LMdK - Hejmar 17

Hejmara nîsanê ya LMdK

LMDK PDF

Hejmar 17 - Tabloyên Ismet Polatli

İsmet Polatlı, di sala 1965ê de li gundê Abrenk* a li ser navçeya Tercan ya Erzinganê hatiye dinê. Dema hîn zarok bû malbata wî berê xwe daye Almanyayê. Di biçûkatîya xwe de mêla wî li ser amûrên muzîkê gelekî hebûye. Dikare 6-7 amûrên muzîkê lê bide. Ji bilî muzîkê, hunerên din yên bedew jî bala wî kişandine û yek ji wan jî wênesazî ye. Ji xeynî muzîk û helbestê, ji sala 1988an ve dest avêtiye wêne û peykertiraşîyê û vê yekê hîn didomîne.

Nasname û Herêm

Kurdên ku kirmanckî (zazaki) diaxifin, li bakûrê Kurdistanê dijîn. Ji ber ku di resmîyetê de qedexe ye, wek temamîya kurdan, li ser hejmara kurdên kirmanc (zaza) jî îstatîstîkên ku meriv pê bawer be tunene. Lê dîsa jî meriv dikare li ser hejmara vê grupê texmînî hinek tiştan bibêje. Li gor qenaeta min hejmara kurdên ku kirmanckî (zazakî) diaxifin digihîje 3-3,5 mîlyonan.

Hizrên nû li ser koçberîyê

Pirsa koçberîyê" yek ji mijarên bingehî ya rojeva hemû civînên navneteweyî ye ku van heyamên dawî têne rêkxistin. Rehendên wê yên serekî ku têne behskirin: wergirtina koçê, koçberîya asayî, koçberîya bi dizî, pena xwastin û penaberî. Gelek caran, kesên ku di asteke bilind de berpirsên "birêvebirina" van diyardeyan in, bes xwedanê boçûneke bilez û siyasî ne, tew carinan bes yeke siyasetmedaran e.

Herêmeke ku dikele

Raperîna ku cîhana ereb dihejîne lawaz nabe û li welatên nû belav dibe, bi taybetî jî li Sûriyê. Li Fasê tawîzên melikî xwepêşandan bêtesîr nekirin (Ignace Dalle, rûpel 10). Ev serhildan hemû berê xwe didin elîtên xwe di ser dewletê re bi cih kirine û welatê wan talan dikin (Samir Aïta, rûpel 11). Li Lîbyayê Albay Qedafî petrola xwe pêşkêşî şirketên rojavayî kir û dema ev dikir jî xelkê Lîbyayê ditepisand (Jean-Pierre Séréni û Rachid Khechana, rûpelên 8 û 9ê).

Û melikê Fasê dikare bipeyîve…

Tevî reformên ku melik 9ê adarê ragihandin jî, li ser banga Tevgera 20ê sibatê bi dehan hezar fasiyên meyilên wan gelekî ji hev cihê, bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe derdibirin. Wan herweha doza çûna şêwirmendên sereke yên melik û serokwezîr jî dikir.