LMdK - Hejmar 19

LMDK PDF

Hejmar 19 - Tabloyên Ayşe Kazci

Wênasaza kurd Ayşe Kazci di sala 1968an de li Elbîstanê ji dayîk bûye. Di 8 salîya xwe de tevî malbata xwe koçî Berlînê kirine. Di cîwaniya xwe de evîndarîya xwe ya bi rengan re kifş kirîye û di vî warî de hûnera xwe peşve xistîye û perwerdeya xwe li Braunschweigê li Akademîya Hunerên Bedew di beşa wêne de temam kirîye.
Di dawîya perwerdeya xwe de li Spanyayê di Zanîngeha Santanderê de bursek qezenc kir. Li wê derê him fersenda fêrbûna zimanê îspanî bi dest xist û him jî perwerdeya xwe ya hunerê domand.

Li Kurdistana Bakûr struktura demografîk

Struktura demografîk, nexşeya civakî ya ‘gen’ên civakekê ye. Têgihiştina struktura civakî ya civakekê, ku li erdnîgarîyeke diyarkirî dijî, bi daneyên rêk û pêk ên demografîk û bi nirxandina rast a van daneyan mumkun e. Daneyên demografîk pêşandina hemû taybetmendîyên mirovan e û ya herî girîng jî karakter û tevgerên gelheyî yên li cografyayekê ne. Di çarçoveya vê gotarê de ev mijar dê werin nirxandin.

I - Gelhe û karaktera gelheyî ya Kurdistana Bakur

Paşxaneya xwepêşandanên başûrê Kurdistanê

Berîya ku em bêne ser naveroka nivîsarê, divê em ronahîyê bidin ser çend paşxane (background) û wêneyên xwepêşandanan da ku xuya bibe bê arîşe û kêşeyan ji ber çi rû dane û çawa berbelav bûne û ber bi ku ve çûne?

"Em venagerin berîya 17 Sibatê"... Ev ew helwest e ku hêzên muxalif ên başûrê Kurdistanê; Bizava Goran, Bizava Yekgirtî ya Îslam a Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê dixwazin bikine destpêka qonaxeke nû ya siyasî li wî parçeyê Kurdistanê.

Bîrbirineke bêhiş

Her kî rabe û li ser îmtiyazên olîgarşîyê, hertiştfiroşîya sînornenas a çînên rêveber ên fransî, diyarîyên ji bo bankayan tên kirin, serbestfiroşîyê û meaşên bi bahaneya reqabeta navneteweyî tên kêm kirin, gotineke nebaş bibêje û rexneyekê bike, bi carekê weke populîst tê reş kirin. (1) Û bi ser de jî tê gotin ku ev kes bûye "lîstoka rastgira tundrew".

Ji Çapemeniyê

PKK=Ergenekon?

Rojnameya Radikalê di 25ê gulanê de gotara Cengiz Çandar weşand û tê de dihat gotin ku ‘Ên dibêjin ku PKK, rêxistina taşeron a Ergenekonê ye, wan ne PKK ne jî pirsgirêka kurd fam kirine.’

Derbarê nifûsa cîhanê de tesbîtên xapînok

Demografî çiqas tiştên klîşe li ser navê te tên gotin…

"Rêjeya zêdebûna nifûsa mirovahîyê pir bêserûber e". Na, ne rast e, lewre ev bi dehan sal in, rêjeya zarokanînê bi awayekî zelal kêm dibe û li her derê, li bin tesîra tiştê ku weke "veguherîna nifûsê" dikare bê bi nav kirin û di wê pêvajoyê de rêjeya zarokanîn û mirinê ya ku berê pir bilind bû, kêm dibe

"Divê em ji teqîneke mezin a nifûsê bitirsin". Bila dilê me rihet be: Bombe wê neteqe. Mezintirîn diyardeya sedsala XXIem wê ne mezinbûna bilez a nifûsê, lê belê wê pîrbûna nifûsê be.

Dema ku porê Çînê spî bû

Çawa ku giraniya serjimara wê - nexasim hejmara çînîyên di temenê karkirinê de - ji bo dînamîzma aborî ya welêt kozek bû, kêmbûna wê ya nisbî û mezinbûna hejmara pîrûkalan birêveberan dixe nava fikaran.

Gerstêrkeke serjimara wê zêde?

Demeke dirêj birêveberên siyasî ji nêz ve li beridîna serjimara xwe koliyan, dema ev dikirin jî hejmar û hêz tevlîhev dikirin. Pirsa pîrûkalbûnê wê mohra xwe li sedsala 21ê bide û di heman demê de çîroka hezarsalî ya serjimara pir zêde dîsa derdikeve holê.

Dema ciwanên ereb

Di van bîst salên dawîyê, wekhevîya demografîk a welatên li peravên başûr û bakur ên Derya Spî bi lezeke ji xwe kêmnekirî dewam kir. Îndeksa rêjeya zarokanînê -ku daketineke girîng nîşan dida ji bo welatên musulman (1) dide xuya kirin ku Lubnan, Tûnis, Fas, Tirkiye an jî Îran êdî kêm maye bigihîjin rêjeyên welatên ewropayî.