LMdK - Hejmar 16, Adar 2011

LMDK PDF

Encamên texrîbkar

Rapora parlemanterê Konseya Dewletê yê Parlemana Swîsreyê Dick Marty ya li ser "îdîayên muameleya ne mirovane ya bi insanan re û bazirganîya qaçax a organên bedena mirovî li Kosovayê" 25ê çileya 2011ê li Meclîsa Parlemanteran a Konseya Ewropayê hat qebûl kirin.

"Şerê qirêj" ê UCKyê li Kosovayê


Dwanzdeh salên piştî şerê ku eyaleta sirbî ya bi piranîya albanî ber bi riya serxwebûnê ve anî, anket û şahidî pêkutîyên ku endamên Artêşa Rizgarkirina Kosovayê (UCK) kirin, diyar dikin. Qurbanên van pêkutîyan hem li nav sîvîlên sirbî, hem jî li nav reqîbên siyasî yên UCKê hene.

Perwerde, ji bo berfirehkirina bîmeya civakî hêmaneke serekî

Însîyatîfa Neteweyên Yekgirtî bo bingeheke cîhanî ya bîmeya civakî [bîme: sîgorte, parastina civakî], ku nîsana 2009ê hate pesend kirin û ku çaverê ye li serkeftina "Armancên hezarsalê" tesîreke erênî bike, di warê bîmeya civakî de giringîyeke taybet dide perwerdekirina xelkan. Ji ber ku tecrubeyên heyî nîşan didin ku tesîr û karîgerîya rastî ya amraz û tedbîrên bîmeyê dimîne ser hewlên hişyarkirin û agahdarkirina gel: Bi tenê naskirina mafan têrê nake.

Baregehên amerîkî yên bê sînor

Li 6ê çîleya dawî, Robert Gates wezîrê amerîkî yê parastinê da zanîn ku dê bandora rewşa fînansî ya xedar a neteweyê li ser ref û teçhîzatên artêşê jî çêbibe. Dîsa jî, digel 553 mîlyar dolarên ji bo 2012ê, pêşbîn, budceya leşkerî wê hîn zêde bibe -tevî rîskeke rabûna tansîyonan.

Tenduristî, çandinî û projeyên hevbeş

Ji sê armancên ku IBSAyê ji cerga avabûna xwe ya sala 2003yê dane ber xwe –hevkarî û rêkxistina siyasî li ser kêşeyên navneteweyî, duristkirina komên xebatê û alîkarîya bo welatên li ser rêya geşedanê– ya sêyem bêhtir rê dide nirxandineke konkret. IBSA Facility Fund for Poverty and Hunger Alleviation [Fona IBSAyê ji bo Kêmkirina Xizanî û Birçîtîyê], ku sala 2004ê hatiye avakirin, alîkariya darayî dide wan projeyên qeware-biçûk û qeware-navîn ku tê heye di çarçoveya herêmî û derveyî herêmî de derav û delîveyê vekin û bibin nimûne bo "emelên baş" (1).

Hevkarîya ji hemû rexan ve

Ji cerga ku di civîna bilind ya Evianê de (hezîrana 2003yê) hate pêşnîyaz kirin ku endamên G8ê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Rûsya) "dîyalogeke berfirehtir" digel dewletên din (Çîn, Hindistan, Malezya, Cezayîr, Erebistana Suûdî, Misir, Afrîkaya Başûr, Nîjerya, Senegal, Brezîlya, Meksîka) bi rê ve bibin, ji bo nûkirina awayê birêvebirina cîhanê prosedurên şêwra di navbera dewletan her ku çûye komplekstir û fermîtir bûne.

Peymana demokratîk li nav hêzên başûr

Li kanûna 2010ê, Afrîkaya Başûr talîyê tevlî welatên koma BRICê bû -Brazîl, Rusya, Hindistan û Çîn. Bê guman, xebatên sazîyeke din, IBSA a ku heft sal berê hatibû ava kirin û jixwe Brazîlya, New Delhî û Pretorya di xwe de vedihewandin, ev berfirehî hêsan kir. Hevkarîya Başûr-Başûr zêde dibe.

Cîranek yan devereke dorlêgirtî?

Dema Meksîka tê gotin, êdî mezinahî nayê bîra mirovan: Li gor kovara hefteyî ya lîberal The Economistê, "di nişîvîyeke pir bi meyil re berjêr tê xwarê" (10ê tîrmeha 2010ê), li gor Financial Timesê civakeke "li ber têkçûnê" ye (30ê hezîrana 2010ê), li gor kovara şîlîyî America Economía aborîyeke "dişemite" ye ku krîzên dêwa bakûrê Amerîkayê ji hemûyên din bêhtir bandor lê kiriye (tebaxa 2010ê).

Meksîkayê weha dev ji serxwebûna xwe berda

Li dora meseleya Florence Cassezê, welatîya fransî ku edaleta meksîkî ew bi şêst salên girtîgehê mehkûm kir, ji bo hevkarîya revandinê, Parîs li cihê xwe nasekine. Li ser vê meseleyê, Meksîka ji ya xwe danakeve û ser-xwebûna xwe derdixîne pêş. Lê belê, li hember DYAyê, ew pir nermtir xuya dibe.

Ji sala 2006ê ve ango ji dema ku serokdewlet Calderón bû desthilatdar û vir ve, dîplomasîya meksîkî alîyê Waşîngtonê digire. Ev yek bi xurtî berevajîyê serxwebûna ku Brezîlya beramberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide, ye.