LMdK - Hejmar 18, Gulan 2011

LMDK PDF
Ji bo bîranîna daner, kedkar û dengbêjên wê admin Mi., 11.05.2011 - 14:07

Sedsala 20ê jî, wekî sedsalên berî xwe ji bo kurdan xêr û bêrek neanî. Di nîvê sifte yê sedsala 20ê de, kurdan salên xeter û biêş li pey xwe hiştibûn. Bi destê dewletên dagîrker, -hemûyan gotina xwe kiribû yek- her deh salan carekê, komkujîyek hatibû serê kurdan. Dawîya salên 1920ê Serhildana Agirîyê, dawîya salên 1930ê Serhildana Dersîmê û disa van salan bi destê Stalin sirgûnkirina kurdên Kafkasê, ber bi Asyaya Navîn ve, dawîya salên 1940ê Serhildana Barzanî û disa van salan, nemana Komara Mahabadê, kurd bi komkujîyên mezin re rû bi rû man.

Rênas Jîyan: "Bedewî", ji "serbestî"yê diafire

Kedkarekî mezin yê zimanê kurdî ye Rênas Jîyan. Ji bilî helbestên wî, nivîsarên wî yên di derbarê estetîkê û feodalîteya kurdan de bala min kişand û bawer im bala gelek kesan bi taybetî ya nivîskar û wêjevanan jî kişandibe. Helbestvanê kurd Rênas Jîyan li Amedê dijî û edîtorê weşanxaneya Belkî û kovara Çirûskê ye. Balkêşîya Rênas Jîyan, ji nivîskarên kurdan yek jê jî diyarkirina ekolekê, ya bi navê Çirûskîzmê ye. Wekî tê zanîn pirtûka wî ya yekem Janya -helbest- ye, dûre Mexzena Xwînê –helbest- û Di Tuwaletê de -tîyatro- çap kiriye Rênas Jîyan.

1848, Bihara Gelan

Ev bihar, roja 22ê sibata 1848ê, li Parîsê dest pê dike. Ji bo ku ji qedexeya civîn û komelebûnê, ya ku Monarşîya Tîrmehê li ser xelkê ferz kiribû xilas bibin, parêzvanên reformeke dengdana rêjeyî ji tîrmeha 1847ê ve, "Kampanyayeke ziyafetan" li dar dixin û dema pîyaleyan dinoşînin, axaftinên siyasî jî dikin. Qonaxa herî bilind a vê kampanyayê dê bibûya kombûneke li Parîsê: Ev tê qedexe kirin. Lê belê, organîzator mîtîngê betal nakin û tarîxa 22ê sibatê jê re hildibijêrin. Berîya rojeke, ew dev ji projeyê berdidin, lê êdî dereng e: Beşdar, li ber devê tifingan tên cem hev.

Sîber-êriş li dijî Tehranê

Çend roj berê muzakereyên Stenbolê yên li ser ber-nameya nukleer a Îranê, li çîleya 2011ê, îdiayên den-gvedêr di çapemenîyê de cih girtin: Vîrusa komputerî Stuxnet, ku tûşî Îranê bûbû, li Îsraîlê bi alîkarîya DYAyê hatibûye çêkirin. Gelo vê êrişa ku binesazîyên pîşe-sazîyê ji xwe re dikirin hedef, heyameke nû ya sîberşerî bi me nîşan dide?

Vîruseke komputerê ya weke çekê şerî?

Amerîkîyekî aşt û aram

Piştî felaketa Fukushima sentralên nukleer tên firotin? Ger ev tişt gelek kesan bitirsîne jî gelekên din ji nuha ve baş fam kirin ku, di kirînê de divê ekipmaneke ku di çareserkirina ewlekarîyê de muteber e, hebe.

 – Ez gotarekê li ser sedemên biserketina erza nukleerî ya koreyî li Ebu Dabîyê dinivîsînim, ku ji bo Fransayê ne bi xêr bû. Gelo hûn ê hevpeyivînekê qebûl bikin?

– Mixabin, ev çênabe.

Aktîvîzma karbidestan

Rizanur Meral dibêje; "dema krîza malî ya navneteweyî da der, Afrîkayê ji Tirkiyeyê re xeleka xelasîyê pêskês kir. Niha dora Amerîkaya Latîn, basûr û basûrrojhilatê Asyayê ye ku alîkarî bidinê daku ji nav vakûma ku serîhildanên cîhana ereb ew provoke kirin, derbas bibe" Besa herî girîng di Tuskonê (1), Konfederasyona Bazirgan û Pîsesazên Tirkiyeyê re derbas dibe, ku Meral serok-damezirênerê wê ye.

Otomatên ragihandinê

Lêgerîna ji bo berhemdarîyê dibe sedem ku dezgehên medyayê ji hemû deman zêdetir li ser cureyê agahîyên ku raya giştî jê hez dike, ji xwe pirsan bikin. Ew ji ber vê tesbîtê dikevin nav hewldaneke wisa: Rêjeya agahîyên ku bi rastî jî bala piranîya mirovan dikşînin, kêmtirî % 15ê ye. Pirsgirêk li vir ew e ku tiştên tên pêşkêş kirin an bersivê nadin, an jî bersivên tetmînkar nadin daxwazan. Îcar bersivên van her du pirsan li vir xwe ferz dikin: Kîjan cure agahî divê bên dayîn? Wekî din, tam kengê divê ev agahî bên dayîn?

Komputervanê bi baterî

Di çavên raya giştî de înformatîsyen ji çîneke bijarte ya biîmtiyaz pêk tên. Li gel vê yekê, li pişt perdê geşedana vî karî ku rêveberên çavkanîyên mirovî xwe pir pê dipesi-nînin, gelek caran ji muba-laxeyekê pêk tê û li pişt vê mubalexeyê ya rastî bin-pêkirina hiqûqa kar heye.

Îxaneta li hember Huffington Postê

Çend blogerên kevn yên dilxwaz, meha nîsanê qerar dan da ku li hember Huffington Postê mahkeme vekin, ev malpera amerîkî ku wan bi cîh kiribû û ji bo pêşvebirina vê malperê wan jî xebat kiribû. Van blogeran li hember firotina malperê ku ji alî America Online ve hatibû kirîn derdiketin û 105 milyon dolar dixwestin. Çawa medya-pêşeng, ya çepê Amerîkayê, di nav deh salan de, xwe guhert û bû yek ji navenda qezencê ya pirneteweyî.