qada siyasî û qanûnî peyda bikin. Dergeh girtî bûn. Hişyarîya xweyînî, ya "bi xwe", di hokar, merc û pêvajoya afirandinê de pirsgirêkane bû.

Ji Çapemeniyê

Hizbullah, PKK û hikûmeta AKPyê

Piştî ku di xala 102. ya Qanûna Cezayî ya Tirkîyeyê de guhertin hat kirin û maweyên destesermanê hatin bisînor kirin, ji 1ê çileyê û vir ve gelek endamên Hizbullahê jî hatin berdan. Di nav wan kesên berdayî de, rêvebirên pêşîkêş yên vê rêxistinê Edip Gümüş û Cemal Tutar jî hebûn ku piştî demeke kurt xwe dan alî û neçûn qereqolan û îmze jî nedan.

Ya nemumkin diqewime

Berpirsîyarên siyasî hez dikin behsa "tevlihevîya" tiştan bikin da ku rave bikin ku daxwaza veguherandina wan, dînane ye. Lê belê di hin şert û mercan de her tişt dîsa gelekî hêsan dibe. Çawa ku, weke mînak, piştî 11ê îlonê, kevneserokê DYAyê George W. Bush li ser herkesî ferz kir ku di navbera "me û terorîstan" de tercîha xwe bike. Li Tûnisê ev tercîh di navbera dîktatorekî dost û "rejîmeke mîna ya Talîbanan li bakurê Afrîkayê (1)" de bû.

Jinên başûrî û vejîna femînîzmê

Vegera ser dîroka femînîzmê mora xwe li sala 2010ê da, lewra li Fransayê çilsalîya Mouvement de Libération des Femmes (MLF) [Tevgera Azadîya Jinan] bû. Lê belê girîng e ku ev berçavî têkoşîn û tevkarîya jinên başûrî ya di nûkirina femînîzmê de nede jibîrkirin. Gelek caran destnîşankirina qurbanîyan gelek hêsan e, lê belê ew hergav li dijî pergala heyî û li dijî hindek gerdîşên ku dibine sedemê derhatina neheqî û neyeksanîyan di halê serhildanê de bûne.

Girtîbûna rizgarker admin Mi., 16.02.2011 - 13:42

Di girtîgeha jinan a Santa Martha Acatitlayê, 1 900 girtî bi şiddeta dîsîplînî ya zindanan re rûbirû dimînin. Lê belê atolyeyeke nivîsandinê, ku di tîrmeha 2009ê de hat avakirin, dîyar dike ku tunebûna mêran li vê derdorê, weha dike ku hin girtî nasnameya xwe baştir nas bikin, dîroka xwe bêhtir fêm bikin û hindik jî be, piçekî azad bibin.

Jinbûn li Çînê…

Li Çînê, lîberaliya aborî ya van sê dehsalên dawîn bi xwe re lîberalîzasyoneke civakî jî anî. Şexs, mêr û jin, êdî karîbûn pîçek xwe ji wê kontrola giran a dewlet û saziyên mîrî rizgar bikirana ku heta wê demê li ser jiyana wan a taybet zal bû.